spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

WHO: Bêedaletiya aşîkirinê didome

demeke dirêje ku aşîkirin li gelek welatan destpê kiribû û heta niha li tevahiya cîhanê jî didome. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di belavkirina dozên aşiyê de heta niha jî bê edeletî hey e û hê jî didome. WHO’yê diyar kir ku li tevahiya cîhanê ji 3’yan 2, tenê bi 10 welatan re dozên aşiyê hene.

WHO’yê ev demek bû bi alîkariya projeya bi navê Covaxê  bi boneya ku dozên aşiyê li hemû cîhanê bi awayekî adilane were parvekirin nêzî 60 welatên xizan re 32 milyon dozên aşiyên belav kiribûn.

Têkildarî mijarê Sekreterê GiştÎ yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus li Cenevreyê daxuyaniyeke li dar xist û nêzîkatiyên welatên dewlemend ên li hember dozên aşiyê rexne kirin û wiha got: “Qeyrana kurewî, bersivên kurewî jî bi xwe re tîne. Jİ bo çareseriyeke kurewî jî hewceye hemû welat alikariyê bidin welatên xizan.”

Hewceyî gotinêye ku du meh berê jî têkildarî ‘bêedelatiya’ belavkirina dozên aşiyê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, li civîna Neteweyên Yekbûyî ya Konseya Ewlehiyê axivî bû. Guterres jî banga  çalakiyeke kurewî kiribû ku her kes bê aşîkirin. Lê mixabin piraniya dozên aşiyê hê jî di destê dewletên dewlemende ye. Ji welatên Afrîka û AmerÎkaya Latinî heta gelek welatên li Rojhilata Navîn hê jî bi awayekî adilane dozên aşiyê nehatine belav kirin.