spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xan û malên kerpîç ên Rihayê

Bêrîvan Karatorak

Riha… Bajarê pêxemberan. Warê şaristaniyên qedîm, destpêka xebatên zanistî… Wexta mijar dibe bajarê Rihayê mirov dikare behsa gelek taybetiyên wê yên xweser bike. Gelek cihên wê yên kevnare hene. Yek ji wan taybetiyên wê yên herî bi nav û deng malên wê yên kevnar in ku ji kerpîçan hatine avakirin.

Xweza ne tenê ji çend daran an jî ji çend dilop baranê pêk tê. Xweza bi tena serê xwe hebûnek e. Di hundirê xwe de dihewîne gelek tiştên zanistî. Cihên ku birîn lê vedibin dîsa bi xwezayê bi derman dibin. Ax li xwe vedigere. Nû dibe, nûjen dibe û carinan jî dikeve dirûvekî din. Lê tim ji mirovahiyê re cihê jiyanê û berdewamkirinê ye.

Ku welatek bi çand û kevneşopiyên xwe dewlemend bûbe, bi saya xwezayê ye. Di xwezaya dewlemend de hilberîn hene, pêşketin hene. Ku jêderk tune be tiştekî ku were afirandin jî tune ye. Ji ber vê yekê ye ku di çand û kevneşopiyên kurdan de her tim şopên xwezayê rû didin.Welatê Kurdistanê jî yek ji wan welatan e ku ji xwezaya xwe ya dewlemend sûd wergirtiye û xwezayê di nav çand û kevneşopiyên wê de bûye xwedî cihekî girîng.
Li Kurdistanê yek ji bajarên ku bi çand, kevneşopî û mîmariyên xwe yên dîrokî bi nav û deng bûye jî bajarê Rihayê ye. Mirov dikare bi rojan behsa her taybetiyeke bajêr bike. Lê taybetiyeke xweser heye ku divê bi girîngiyekê li ser were rawestandin. Ew taybetiya ku berê gelek serdêran dide xwe malên wê yên ji kerpîçan hatine çêkirin e.
Malên kerpîç ên Rihayê ne tenê ji aliyê çandî ve xwedî girîngiyekê ne. Her wiha ji ber ku li herêmê di dîrokê de gelek ji van malan hatine çêkirin di heman demê de mirov dikare wekî bermahiyên dîrokê jî pênase bike. Ev yek dike ku wateya li van malên kerpîç hatine barkirin berfirehtir bibe.

Mîmariya hevpariyê ne ev mal

Malên kerpîç ên ku bêhtir li herêma Heranê hatine avakirin wekî odeyên ku bi hev ve hatine girêdan hatine avakirin. Her malek bi du, sê, çar, pênc an jî bi zêdetir odeyan bi hev ve hatine girêdan. Her odeyek bi deriyekî fireh û nîvgiloverî derdikeve odeyeke din. Bi vî awayî hemû ode bi hev ve ne.
Di serdemên berê de, di her odeyekê de malbatek jiyaye. An jî her ferdekî ku zewiciye ji dêvla ji malê cuda bibe odeyek jê re hatiye veqetandin. Bi saya vê yekê malbat û xizm ji hev dûr neketine. Pêdivî bi tu malên din an jî bi dûrketinê nemaye.
Dengê kenê zarokên ku bi hev re dilîzin bilind dibe. Kî dizane zarokan çend lîstik afirandine di van malên balkêş de. Çend jinan derd û kulên xwe bi hev re parve kirine. Çend jin gihîştine hewara hev. Çend dengbêjan bi dengê xwe yê qedîfe dilê welatiyan geş kirine di van malan de.

Ji ber ku di serdemên berê de elektrîk tune bûye malên ku hatine avakirin jî li gor wan şert û mercan hatine avakirin. Di banê malên ku serê wan wekî qubbeyekê hatiye avakirin de qulek hatiye hiştin. Bi saya vê qulê hem tîrêjên rojê dikevin hundir û ode ronî dibin hem jî hewa an jî dûye di hundir de derdikeve derve.
Malên kerpîçî bi dirêjiya xwe digihin heta pênc metreyan. Malên ku di avakirina wan de bêhtir kerpîç tê bikaranîn ji ber ku li herêma Rihayê dar hindik in, banê wan bi tuglayan hatine avakirin. Di serê her malekê de bi qasî hezar û pênc sed tugla tên bikaranîn. Banê wan jî ber bi jor ve teng dibin û wekî qubbeyekê xuya dibin.

Dewsa vê çandê xalî maye

Dîroka van malên kevnare her çiqas nehatibe zelalkirin jî tê zanîn ku li herêmê bi sedsalan di van malan de hatiye jiyîn. Ji ber tiştên ku di xerca malan de hatine bikaranîn havînan hundirê malan hênik e û zivistanan jî germ e.
Ji dîrokê heta roja me mirovahî di pey lêgerîna stargehekê de bûye. Ji ber vê yekê bi derfetên heyî hewl dane ji xwe re malên baş ava bikin. Di wan serdeman de tenê ax, av û ka hebûye û li gor van tiştan xerca malan hatiye çêkirin. Her çiqas ji bo qayîmkirina xercê li hin deveran rûnê gulan û sipîka hêkê hatibe bikaranîn jî li hemû herêman ev derfet tune bûye. Lê belê li her herêmekê ka, av û ax hebûye. Ji ber vê yekê tiştên herî girîng ên ji bo xercê ka, ax û av e.
Da ku malên kerpîçî demeke dirêj li ser piyan bimînin ya girîng ew e ku guhdanek ji wan re divê. Pêwîst e ku serê du-sê salan carekê xerca wê ya aliyê derve were nûkirin ku mal zû bi zû hilneweşe.

Her çiqas xerca kerpîçê wekî bêderfetiyekê were pênasekirin jî gelek feydeyên vê xercê hebûne. Li gel parastina mirovan a ji avhewaya dijwar, wekî xwedîlêderketin û parastina xwezayê jî mirov dikare pênase bike. Xerca kerpîçê ji xwezayê tê û bi tu awayî zerarê nade xwezayê. Li gel vê yekê xerc piştî hilweşandina malan dîsa tê bikaranîn. Xweza li xwezayê vedigere. Dirûv diguhere xweza lê dîsa jî vediguhere eslê xwe.
Di roja me de malên kerpîçî nayên bikaranîn êdî. Lê hem wekî nîşaneyeke dîrokê hem jî wekî parastina çanda kurdan malên kevnare yên kerpîçî tên parastin û wekî çand û kevneşopiyeke kurdan tên nîşandan. Tenê ji ber dîtina van malan jî be salê bi hezaran serdêr berê xwe didin herêma Rihayê.

Bi serbilindiya dîrokê, bi dilrehmiya xwezayê û bi hewldanên kurdistaniyan malên kerpîçî dibin rengekî welat û hem di bîra welatiyan de hem jî di rûpelên dîrokê de wekî çand û kevneşopiyeke xweser a kurdan cihê xwe digire.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê