spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wesîqeya şermê ket meriyetê

Sererastkirina qanûna înfazê ku ji 70 xalan pêk dihat, hat qebûlkirin û ket meriyetê. Li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê li ser pêşniyarqanûnê 7 rojan hevdîtin hatin kirin. Di hevdîtinan de partiyên muxalefetê HDP, CHP û ÎYÎ Partî 210 pêşniyarên guhertinê kirin. Yek pêşniyareke muxalefetê jî ji aliyê AKP-MHP’ê ve nehat qebûlkirin.

Ji ber muxalefeteke tund û bertekên zêde yên gelek derdorên cuda, di 4 xalan de guhertin pêk hat. Ji bo ku rengê muxalefetê di van guhertinan de xwanê nebe AKP’ê pêşniyarên guhertinê kir û 4 xal guherîn. Guhertina herî balkêş ji bo rojnameyan bû. Li gorî sererastkirinê ketina rojnameyên muxalîf a girtîgehan dihat qedexekirin. Lê li ser bertekên zêde ev xal paşve hat kişandin.

HDP û CHP diçin DDB’ê

Peşniyarqanûna sererastkirinê, piştî hevdîtinên 7 rojan, li gel hemû nerazîbûnên muxalefetê jî şeva 13’ê nîsanê bi dengê AKP-MHP’ê hat qebûlkirin. CHP’ê piştî qebûlkirinê, ragihand ku dê ji bo betalkirina qanûnê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bide. Dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji bo batalkirinê piştgiriyê bide CHP’ê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di weşana zindî ya qenaleke televîzyonekê de têkildarî mijarê axivî. Bûldan, diyar kir ku hejmara parlamenterên wan têra serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn nake û ji ber vê yekê dê piştgiriyê bidin serlêdana CHP’ê ya ji bo betalkirina sererastkirina înfazê.

Serokên mafyayan berdan

Piştî qebûlkirinê pêşniyarqanûna bû qanûn, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin û şeva 14’ê nîsanê ket meriyetê. Bi vê yekê re berdana girtiyan jî dest pê kir. Destpêkê girtiyên temenê wan di seriya 65’an de ji girtîgehan hatin berdan û pişt re jî girtiyên din ên mîna Alaattîn Çakici yên serok û endamên mafyayan û gelek sûcan kirine, hatin berdan.

Li gel hemû daxwazên partiyên muxalefetê, rêxistinên sivîl, sazî û dezgehên mafê mirovan, hiqûq û tenduristiyê jî girtiyên siyasî ku di nav wan de parlamener, hevşaredar, rojnameger û akademisyen jî hene tev li sererastkirinê nehatin kirin. Ji ber vê encamê dê yek girtiyekî siyasî jî bi vê sererastkirinê neyê berdan.

Fermana darvekirinê

Piştî derasbûn û erêkirina sererastkirinê, HDP’ê bertek nîşanî sererastkirinê da. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar e Umît Dede, diyar kir ku bi sererastkirina înfazê re 200 hezar girtî terkî mirinê hatine kirin û dijminahiya li hemberî kurdan û derdorên muxalîfan careke din hatiye nîşandan.

Dede, got ku qanûna AKP-MHP derxistiye wesîqeya şermê û fermana darvekirinê ye û ev tişt got: “Qanûn bi dengê AKP-MHP’ê hatibe qebûlkirin jî têkoşîna me hê bi dawî nebûye. Em ê bi partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û pîşesazî re bi awayekî hevpar mafê jiyanê yê girtiyan biparêzin. Em ê li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê û li dijî tecrîdê jî azadiyê biparêzin.”

Kêr tên berdan pênûs girtî dimînin

Serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî bertek nîşanî sererastkirina înfazê da û got ku kesên di destê wan de kêr hene derdikevin û kesên ku di destê wan de pênûs hene jî girtî dimînin, tu wijdan û sinc vê yekê qebûl nake.

Bertekeke balkêş jî ji Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêngav û Demokrasiyê (DEVA) Mûstafa Yeneroglû hat. Yeneroglû, destnîşan kir ku sererastkirina înfazê ji pêwîstiyên civakê gelek dûr e û li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ye dê ji ber vê yekê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ve bê betalkirin û bê berfirehkirin.