Rojnameya Heftane

Şoreşê şaran: Rojawa

Şoreşê Rojawanî verê çimane ma de 8 serrîyo cengê de  pîl de ra. Hem hereme hem kî şaranê hereme sero zilm û zorvajiya hukumdaran nêqedîya. Qûwete ke xoserîya şaran ra tersenê, xof cenê pêro…

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji…

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Welat Ramînazad

Etîmolojîya peyva “dengbêj”ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya “Albûma Botan û Vejandina Dengan” de min hinekî li têkilîya deng û gotinê kolabû. Deng bi ruh, bîra kolektîv û metafîzîkê re têkildar e.

Dengbêjî parastin û dewamdarîya hêbûna kurdan e. Heger îro kurd nebûbin xwelîya dîrokê, ev bi xêra dengbêjîyê ye. Xwedê rasterast kîtabek ji kurdan ra neşandîye. Lê mirov dikare bêje ku dengbêjî kîtaba pîroz a kurdan e.  Çimkî fonksîyona dengbêjîyê jî wekî ya kîtabeke pîroz e. Qesta min bi vê gotinê çi ye? Dengbêjîyê wekî kîtabeke pîroz kurdî parastîye, nehiştîye ku kurd tune bibin û bibin xwelîya zemanî. Dengbêjî nebûya kurdan nikarîbû bîst û neh caran serî hildin. Ger kurdan bîst û neh caran serî hildabe, bandora dengbêjîyê tê de gelekî mezin e.

Dengbêjî; tarîxnasî ye û bi muzîkê qeydkirina tarîxê ye. Dengbêjî parastin û ji nû ve afirandina bîra kolektîv e. Li ser bûyerên dîroka kurdan ji nivîsîna kîtab û gotaran zêdetir, kilam hatine gotin. Kîtab nikarin xwe bigihînin her kesî lê kilam dikarin. Çend roj berîya vê li ser komkujîya Gêlîyê Zîlanê min hinek lêkolîn kir. Li ser komkujîyê çend heb kîtab hatine nivîsandin û belgefîlm hatine çêkirin. Lê kilamên dengbêjan li ser Gêlîyê Zîlanê deranîne ji kîtab û belgefîlman zêdetir in. Nifşa Y’yê ya kurdan nîvenîv, nifşa Z’yê bi piranî ji bîra kolektîv a dengbêjîyê qut bûye. Em nifşa Y’yê ne, em rasterast ne bi kilamên dengbêjan; bi stranên di qasetan de mezin bûn. Ji ber vê bîra me ya kolektîv pir ne xurt e.

Dengbêjî  parastin û ji nû ve afirandina zimên e;  estetîkkirin, dewlemendkirin û pêşvexistina wî ye.

Hem afirandin û hem jî tunekirina kulturekê gelek salan li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê ji bilî kurdîya kirmanckî û kurmancî qala hêbûna 35 ziman û zaravayan tê kirin. Ji ber hemû plan û programên asmîlasyonê yên giran, sed sal in kurdî wekî wan 35 ziman û zaravayan tune nebûye, ew hê jî li ber xwe dide. Di vê berxwedanê de bandora dengbêjîyê gelekî mezin e. Ji ber ku di çanda zimanên din de hêzeke wekî dengbêjîyê ya sed salan tunebû, ew zû asîmîle bûn.

Şewat ketîye rabirdûya kurdan, kultura maddî û manewî ya zimanê kurdî. Pêşaroja me, kultura me dişewite!..

Di sih salên dawî de dewamdarîya dengbêjîyê ketîye sekerat û krîzê!.. Ji nû ve nayê afiriandin, dengbêjî gelekî hêdî bûye!..

Di fîlma Kilama Dayika Min a Erol Mîntaşî de sehneyek heye, temaşekeran gelekî diêşîne û diqehirîne; lehengê fîlmê ji bo dayika xwe digere ku qaseta dengbêjekî peyda bike. Ji bo vê yekê xwe digihîne dengbêjekî li Stenbolê dijî. Di wê sehneyê de em xanîyên zahf xirab û hilweşîyayî, bêkesbûn, bêxwedîbûn û tenêtîya dengbêj dibînîn ku ew li  ber mirinê ye!.. Ew ji lehengê fîlmê re wiha dibêje: “Dema ez mirim şaredarî wê hemû tiştên min bavêje çopê.” Bêxwedîbûn û bêkesbûna wî dengbêjî temsîla bêkesî û bêxwedîtîya kultura me û muzîka kurdî ya tradîsyonî ye. Tiştên bavêjin çopê ne qaset, cil û berg, kelûpelên wî kurdî yên şexsî ne; dengbêjî ye, kultura me û muzîka me ya gelêrî ye. Sekerata wî dengbêjî nîşan dide ku zimanê me, kultura me, foklora me, rabirdûya me bi xwe li ber mirinê ye!..

Carekê min ji hevalekî xwe yê colemêrgî pirsî, “Tu navê çend dengbêjên colemergî dizanî?” Çi heyf ku hevalê min nikaribû navê yekî jî bêje. Li bakurê welatê me bi tevahî çend dengbêj hene? Pênc hezar in, deh hezar in an jî  bîst hezar? Ji wan kilamên çendan hatine berhevkirin û dîjîtalîzekirin? Arşîva çendan temam e? Çi xebat li ser dengbêjan û dengbêjîyê hatine kirin? Xebatên bîyografîk, yên berhevkarî û antolojîyê ji tilîyên du destan derbas nabin. Çend qasetên dengbêjan ên bi amatorî hatine qeydkirin niha dîjîtal in?

Li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur heta niha çend albûm hatine çêkirin? Em pirsa xwe bes li ser Bakur bikin; niha li Bakur baş an jî xirab qet ferq nake, heta niha çend qaset, CD û albûmên dîjîtal hatine derxistin? Ji salên heftêyan heta îro li Bakur kultureke maddî ya muzîka kurdî ya teknolojîk çêbûye; wekî qaset, CD, poster û radyoyan.  Ji bilî çend arşîv û berhevkirinên şexsî xebatên arşîvkirin, çêkirina koleksîyonan, katologkirin, dîjîtalîzekirin û amadekirina muzeyan hema hema qet tiştek çênebûye.

Ji ber ku konteksta nivîsê mûzîk e, wan prosesan bi muzîkê sînordar dikim. Nola amûrên çandinîyê, gundewarîyê û metaryalên folklorê gelek tişt hene ku divê gavek berî gavekê bên arşîvkirin, koleksîyonên wan werin çêkirin, ew bên katalogîzekirin, dîjîtalîzekirin û di muzeyan de werin parastin û nîşandan. Li gorî yên din metaryalên folklorê yên zimanî piçekî din zêde hatine berhevkirin. Mînak Ehmedê Dirihî navên kulîlk û nebatan, Dilawer Zeraq biwêj berhev kirin. Weşanxaneya Wardozê  hewl dide berhemên devkî yên folklorê berhev bike.

“Bimekankirina zemanî” û veguhastina rabirdûyê bi dahatuyê ve, pûtepêdana paşerojê bi prosesên arşîv, koleksîyon, katolog, dîjîtalîzasyon û muzekirinê pêk tên. Mesela heger koleksîyonkirin, arşîvkirin, katologkirin nebûna ne Umberto Eco ne jî Orhan Pamuk nikaribûn romanên bi wî rengî binivîsin. Gava zeman bi mekan bû edî nayê jibîrkirin. Romanûsên kurd nikarin romanên dirokî yên baş binivîsin çimkî ji bilî xeyalan, şûnwarên dîrokî, çend kîtaban, mînyaturên Şerefnameyê û fotografên kurdan ku ew jî bîyanî û mîsyoneran kişandine tiştên me yên maddî tune ne.

Pratîkên îro dengbêjîyê û kultura maddî ya kurdî ji vê sekaretê xelas  bike ev in: Arşîvkirin, koleksîyonkirin, katologkirin, dîjîtalîzekirin û muzekirin. Tiştê meriv pê dilxweş û hêvîdar bibe ew e ku sazîyeke me heye, dest bi van xebatan kiriye.

Berîya niha bi salekê li Almanyayê Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut ango Enstîtûya Çanda Kurd û Elmanî hat avakirin. DKKI’yê çend rojan berê berhemên projeya xwe ya bêhempa, Dîjîtalîzekirina Kilamên Radyoya Erîvanê li ser platformên dîjîtal belav kirin. Wê projeyê di medyayê de deng veda, ew bû sedema hêvîgeşî û keyfxweşîyê…

Xebat û projeyên bi vî rengî xelaskirina rabirdûyê ne û pûtepêdana dahatûyê ne. Xebat û projeyên wisa encamên xwe yên mezin ne tavilê, bi wextê re nîşan didin. Wekî din jî MA Musicê  mekteba dengbêjîyê vekirîye. Ji bo ji nû ve afirandinê û dewamdarîya dengbêjîyê karekî heyatî û ferz e. Hêja ye ku ev pratîk bibe mijara nivîseke din.

DKKI dê xebatên xwe berfirehtir, sîstematîktir bike. Ew ê ji bo tevahîya dengbêjîye qasetên amotor ên di qulên dîwaran de mane derîne. Ew ê seba mûzîka kurdî ya teknolojîk bixebite û projeyan li dar bixe. Bi vî awayî dê hem dengbêjîyê ji sekeratê xelas bike, hem jî qismekî kultura maddî ya kurdan veguhêze dahatûyê. Ji bo dahatûya muzîka me wê encamên gelekî baş derîne.

A girîng ev e; divê em her şixulî li DKKI’yê bar nekin, çanda kurdî bi wan sînordar û xwe jî zahf teral nekin. Hewce ye em jî li ser bifikirin, xwe biêşînin û hewl bidin ku em bi xwe dezge û sazîyan bi vî rengî, li welatê xwe ava bikin û bixebitin. Lazim e heta ji me tê em barê DKKI’yê, sazî û kesên xwedanxîret sivik bikin. Çimkî ev karê civakî û kulturî barê me hemûyan e.

Bi hêvîya DKKI bibe dezgeheke sedan salan…