19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wuhan kuxiya, hemû cîhan bi zekemê ket

Piyaseya navneteweyî ya aborî û finansê di van rojan de ji ber nexweşî an jî vîrusa koronayê ya ku wek Covid-19 hatiye binavkirin gelek bi tirs û xof, qurifiye û di nav panîkeke mezin de ye. Ji Mûsa pêxember heta niha wek di pirtûkên pîroz û belgeyên nivîskî de jî tê gotin, têsîra nexweşîn û qurfê ya li ser desthildaran û her wisa li ser amûrên hilberînê gelekî zêde ye. Di dema desthildariya fîrewnên Misrê de Mûsa pêxember bi pêşbînî dibîne ku dê nexweşînek li bajarên wan derkeve, biryarê dide ku hemû kesên ku li ser şopa wî ne hişyar bike û alîgirên xwe diparêze. Lê nexweşîn di bajaran de belav dibe û aboriya welatiyan têk diçe. Ajalên malan telef dibin û qeyraneke civakî û aborî dest pê dike. Di dawiyê de ji ber ku desthildar çareseriyê ji bo belavbûna nexweşiyê nabînin, desthildariya xwe wenda dikin.

Panîk (rush) her tim li ser biryarên aborî û finansê û her wisa li ser borseyê (guhertingeh) bandorên gelek mezin dikin. Her çigas gotinên wek hêvî, tirs, qurf (panîk) ji bo mirovan tên bikaranîn jî ev gotin di nav pergala aborî û finansê de jî ciyekî gelekî girîng digirin. Piyase li gor birêvebirina hêviyan tevdigere. Herge ji bo pêşerojê hêvî xurt bin, baweriya bi piyaseyê zêde dibe û gel dixwaze zihakariyê bike, hilberîner jî dixwazin rêjeya hilberînê zêde bikin da ku daxwaza  piyaseyê pêk bînin.

Di piyaseyê de bawerî û hêvî ji bo senedên parê û endeksên guhertingehê jî gelek girîng in. Ji bo hemû sektoran û şirîkatiyên ku di nav pergala fînansa navneteweyî de cî digirin endeks hene. Di van endeksan de dan û standina senedên parê pêk tê. Aborînas Harry Markowitz di xebatên xwe yên der barê piyaseya serbest de li ser têsîra biryardayîna ji bo senedên parê dibêje, ku pêwistî bi piyaseya bandêr heye, di vê piyaseya bandêr de her kes li gora dîtaneya hêviyên rastîn tevdigere.

Di hîpoteza piyaseya bandêr de endeks jî li gora daxwazên ji bo senedên parê dadikevin û bilind dibin.

Di van demên dawîn de kadîbûnê (globalîzm) piyaseya bandêr xistiye yek torbeyî. Yek ji qeyranên aborî yên herî mezin ên cîhanê ya ku di sala 1929’an de li Amerîka û Îngilîstanê dest pê kir. Piyaseya serbest gelek qeyran û rojên bi panîk derbas kirin. Ji ber vê a niha endeksa tirsê ya ku bi navê VIX tê binavkirin, ji bo pêşdîtina qeyran û qurfa piyaseyan tê bikaranîn. Di demên panîk-qurfê de guherbarî (volatility) zêde dibe. Niha endeksa guhêrbariyê li gora 10 salên dawîn derketiye asta herî jorîn. Sedema derketina vê astê bi piranî qurifîna ji vîrusa Coronayê ye. Piyase ji ber vîrusê qurifiye û hemû welatên ku hilbirîneke zêde ji bo piyaseya nevnetewî dikin, fabrîka dane sekinandin. Komara Gel a Çînê ku bazirganiyê bi hemû cîhanê re dike a niha ji ber Covid-19’ê li gelek deveran fabrîka dane sekinandin. Ne tenê Çînê, li Îtalyayê, Îranê, Iraqê û li gelek welatan ev vîrus belav dibe û jiyanê dide sekinandin. Ji ber ku jiyanê disekinîne, bi piranî sektora turîzmê, hilbirîna rasterast û sektorên wek enerjiyê yên nerasterast jî di bin tesîr û gumana vê qurfa piyaseyê de dimînin. Lewra a niha rewşa senedên parê yên şirîkatiyên ku di sektorên enerjî, derman û turîzmê de ne xerab e û di endeksan de dadikevin. Ji ber ku hilbirîn kêm dibe, daxwaza ji bo enerjiyê jî kêm dibe. Lewra di pergala navnetewî de, di carekê de rêjeya buhayê petrolê %30’î zêdetir daket. Piştî qeyrana petrolê ya salên 1970’yî ev daketin, daketina herî zêde ye. Têsîra daketina nirxên senedan li hemû pergalê belav dibe. Hin hikûmet ji ber belavbûna vê tesîrê gelekî tengasiyê dikişînin, ji ber ku pergala navnetewî ya fînans û guherkariyê bi hev ve grêdayî ye. Di vê tevliheviya ku ji ber Covid-19’ê derketiye kesên zihakar naxwazin ji mala xwe derkevin û ev jî daxwaza ji bo mal û xizmetan kêm dike. Li Sûka Stenbolê ya Sergirtî bi tenê rêjeya muştêriyan ji sedî 60 daketiye. Ez bawer im ku di piyaseya bandêr de wek ku Markowitz aniye ziman ew ê têketina malan jî û hilberîn jî kêm bibe. Di nav zihakaran de qurf heye. Ev qurf roj bi roj belav dibe û piyasayê dixe tengasî û qrîzê, ku ev tengasî li hemû sektor û deveran bandor dike, fabrîka tên girtin, bêkarî zêde dibe, betlaneyên dibistanan dest pê dikin û di nav vêpanîkê de jiyan disekine.

Ji ber ku piyaseya Manhattanê ya guhertinegeha New Yorka Amerîkayê navendeke ji bo dan û standina senedên parê ya bi dehan salan e, kesên ku di vê guhertingehê de cî digirtin digotin  “Erge Manhattan bikuxe, ew ê cîhan bi zekemê bikeve.” A niha jî li Çînê Wuhan kuxiya û hemû cîhan bi zekemê ketiye. Ev bandor wek bandora nexweşiya dema Mûsa Pêxember dê desthildariyan bixe tengaviyê yan na, wê wext nîşan bide. Lê wisa aşkera ye ku li Tirkiyeyê qeyran zêde dibin û gel, karsaz û zihakar dibêjin “Sal bi sal xwezî bi par.”

Ferhenga Aboriyê

Endeksa Tirsê-VIX (Endeksa Guhêrbar)  (Fear Index-VIX): Endeksa guhêrbariyê ye ku tirsa piyaseyê nîşan dide. Ev endeks di demên qeyran û qurfê de bilind dibe û di demên bihêvî de jî dadikeve. Wek nîşanekê ye.

Guhartingeh (Borsa-Exchange): Menzel an jî ciyê ku dan û standina mal û xizmetan lê pêk tê. Guhartingeh ji bo mal û xizmetan jî dibe û ji bo senedên parê jî dibe. Di piyaseya fînansê de bi piranî ji bo borsayên ku sened tê de tên standin û firotin, tê bikaranîn.

Dîtaneya Hêviyên Rastîn (Rational Expectation Theory): Li gor teoriya aboriya makroyê kes li gor sê prensîban tevdigerin. Yek; ji bo ku berjewendiyên xwe zêde bikin li gor hêviya xwe, du; li gor agahiyên ku li piyasayê hene; sê li gor tecrûbeyên xwe yên berê.

Teoriya Daxwazê (Demand Theory):  Xwestina ji bo mal û xizmetan, ku zihakarên piyasayê bi nirxê pere dikarin piştgiriyê bidin. Teoriya Daxwazê dibêje; wexta ku ji bo mal û xizmetan daxwaz zêde be buhayê wan zêde dibe, erge daxwaz kêm be jî buha dadikeve.

Gotinek ji gotinên pêşiyên me:

Sal bi  sal xwezî bi par: Ji bo rewş û tiştên ku gav bi gav ber bi xerabiyê ve diçin tê bikaranîn. Wexta ku hêvî kêm dibe roj bi roj kes xweziya xwe bi rojên derbasbûyî tînin.