spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezaretê bersîv neda serlêdana ji bo Ocalan

Baroya Amedê, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de di 26’ê mijdarê de serî li Wezareta Dadê dabû. Serlêdan ji bo şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê û maf û azadiyên li girtîgehê bên tespîtkirin hatibû kirin. Lê zêdetirî mehekê ye Wezareta Dadê bi tu awayî bersiva serlêdanê nedaye.

Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku eger wezaret di 30 rojî de bersivê nede, ev tê wateya redkirina daxwazê. Ozdemîr, destnîşan kir ku li ser Ocalan û girtiyên din tecrîdeke mutleq tê pêkanîn û bal kişand ser astengkirina hevdîtina bi malbat, wasî re û hevdîtina bi rêya telefonê û wiha got: “Em Baroya Amedê, ji bo ev mafên tên astengkirin bên dayîn, tecrîda mutleq bi dawî bibe me serî li Wezareta Dadê da. Lê serlêdana me ya ku me di 26’ê mijdarê de kir ji hêla Wezraeta Dadê ve bi tu awayî nehat bersivandin. Di nav 30 rojî de nebersivandina vê serlêdana me tê wateya redkirina wê.”