20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Windahiyên artêşa tirk zêde dibin

Piştî axaftina bi telefonê ya serokê DYA’yê Joe Biden û serokomarê dewleta tirk Tayyîp Erdogan operasyona dersînor hatibû  destpêkirin. Hat ragihandin ku li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê pevçûnên dijwar diqewimin, heta niha gelek leşkerên tirk hatine kuştin, 2 helîkopter hatine derbkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) êrîşên li ser herêma Metîna, Avaşîn û Zapê di êvara 23’ê nîsanê de dest pê kiriye. Li gorî nûçeyê di saetên êvarê de Girê Zendûra, Derarê, qada Koordîneyê bi balafirên şer, helîkopterên Kobra û bi obusan hatine bombebarankirin. Saetên şev xwestine bi helîkopterên Skorsky leşkeran li Girê Zendûra û Derarê deynin û ji ber ku gerîlayan helikopter gulebaran kirine neçar mane ji qadê dûr bikevin û di serê sibeha 24’ê nîsanê de piştî êrîşa hewayî ya giran leşker daxistine Girê Zendûrayê. Li aliyê  din qereqolên dewleta tirk yên li ser xeta sînor bi obus û hawanan Girê Zendûra û qada Derarê bombe kirine.

23’yê nîsanê saet di navbeyna 21:30 û 00:30’î de zeviyên gundê Beşilî ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve hatine bombekirin. 23’yê nîsanê saet 19:00’an qada Qartaş, Geliyê Basya, Geliyê Avaşîn, Tepê Sor, Mamreşo, Mervanos, Arîs-Faris, Şûkê û qada Dola Konferansê yên herêma Avaşînê ji hêla balafirên şer û obûsan ve hatine bombekirin.

Li Mamreşo derbên giran

Artêşa tirk nemaze li Qada Mamreşo derbên giran xwarin. Li gorî daxuyaniyê saet li derdora 21:00’an piştî bombebaranê artêşa tirk leşker danîne qada Memreşo. Gerîlayên HPG’ê derb li 2 helîkopterên Skorsky xistine, gelek leşker hatine kuştin lê hejmar nehatiye zelalkirin. Piştî demekê dîsa hewl dane li qadê bi cih bibin û artêşa tirk caran duyemîn derbên giran xwariye û gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Leşkerên tirk xwestine pêşve biçin lê gerîlayên HPG’ê ew xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li wan dane û piştî ku windahî dan hinekî paşve vekişiyan. Danê sibehê xwestin careke din pêşve biçin dîsa derbên giran xwarin û neçar man dîsa vekişin. 24’ê nîsanê di saet derdora 09:00’an dîsa xwestin bi pêş ve bên, endamên HPG’ê bi rêbaza çalakiyên sabotajê 2 caran bi bandor li wan dan, windahiyên mezin dan, neçar man ku hew bi pêş ve bên.

23’yê nîsanê di saetên şevê de artêşa tirk li Kinyaniş, Boxaza Nêrwe, Qela Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr ên Zapê dest bi operasyonekê kirin. Di vê operasyona hê jî didome de, agahiyên hatin girtin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Hat ragihandin ku endamên HPG’ê di 23’ê nîsanê saet 08:45’an de bi wesayîta esmanî bombe li tabûra Çelê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê barandine.