20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

WFP: Bi deh milyonan kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Bernameya Xurekan ya Cîhanê (WFP) da xuyakirin ku li cîhanê bi deh milyonan kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Bernaneyê da zanîn ku li seranserê cîhanê zêdeyî 270 milyon kes bi talûkeya birçîbûnê re rû bi rû ne.

Saziya WFP’yê rayedarên welatên cîhanê hişyar kir ku li seranserê cîhanê 270 milyon kes birçîne ku piraniya wan li welatên xizan ên wekî welatên Afrîkayê û Rojhilata Navîn dijîn û her wiha bi hezaran kes ji birçîna li ber mirinê ne.

WFP di rapora xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku di nava salekê de hejmara kesên ku hewcedariya wan bi alîkariya lezgîn ya xurekan  heye ji 34 milyonan derketiye 41 milyonî.

Her wiha hejmara penaberan ji ber krîzên aborî û şer û pevçûnan di nava deh salan de bûye zêdeyî 82 milyonan.  Li gorî saziyên navneteweyî yên penaberiyê jî hejmara penaberan di deh salên dawî de derketiye zêdeyî 80 milyonan.