19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

WHO Rewşa heyî krîtîk e

Ligel pêvajoya asayîbûnê dest pê kir jî belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) didome. Li tevahiya cîhanê heta niha nêzî 11 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine û nêzî 600 hezar kes jî canê xwe ji dest dane. Niha tenê bi bikaranîna maskeyan dixwazin pêşî li ber belavbûna vîrusê bigirin. Lê daneyên dawiyê nîşan didin ku bi maskeyan ev pêvajoya asayîbûnê bi rê ve naçe.

Li gorî daneyên hefteya borî li welatên ku herî zêde ji vîrusê bi bandor bûne Amerîka, Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Îngilistan, Perû, Şîlî, Spanya, Îtalya, Meksîka, Îran, Pakistan, Tirkiye, Almanya, Fransa, Kanada, Belçîka, Ekvador, Iraq û Afrîka ye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de, diyar kir ku piştî rakirina tedbîran hejmara nexweşan zêde bû. Dîrektorê Rojhilata Navîn a WHO’yê Ahmed Mandharî, destnîşan kir ku Rojhilata Navîn niha di rewşeke krîtîk de ye û got: “Li gorî daneyên meha  adarê niha li Rojhilata Navîn hejmar zêde ye. Ev tişt ji ber rakirina tedbîran pêk hat.”

Rewşa Celaliyan ne diyar e

Li girtîgehên Tirkiyeyê xetere hê jî didome. Xizmên girtiyan tirs û fikarên xwe bi her awayî tînin ziman lê rayedarên dewletê daxwaza malbatan piştguh dike. Her wiha rewşa Zeynep Celaliyan jî hê jî di xeterê de ye. Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) hêzên rejîma Îranê girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Qerçek ya Weramîn veguhesti cihek nediyar. Her wiha der barê Celaliyan de agahî nedane malbatê jî. Hat diyar kirin ku hêzên Îranê di heman demê de, ji ber nerazîbûna veguhastina Celaliyan êrîşî girtiya siyasî ya kurd Soheyla Hejab kirine û Hajab ji dest û lingên xwe birîndar bûye. Her wiha Zeyneb Celaliyan, Soheyla Hejab û Sekîne Perwane yên li girtîgeha Qerçekî dimînin, ji bo daxwazên bên qebûlkirin dest bi gireva birçîbûnê kiribûn.

Tenduristiya gel nayê parastin

Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara kesên bi vîrusê dikevin zêdetir dibin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê herî zêde nexweş li Stenbol, Enqere, Dîlok, Bûrsa, Konya û Amedê hene. Ligel zêdebûna hejmarê niha tenê banga bikaranîna maskeyan tê kirin. Her wiha hat diyar kirin ku li qeymeqamiya navçeya Çukurova ya Edeneyê xebatkarek bi nexweşiyê ketiye lê belê tedbîr nehatine girtin. Bertekên li hemberî tedbîrnegirtinê di nav hefteyê de jî berdewam kirin.

40 karker bi vîrusê ketin

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, 40 karkerên di înşaata rêya hesin a di navbera Mêrdîn û Amedê ya Kargeha Etî Bakirê ya Holdîng Cengîz de dixebitin, bi vîrusa koronayê ketin. Karkerên ku encamên testên wan pozîtîf derketin, li nexweşxaneyên Mêrdîn, Şemrex û Dêrikê hatin tedawîkirin. Ligel ku 40 karker bi vîrusê ketine jî li şantiyê bi sedan karkerên din tên xebitandin û destûr nayê dayîn ku ji bo tedbîrê biçin malên xwe jî. Raketina li şantiyê li karkeran tê ferzkirin û kesên ku dixwazin biçin malên xwe jî gefa ji karderxistinê li wan tê xwarin. Her wiha di meha gulanê de jî li heman şantiyeyê karker li dijî şert û mercên xebatê çalakî li dar xistibûn,118 karker ji ber ku tev li çalakiyê bûn ji kar hatin derxistin.

Fîrmayan karê xwe kêm kirin

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê (OSB) bi xebateke hevpar der barê bandora vîrusa koronayê ya li ser fîrmayên OSB’ê de lêkolînek kir. Di lêkolînê de ji 212 fîrmayên OSB’ê bi 152 fîrmayan re rûbirû hevdîtin hatin kirin. Di encamê de hat diyarkirin ku li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pêvajoya vîrusê bi bandor bûne. Fîrmayan, di vê povajoyê de hilberîn rawestandiye û kêm kiriye.