16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatên Saziya Zimanê Kurdî 

Hewildanên avakirina Saziya Zimanê Kurdî ya li Rojava, sala 2003’yan dest pê kirin, lê ji ber zext û gefên rejîma Sûrîyeyê derfet nebûn ku sazî bê avakirin. Xebatên perwerdeya bi zimanê kurdî di malan de, bi awayekî veşartî dihatin kirin. Di sala 2007’an de hin rewşenbîr û zimanhez li hev kom bûn û biraya avakirina SZK’ê ragihandin. Piştî vê yekê êdî xebatên ji bo sazîbûnê hatin kirin, lê ji ber zextên dewletê dîsa jî xebat veşartî dihatin kirin.

Perwerde di malan de hatin dayîn. Li taxan komên biçûk ava bûn û fêrî xwendin û nivîsîna zaravayê kurmancî bûn. Ji bo fêrkirinê hin pirtûkên wekî hînkeran hatin amadekirin. Vê rewşê heta sala 2011’an dewam kir. Sala 2011’an ji ber ku li tevahiya Sûriyeyê şer û şoreşê dest pê kir, ev ji bo Saziya Zimanê Kurdî bû derfetek ku li tevahiya bajarên kurdan navend vebibin, di heman demê de li paytexta Sûriyeyê, Heleb, Reqa û Girê Spî jî xebatên zimanî dan destpêkirin. Bi vekirina navendan re saziyê dest bi perwerdeya dilxwazên kurdî kir, beşeka baş ji civakê hat perwerdekirin, mamostayên zimanê kurdî hatin amadekirin. Derfet bi dest ket ku dibistanên kurdî bên vekirin, hejmareke baş dibistanên taybet ji bo fêrkirina kurdî vebûn. Hejmara dibistan û mamostayan zêde bû lewra SZK’ê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser ya niha Rojava bi rê ve dibe, biryara derbasbûna dibistanên fermî yên li herêmên kurdan ku dewleta Sûrîyeyê tê de bû, da. Çar salên destpêkê kurmancî di dibistanan de bi tenê wekî madeyekê dihat dayîn, lê piştre materyalên perwerdeyê ji bo zarokên kurd bi tevahî bi kurdî hatin amadekirin. Ji ber ku SZK ne navenda pewerdekirinê bi tenê ye, rêveberiya dibistanan hat avakirin û di sala 2014’an de xebatên perwerde û dibistanan radestî Desteya Perwerdeyê hatin kirin.

Bandora li ser pêşdebirina ziman

Der barê vê mijarê de rêvebera saziya ziman Viyan Cûdî wiha dibêje: “Dema ku ev qad berfireh bû û li Rojava peymangeh, akademî û zanîngehên bi kurdî perwerdeyê didin hatin vekirin, êdî pêwîstî bi navendeke lêkolînan û lêvegereke van sazî û dezgehan ya ziman û wêjeya kurdî çêbû.” Lewra SZK’ê berê xwe da karê xwe yê bingehîn ku lêkolînên der barê zimanê kurdî de bike û sala 2019’an SZK’ê navenda xwe ya lêkolînan vekir. Navend li bajarê Qamişloyê ye, niha xebatên SZK’ê tev bi rêya vê navendê tên kirin, komîteyên girêdayî navendê li herêmên Koban û Cizîrê jî hene.

Armanca vekirina saziya ziman

Ji bo armanca avakirina vê saziyê jî Cûdî wiha dibêje: “Armanc ji vekirina vê navendê ew e ku bi rê û rêbazên mîna komkirin, berhevkirin, lêkolîn û lêgerînên zanistî û akademîk xwe bigihîne reh û rîşên ziman û wêjeya kurdî. Ji bin pest û pêkutiya di bin zimanên dagirkeran de mayî derxe. Ji qalibên zimanên din paqij bike û diyarî gelê kurd bike.” Ji bo pêkanîna vê yekê jî erk û berpirsyariyên SZK’ê yên bingehîn ew in ku xwe bigihîne her kesê, sazî û dezgehên bi ziman û wêjeya kurdî ve bilî dibin. Wan li dora dirûşma ‘Zimanê Me Nasname û Hebûna Me ye’ bîne cem hev û bi vê yekê cih û lêvegera zimanê kurdî ava bike.

Hewla saziyê ew e ku ji bo tavahî sazî û dezgehên Rojava yên bi kurdî diweşînin bibe lêveger û çavkaniya bingehîn. Ji bo vê yekê pirtûkên rêziman û rastnivîsînê û ferheng tên amadekirin.

Xebata bi parçeyên din re

Ji bo têkliya bi parçeyên din re Cûdî tîne ziman ku Têkiliyên wan bi hin sazî û kesayetên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welatî re jî hene û wiha dibêje: “Em dixwazin van têkiliyan berfireh bikin, da ku bi hev re bigihin standariyekê ji bo zimanê kurdî. Armanca me ya serke, bipêşxistin û pêşvebirina ziman e û xwedîderketina li wêjeya kurdî ye. Sazî hewil dide ku ji bo standariya kurdî xebateke bi şûd bikin.”

Awayê lêvegera xebatan

Rêvebera saziyê Viyan Cûdî ji bo lêvegera xebatan agahî dide û wiha dibêje: “Lêvegera me, em tevahiya pirtûkên heta niha bi kurdî hatine amadekirin ji xwe re bingeh digirin, bi vê re jî çavkaniyeke me ya sereke civak e. Pirtûkên diyar tune ne, em li hemû berhemên ku di destê me de hene vedigerin.”

Xebatên taybet û yên giştî

Cûdî di berdewama axaftina xwe de der barê xebatên saziyên de wiha dibêje: “Xebatên me yên giştî di nav du komîteyan de hatine dabeşkirin; komîteya ziman û komîteya wêjeyê.  Di nav her komîteyê de beşên taybet hene. Di komîteya ziman de karên redekteyê û rêzimanê hatine dabeşkirin. Di wêjeyê de jî komîteya berhevkariyê heye”.

Cûdî ji bo xebatên giştî dibêje: “Em amadekariyan dikin ku ji bo tevahî sazî û dezgehên Rojava yên bi kurdî diweşînin; çavkaniyan amade bikin, çavkaniyên wekî Ferheng û pirtûkên rêziman û rastnivîsînê.”