Sunday, September 19, 2021

Weyla belqitiyo Heseno

Dildarê Amedê

Dema havînê, kelekela germa havînê ye, her kes xwe li avê digire û her yek li gorî îmkanên xwe dixwaze xwe hênik bike. Derfetên hinekan derya ye, yên hinekan çem û kanî ne û yên hinekan jî teşta avê ye. Ji ber ku derya li welatê me tune ne em jî xwe li gol, çem û bendavan digirin. Gelek caran ji bo vê hênikkirinê mirov jiyana xwe jî ji dest didin.
Li Serxetê dîsa gelek deverên şînkayî çem û kanî û seyrangeh hene lê li ba me li Binxetê û bi taybetî li herêma Cizîrê ji bo rojeke xweş em li ber avê derbas bikin em ji Qamişlo diçûn heta Indîwerê ku di navbera wan de ne şaş bim nêzî 150 Km heye.

Jixwe nîvê rojê bi çûn û hatinê derbas dibû lê dîsa çend saet be jî xelkê xwe hênik dikir. Ber êvarê dema vegera malê bû, îca nêzî 3 seatan rêya vegera malê li pêşiya wan bû. Heta dihatin malê dîsa di nava toz û xwêdanê de diman.
Beriya demekê Mecîdo li ser malpera xwe ya civakî behsa çîroka xwe ya zaroktî ya avjeniyê kir. Min jî xwest ku çîroka wî bi kurmancî bi we re parve bikim.
Dem havîn bû. Mamoste zarokên dibistanê biribûn geşt û seyranê. Ji bo xelkên wê herêma Cizîrê ya Binxetê tevan, dema ku dilê wan ê geştê hebû berê xwe didan Indîwerê. Carekî bilind hebû di binya car re çemê Dîcle û li hemberî car jî bajarê Cizîra Botan yê Serxetê xuya dikir.

Welhasilî, ciwanên nûhatî ku zarokên dibistanê yên 10-15 salî bûn yek bi yek xwe diavêtin nava çemê Dîcleyê. Mecîdo jî xwest ku li pêşberî hevalên xwe hinekî xwe qure û paye bike, nexasim ku di nava wan de hevalên keç jî hebûn. Mecîdo li kêleka çem çû ser carekî bilind û ji wê bilindahiyê xwe avête nava çemê Dîcleyê. Devê her kesî vekirî ma û tevan bi matmayî li Mecîdo nêrî.

Lê dema Mecîdo xwe avêt di rê de hate bîra wî ku ew avjeniyê anku soberiyê nizane.
Tenê berê li çemê Cerahê xwe diavêt avê ew jî ava wî gelekî nizim bû û bi ser wî nediket. Heta ku ev hat bîra wî hasil gihabû Mûsil û Mecîdo di nava çemê Dîcleyê de bû. Di nava çem de keftelefta wî bû dest û lingên xwe davêtin vî alî, wî alî lê car caran noqî nava avê dibû.
Mecîdo piştî ku çîroka xwe gihand vê derê êdî got hevalno de îca bila hevalê min ê ku ez rizgar kirim vê çîrokê bibe serî. Mecîdo berê xwe da Heseno û got de îca tu ji hevalan re berdewamiya çîrokê bêje û çawa tu hatî te ez rizgar kirim.

Li vir Heseno xwe li ehmeqşeytaniyê danî û got tiştek wiha nayê bîra min. Eman zeman Mecîdo kir û nekir Heseno înkar kir û got qet tiştekî wiha nayê bîra min. Pepûkê Mecîdo bû dizê sola xwe û gelekî şerm kir. Mecîdo di dilê xwe de got niha wê hevalên min bêjin ez derewan dikim û çîrokeke wiha çênebûye. Kuro lawo Heseno xwedê rihê te bistîne ku nayê bîra te, te Mecîdê pepûk hetikand û ew bû pêkenoka cemaeta Facebookê.