20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xalê Misto

Mem Farqînî

Temenê xalê Misto digihîşt şêstî. Di vî  temenê xwe yê dirêj de  gelek zor û zehmetî û xizaniyê dîtibû. Her xêzeka li ser çavên wî berxwedana wî ya li dijî şert û mercên jiyana xedar, têkoşîna wî ya di nav êş û elemê de dida xuyakirin.

Xalê Misto li gorî xwe zilamekî bêhnfireh bû. Carcaran li dijî tevgerên zarokan bêhna wî teng bibe jî tu caran wan nediêşand. Zarokan jî, gundiyan jî ev tişt dizanibû. Him pir zû hêrs dibû, him jî zû dihat ser hemdê xwe. Loma serê wî di aliyê zarokan de tim di tengasiyê de bû.

Zarokên gund carna ji bo wî biqeherînin gava li pey hêstira xwe diçû nav zeviya bi pey diketin. Û bi yek dengî heta ku ji wan dihat diqêriyan.

“ Xalê Misto

Doxîn sisto

Ji kerê keto

Xwedê lêxisto!..”

Bi vê qêrîna wan xwedêgiravî ew jî hêrs dibû û xwe dixeyidand. Lê mesela wî ya hêrsbûnê ne ev gotin bûn. Gava zarok digiriyan hêstira wî ditirsiya û hêstirê dest bi zîtikan dikir. Heta xalê Misto dîsa hêstira xwe zeft dikir gelek zahmetî dikişand. Di nav xwêdanê de dima. Diwestiya û xalê Misto dest bi çêran dikir. Çi dihat ber devê wî digot. Tu kes, tu tişt ji çêrên  devê wî derdiketin xelas nedibû. Çav li wî sor dibûn. Ew çi qas dengê xwe bilind bikirina û çêra bikirina zarokan jî ew qas qêrîna xwe bilind dikir û ji pey wî nediqetiyan. Xalê Misto jî dev ji çêrên xwe bernedida. Evana tev ên ku ji derve dihatin xuyakirin bûn.

Lê meseleya xwe ya sereke tenê ew dizanibû. Hêrsbûna wî ne li dijî zarokan bû. Ne jî ji ber dînbûna hêstira wî bû. Ew bi van çêran li hember zilm û zehmetiya jiyanê serî hildida. Lê çi bike belengazo. Temen her diçû mezin dibû. Her tiştî wenda kiribû û tenê çêr di destan de mabûn.

Gava dengê kenên zarokan dihatin guhên wî, serê xwe dihejand. Bi her du aliyan yek bi yek çêr rêz dikirin. Û diket pey hêstira xwe ya tirsiyayî. Dimeşiya û diçû.

Dîsa rojek wisa bû. Dema xalê Misto li pey hêstira xwe ketibû rê. Diçû nav zeviya xwe. Tiştek ecêb qewimîbû. Îroj zarok nehatibûn ser rêya wî, matmayî mabû. Li rexmî vêya bi dilekî aram gihîşt zeviya xwe. Dest bi karê xwe kir. Li ber destê esrê karê xwe xelas kir û hêdî hêdî ber bi gund ve bi rê ket.

Gava gihîşt qada gund dît ku zarokên çûbûn ber pez jî hêdî hêdî ber bi gund ve dihatin. Qet li wir nesekinî. Hêstira xwe bir malê. Barê xwe danî xwarê. Û hefsarê hêstirê da destê keçika xwe ya biçûk Solînê. Ji wê re got, hêstirê bibe ser çem av bide. Gava Solîna biçûk hefsarê hêstirê girt û ber bi çem ve bi  rê ket, xalê Misto jî ji qutiya xwe çixarekê pêça û ber bi qada gund ve çû. Gava gihîşt wê derê dît ku şivan jî waye hêdî hêdî dikevin nav gund. Ber bi malên xwe ve diçûn.

Dema gihîşt qada gund dît ku çend hevalên xalê Misto beriya wî hatine wir. Di nav xwe de xeber didin. Ber bi wan ve  çû. Dema gihîşt ba wan silavê  dan hev û din. Û ji bo  fêhm bike ka li ser çi nîqaş dikin mijar çi ye, xeberdan guhdar kirin. Nîqaşên rojane yên gundiyan bûn. Gava  çavên wî bi kurê wî Salih  ket hê gotinek jî ji devê wî derneketibû.

Salih pezê xwe dabû ber xwe û ji alîkî de wan ber bi malê ve dibir û ji  aliyê din ve jî digiriya. Hêsirên ji çavan dirijiyan, lîka ji poz hatibû xwarê û gilêza devê wî tev gihîştibûn hev ser  çavên wî.

Gava xalê Misto dît ku Salih digirî  gazî wî kir û xwest hîn bibe ka ji bo çi  digirî. Salih ji alîkî de digiriya  ji alîkî de jî bi tirs got ku wî pezeke xwe wenda kiriye. Îske îska wî hevok di qirika wî de hiştibû.

Nîvro gava tav li asîmanê şîn derketibû ciyê xwe yê herî jor, wî jî pezê xwe dabû ber xwe û ew biribûn bin siya darekê rûniştibû û wan kiribû mexel. Piştî viya jî li bin siya darê nan û pîvaza di tûrikê xwe de derxistibû û xwaribû. Piştî  xwarina xwe xwaribû giranîkî hatibû ser wî. Xwe di bin siya darê de dirêj kiribû. Di vê kelagerma rojê de ev siya darê ji wî re wek bihûşt hatibû. Bi dilrihetî xwe dirêj kiribû. Piştî demeke kin  di xewê re çûbû.

Gava ji xew şiyar bû qederek çavên xwe venekir. Bayekî hênik dihat û wî jî bi kêfxweşî her du destên xwe bir  bin serê xwe. Demekê wiha li ser piştê sekinî.

Di dawiya dawî de te digot qey tiştek hatiye bîra wî ji nişka ve rabû ser xwe. Bi wan çavên xewî li der û dora xwe mêze kir.

Pez ji mexel rabibû û li der dora wî diçêriya. Jixwe tevî hev şeş heb bûn. Ji ber ku nû ji xewê şiyar bûbû hişê wî bi tevahî ne li ser pez bû. Loma bi baldarî li der dora xwe mêze nekir. Piştî qederek gava ji bo pez rabû  ser xwe û ber bi wan ve çû hê nû ferq  kir ku pezekî wî tune ye. Wenda bûye. Li vî alî reviya nedît. Ber bi aliyê din ve çû nedît. Ji yek du hevalên xwe  yên din pirsî wan jî nedîtibû. Neçar mabû. Nizanibû çi bike. Hêdî hêdî êdî roj diçû ava. Ji alîkî de ditirsiya biçe malê. Ji aliyê din ve naxwaze jî piyên wî ew ber bi malê ve dibir.  Pez xwe bi xwe ber bi gund ve diçû. Digiriya hêsirên çavan, lîka wî û gilêza ji dev rijyayî tevlihev bûbû û dihate xwarê.

Dema xalê Misto ew dît di rewşeke awiha de  bû. Gava xalê Misto ew dît ewil got qey dîsa ew û hevalên wî li hev û din xistine. Lê  gava meseleyê hînbû, bi  hêrs çend gotin ji wî re gotin. Lê wext tunebû ku bisekine. Lewra roj diçû ava. Beriya tarî dakeve erdê dixwest pezê wendayî bibîne. Loma ew û çend gundiyên din ên ku li qada gund bûn ketin nav liv û tevgerekê. Piştî gihîştin bin dara Salih, di bin de razabû  her yek bi  alîyekî de belav bû. Li pezê wendayî digeriyan. Gava yek ji wan pez dît ew ê gazî hevalên xwe bikira. Ji ber ku ew jî vegerin. Bîlesebeb li wan çol û çiyayan negerin.

Piştî qederekê, bi qasî nîv saet an jî  çil deqeyî Selmanê kurê Nazo pez dît û paşve vegeriya. Ji alîkî de jî diqêriyan û gazî hevalên xwe dikirin. Xalê Mstefa, Şikrî, Salih, Ehmedo!.. werin!.. min pez dît!..

Salih, Ehmed û Şikrî gava deng çû wan dev ji lêgerînê berdan û vegeriyan. Lê deng ji xalê Misto dernediket. Qet pêjna wî nedihat. Gava ên din gihîştin ba hev Selman hê jî gazî xalê Misto dikir. Lê dîsa qet deng ji wî nedihat.

Xalê Misto dema ji dûr ve dengê Selman bihîst xwe bi xwe got; “De baş e. Waye ez ê paşve vegerim. Waye siheta te xweş Selman! Te îşev min ji ezabek û xezebek mezin xelas kir. Xwedê  çi miradê te hebe bide.” Piştre bi aliyê gund ve vegeriya. Darê xwe wek ku wan bihîstiye û bersiv dide wan hejand û ber bi gund ve meşiya.

Carcaran ên din  jî diqêriyan û ber bi qada gund ve diçûn.  Gava deng ji xalê  Misto derneket yek ji wan got; “Me pez dît lê îcar me xalê Misto wenda kir. Hûn dixwazin bila yek ji me pez bibe gund.  Em ên din jî li xalê Misto bigerin. Feqîrê xwedê bila îşev bîlesebep li van çol û çiyayan  nemîne.”

Tev bi hev re diqêriyan. Gazî xalê Misto dikirin. Lê deng ji wî dernediket. Piştî qederekê gava deng ji xalê Misto nehat ew jî neçar man ku paşve vegerin qada gund. Gava gihîştin  qada gund tu kes nedîtin. Li wir tu kes tunebû. Dereng bû êdî. Ji ber vê bi fikar bûn. Bîstek ji bo çawa tevbigerin nîqaş kirin. Pişt re yek ji wan got; “Jixwe waye me pez dît. Em hinek din jî li vir bisekinin. Heke nehat em ê îcar jî li wî bigerin. Heyf e. Bila ji bo pezekî heta serê sibê li van çolan nemîne.”

Piştre dîsa wek her carê di nav xwe de li ser pirsgirêkên rojane nîqaş kirin. Nîv saet derbas bû, wan jî amadekariya xwe kir, ku îcar herin li xalê  Mistefa bigerin. Gava ji gund derketin hê çend gav avêtin neavêtin ji dûr de reşahiyek dîtin. Ew jî ber bi wan ve dihat. Çend gavên din nêzî hev bûn yek ji wan got; “Ev  xalê Mistefa ye tê!”

Ew ji meşa wî naskiribûn. Bi rastî jî çend deqe şûnde xalê Misto gihîştibû ba wan. Lê xuya dikir  ku pir aciz bûye. Silav dan hev û din û li ser piyan çend gotinan gotin. Êdî  hêdî hêdî amedekariya xwe kirin ku biçin malên xwe. Lê Selman xwe negirt û got; “Xalê Mistefa me ew qas  gazî te dikir, gelo dengê me qet nedihat guhên te? Te qet dengê xwe nekir û bersiva me jî neda.”

Xalê Misto li hember vê pirsê  bêhnekî kûr kişand. Bêhna xwe girt û berda. Girt û berda. Hinav lê neman. Wisa xuya bû ku ew jî pir acis bûye. Û li ser vê pirsê xwe negirt û got; “Hey malnemîrat. Min jî ew qas serê xwe dihejand. Ma we neditît. Hê jî qîreqîra we bû. Xalê Mistefa û hey xalê Mistefa…”

Piştî vê  bersivê her tiştî ji bîr kirin. Gava ber bi malên xwe ve diçûn hê jî  dikeniyan…