25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xafikên şîrkî û kitanên spî

Çanda kitanê çandeke ku tenê li navçeyên Mêrdînê Dêrika Çiyayê Mazî û Qoserê heye. Ev awayê girêdanê bi sedan salan in li vê herêmê bi vê şêweyê berdewam e. Ev çand hem di nav kurdan de hem jî di nav çanda ermenên li Mêrdînê de heye.

Tê zanîn ku dîroka desmalê ango serîpêçanê dîrokeke kevnar e. Li gorî agahiyên hin lêkolîneran, desmal di dîroka Rojhilata Navîn û yewnanî de jî xwedî wateyeke cuda ye. Desmal xwedî wateyeke rêzdarî û dewlemendiyê ye. Lê bi dîroka sumeran re (Zagonên Hamurabî) ev wateya rêzdariyê diqulibe wateya ‘namûs, henûnî, milkê mêr’. Bi dîroka olên yekxwedayî re jî, her diçe wate diguhere û dibe sembola bi taybetî îslamiyetê. Helbet armanca me ne ew e ku em qala dîroka desmalê ango serîgirtinê bikin. Bi taybetî di vê nivîsê de me bi hin jinên Dêrikê re li ser girêdana kitanên Mêrdînê, axivîn.

Biskên di bin kitanê de

Girêdana kitanê em li navçeyên Mêrdînê bi taybetî jî li Dêrik û Qoserê dibînin. Çandeke ku bi sedan salan in li ser vê axê jiyaye û hê jî dijî. Li gorî agahiyên hin jinên li Dêrikê didin me, tenê jinên ku dizewicin dest bi girêdana kitanê dikin. Helbet di hin gotinên dayikan de hesta olê jî heye lê aliyê vê girêdanê ya herî girîng jî aliyê wê yê çandî ye. Kitan, li Dêrikê perçeyek wek çandeke kurdewariyê ye. Bi taybetî jî jinên ku nû dizewicin li ser kitana dirêj û spî, hibriya rengê şîrkî ango şarê girê didin, biskek porê xwe di ber xafikê de diderînin û li ser hibriyê (xafik) jî ristikek zêr girê didin. Hewce ye ji her du aliyên kitanê ve biskên por derkevin. Jinên li ser 40-50’î saliya xwe dikevin kitanê, hê sadetir û bi hibriyeke reşbelek bi kar tînin. Hem di zêdebûna kumaşê kitanê de hem jî di sadebûna wan de mirov dikare bêje ku asta tecrûbeya jinê û rêzdariyê jî heye.

Wateya kitanê

Peyva ‘kitan’ ji qumaşê wê (keten) tê. Her kitanek ji metreyek û nîv qumaşî pêk tê. Xafika li ser tê girêdan jî ji pembû çêdibe. Ne di qumaşê kitanê de ne jî di yê xafikê de naylon tune ye û topê qumaşên kitanan jî ji Sûriye, Îran û Misrê tê. Şêweya şar û kofiyê li aliyê Mêrdînê dibe wekî xafik ango hibrî û li ser kitanê tê girêdan. Piranî jinên li Dêrika bi sedan salan e ku vê şêwaya girêdanê bi kar tînin. Di her fotografeke dayikakê de wêneyên beriya 70-80’ê sal berê yên dayikan ku kitan di ser fîstanekî dirêj de li xwe kirine, hene. Yek ji van jinan jî Hemdiye Gurhan e ku ji 17 saliya xwe ve terzîtiya kitanê dike.

Hemdiye Gurhan 78 salî ye û ji 17 saliya xwe ve terzîtiyê dike. Hê jî li Dêrikê dikana wê ya terzîtiyê heye û tenê cil û bergên jinên di temenê xwe de didirûn û kitan û hibriyan difiroşe. Dayika Hemdiye der barê bikaranîna qumaşê kitanê de ev tişt anî ziman: “Ji zaroktiya xwe ve hema bêje ez terzîtiyê dikim. Pêşiyên me kitan didan serê xwe. Çawa ez zewicîm, min kitana xwe ya ku qumaşê wê ji min re ji Sûriyeyê hatibû min da serê xwe, xafika xwe ya rengê şîrkî li ser kitanê girê dida. Wê demê ristikek zêrik jî min diavêt ser xafika şîrkî.”

Kitanên ermen û suryanan

Li gorî agahiyên ku dayika Hemdiye dide me, ji jinên ermenan heta yê suryanan jî li Dêrikê kitan dane serê xwe û ev tişt parve kir: “Ev adetekî ye û hê dayikên me kitan didin serê xwe. Ev 60 sal in ku ez li Dêrikê kitan û xafikan difiroşim û fîstanê dirêj didirûm. Ji jinên ermen û suryanan re jî min cil dirûtine û kitan firotine wan.”

Her wiha hêjayî gotinê ye çanda kitanê ku yek ji çanda herî kevnare ya cil û bergên jinên kurdan e, bûye mijara stran û nivîsên wêjeyî jî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê