Wednesday, December 8, 2021

Xelasiya cotkaran kooperatîf in

Serokê Tarim Orkam-Sen’ê Ahmet Keleş li ser çandiniyê û rewşa cotkaran diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewlet û desthilatiyê rewşa cotkaran nebaş e û cotkar ji sermayedar û bankayan re dixebitin. Keleş got ku divê cotkar bi avakirina kooperatîfan xwe ji vê rizgar bikin

Ji ber polîtîkayên dewlet û desthilatiya AKP/MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê cotkar ketine bin însafa sermayedar û karterên mezin ên navdewletî. Kara zêde û berjewendiyên qirêj rê li ber mexdûriyeteke mezin a civakê û weletiyên bi çandinî û sewelkariyê re mijûl dibin vedike. Sermayedar û desthilatdariyê cotkar anîn rewşa ku nema dikiribin çandiniyê bikin û di heman demê de bi polîtîkayên xwe jehrîn kirina erdê pêş dikin û rê li ber gelek nexweşiyan vedikin. Her wiha li ser vê axa dewlemend xizaniyê û birçîbûnê pêş dixin. Bi minasebeta 16’ê Cotmehê Roja Xurek, Têrbûyîn û Çandiniyê Serokê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ya Xizmetguzariya Daristan, Hawirdor, Sewalkarî û Çandiniyê Tarim Orkam-Sen’ê Ahmet Keleş li ser rewşa cotkaran ji bernameya podcesta rojnameya me re axivî. Keleş diyar kir ku rewşa cotkaran nebaş e, ji ber polîtîkayên dewlet û desthilatiyê cotkar ji sermayedar û bankayan re dixebitin. Keleş got ku divê cotkar bi avakirina kooperatîfan xwe ji vê rizgar bikin.

* 16’ê Cotmehê Roja Xurek, Têrbûyîn û  Cotkariyê ye. Li Tirkiye û Kurdistanê rewşa cotkariyê çawa ye?

Îro hem li Kurdistanê, hem jî li Tirkiyeyê ji ber sermayedaran ango Kartelên mezin rewşa cotkaran pir giran bûye. Lewre cotkarên ku toxumên di çandinêyê de bi kar tînin ji destekî derdikevin. Dîsa ji bo wî toxumê ku bi kar tîne gubere lazim e, tu lê dinêre hem gubre pir bihaye û hem jî ji erdê re nebaş e. Ji ekosîstemê re nebaş e. Dema ku guber bi kartînin neçarin derman jî bi kar bînin.  Dîsa buhayê mazotê pir zêde bûye. Ev hemû girêdayî hev in û ji vê rewşê Kartel ango sermayedar qezenc dikin. Ev jî tê wê wateyê ku cotkar ji sermayedaran re dixebitin. Di vê rewşê de jî cotkar xwe sûcdar dikin. Divê bê zanîn ku sermayedar bi zanebûn vê dikin. Dewletên mîna Tirkiyeyê yên lewaz jî sermayedar li gorî xwe teşe didin wan. Em pir hêsanî dikarin bêjin ku li Tirkiye û Kurdistanê desthilatiyê cotkar teslîmî sermayedaran kiriye û rewşa cotkaran qet nebaş e.

* Li pêşberî van sermayedaran, an jî desthilatiya ku cotkar  bi sermayedaran re rûbirû hiştiye, xistiye rewşeke bi vî rengî cotkar bi xwe li pêşberî rewşeke wiha çawa dikare tevbigere?

Dibe cotkar dest ji dewletê berd e. Belê dewlet heta radeyekê destekekê dide cotkaran lê dibêje; hûnê vî toxumî biçîn e, yan jî filan nebatî biçîne. Jiber vê yekê divê beriya her tiştî çotkar têkiliya xwe û dewletê ji hev qut bikin. Vegerin rewşa xwe ya berê ku li Kurdistanê ew toxumên mîna sorgul bi kar dianîn,  hinekî li ser van toxumanan bixebitin û ruhê erde bifikirin. Dibe ku çend salên destpêkê tiştekî baş qezenc nekik lê sal bi sal wê zêdetir qezenc bikin.

Mînak ji bo 220 dolima bi 47 hezarî gubre bi kar anîne, bi 20 hezarî mazot bi şewitandine, bi 20 hezarî jî derman ê ceyran jî heye.    Ji xwe zuhayîye mecbûre bê avdan. Dema mirov vana dixe ser hev bi rastî jî tiştekî ku cotkar qezenc biki tune ye. Yanî tenê cotkar ji sermayedaran re, yan jî ji banqayan re  dixebit in. Lewma jî divê cotkar tifaqa xwe xurt bin û bi kooperatîfîyê dikarin ji xwe re rêyeke nû ava bikin.

* Salên borî rewşa cotkaran gelekî nebaş bû. Niha jî serdema çandiniyê ye, dê cotkar li pêşberî vê buabûna ku we bi nav kir dê çi bikin? Avakirina kooperatîfan bi ser xwe çareseriyek e yan na? Her wiha amûrên ku bi kar tînin jî gelekî giran e. Dîsa dê buhabûneke wiha hebi.

Yanî tenê kooperatif bi serê xwe çareser nabe. Lê belê ji cihekî ve divê tu biryarê bide. Yan dê bi vî awayî cotkar dê berdewam bikin hêj bêtir deyndar bibin, yan jî xwe zelal bikin. Kooperatîfê ava bikin, li ser fikrên xwe jiyana xwe av bikin a girîng ev e. Ji ber vê yekê kooperatif ji cotkaran re dibe amûreke têkiliyê û bi hev du re bi kar bînin, bimeşin. Ji ber vê yekê kooperatif gelekî girîng e. Wekî min got ew toxumên  ku diavêjin hem ji erdê re zirar e û hem jî rê li ber nexweşiyan vedike. Nexweşiyên ku li ser vê axê nehatiye dîtin derdikeve holê. Ji ber wê yekê ew cotkarên ku ked û xebata xwe bide ber çavên xwe divê bi vî awayî nêzîkî kooperatîfiyê bibe. Di heman deme de ji bo cotkaran dibe alternatîfek. Axa Kurdistanê gelekî dewletmend e, çotkar li ser vê axê çiqasî dikaribin têkiliyên xwe xurt bikin dê bi ser bikevin.

* Ji bo cotkar dikaribe hilberîneke tendurist û xwezayî bike û civak jî bi heman renî ji vê sûdê werbigre, pêwîstî bi çi heye?

Destpêkê divê dev ji sermayedaran û piyasê berdin û li gorî şert û mercên xwe tevbigerin. Heke li gorî piyasê tev bigerin bila bêzanîn ku piyase ji aliyê sîstemê û sermayedaran ve tê avakirin. Dema rewş wihabe jî nikarin ji nav derbikevin. Ya duyemîn divê li ser metotên berê yên çandiyên rawestin, lêkolîn bikin û vegerin wê rastiyê. Ya sêyan jî ligel çandiyên divê sewalkarî jî hebe. Lewre çandinî û sewalkarî hev du xurt dikin. Mînak berê Kurdistanê bi hezaran keriyên pez hebûn. Wî pezî ji erdê têr dibû û bi gubereyê xwe jî erd têr dikir.

* Çima li Tirkiye û Kurdistanê hawirdor tê talankirin, daristan tê birîn û şewitandin, kedkar û cotkar tên mexdûrkirin?

Ji ber ku desthilatiyê xwe teslîmî sermayedaran kiriye û li gorî daxwaza wan, armanca wan, kara wan,  tev digere. Ev teqez e. Çima pir daristan dişewitin? Li aliyê Anatolyayê ji bo avakirina bajaran an jî ji bo tûrîzmê otêl lazimbin daristan tê şewitandin. Li Kurdistanê jî ji bo polîtîkayên ewlehiyê daristanan dişewitînin. Yanî desthilatî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û ewlehiyê daristanan dişewitînin, xwezayê talan dikin û bê guman kedkar û cotkaran jî mexedûr dikin. Yanî li Tirkiyeyê di ser polîtîkayên aboriyê vê yekê dikin, li Kurdistanê jî li ser polîtîkayên ewlehiyê vê yekê pêş dixin.