24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

WHO’yê hişyarî da: Mûtasyon zû belav dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî zêdebûna pêketinên nû yên vîrûsa koronayê û cureyên wê de hişyarî da.
Li gor agahiyên rêvebirên WHO’yê cureya nû ya vîrûsa koronayê ku cara pêşîn li Brîtanyayê hatibû dîtin, li 43 welatên Ewropayê û li 23 welatên Afrîkaya Başûr jî hatiye dîtin. Her wiha WHO’yê da zanîn ku hefteya borî li Ewropayê hejmara pêketiyan ji sedî 9 zêde bûye.

Divê tedbîr bidomin

Rêvebirê WHO’yê yê Ewropayê Hans Kluge, der barê rîskên belavbûna vîrûsa koronayê de diyar kir ku gel ji ber sînordarkirinên li hember vîrûsa koronayê her çiqas westiyabin jî divê tedbîr bidomin û wiha got: “Niha em dibînin ku mûtasyon pir zû belav dibe.”

Rewşa li Tirkiyeyê

Hefteya borî li Tirkiyeyê jî tedbîr hatin guhertin û li gor rîska koronayê ya li bajaran tedbîr hatin sistkirin. Rewşa sistrina tedbîran li gor hejmara pêketiyan, encama PCR’ê û li gor rêjeya venêrîna hûr û hejmara nexweşên entûbe hat diyarkirin. Ev yek ji aliyê saziyên tenduristiyê yên sivîl ve û xebatkarên tenduristiyê ve hat rexnekirin. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku ligel ku hejmara pêketiyan zêde dibe jî asayîkirina pêvajoyê xetereyeke pir mezin e û wiha gotin: “Li gorî daneyên sînordarkirî yên Tirkiyeyê ji pêvajoya asayîbûnê re hê pir zû ye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê