spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelatên pêşbirka rojnamegeriyê diyar bûn

Xelatên Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad ên 27’emîn ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin diyar bûn. Xelatên di beşên wek “Nûçeyên kurdî”, “Nûçeyên tirkî”, “Wêne”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetelî Ersoz “Nûçegihaniya Jin” di van 5 beşan de tên dayîn hatin aşkerakirin.

Di beşa “Nûçeya kurdî” de jî du nûçe hêjayî xelatê hatin dîtin. Nûçeya bi navê “Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT’ê ji malbatê re şandin” a nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme û her wiha nûçeya “Me xwe gihand nameya Î.E. ya çawişê pispor tecawizê wê kir” a nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren hêjayî xelatê hat dîtin. Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme nûçeya dayikek ku pakêtê kargoya hestiyên kurê xwe pêşwazî dike û daniye ser çonga xwe. Her wiha Medya Uren jî nameya Îpek Er a çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî li wê kiribû.

Beşa nûçeyên tirkî

Di beşa “Nûçeya tirkî” de nûçegihanê MA’yê Erdogan Alayûmat bi nûçeya xwe ya “261 cenaze li peyarêyê hatin veşartin” bi ser ket û hêjayî xelatê hat dîtin. Alayûmat derxistibû holê ku cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin, li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatibûn veşartin.

Di beşa “Xelata Jûriya Taybet a Nûçeya Tirkî” de jî nûçeya “Bi şîfreya rêwî penaberan veguhezandin mirinê” ya rojnamevan Ercument Akdenîz hêjayî xelatê hat dîtin. Akdenîz der barê hûrguliyên keştiya penaberan ku li gola Wanê noqî avê bûbû nûçe çêkiribû.

Xelata nûçegihaniya jinê

Di beşa “Nûçegihana Jin a Gurbetelî Ersoz” de jî ji rojnameya Karinca Sîbel Yukler bi nûçeya xwe ya “Polîsan edetî Emîne Bûlût sûcdar kiriye” hêjayî xelatê hat dîtin. Yukler bi nûçeya xwe bal kişandibû ser tundî, kuştin, destdirêjî, gef û binpêkirinên mafên jinan.

Di beşa “Xelata Jûriya Taybet a Nûçegihaniya Jinê” de jî nûçeya “Dayika ku bû şahidê mirina keça xwe ya bi destdirêjiyê rûbirû hatiye hiştin” a nûçegihan Arjîn Dîlek Oncel hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelata wêneyan

Di beşa “Wêne” de jî du wêne hêjayî xelatê hatin dîtin. Wêneyê “Dorpêç” ê rojnamevan Zeynep Kuray” ku parlementerên HDP’ê di dorpêça polîsan de bû yekemîn û hêjayî xelata hat dîtin. Di wêne de zextên dij-demokratîk dide nîşandan û zextên li ser HDP’ê vedibêje. Her wiha wêneyê bi navê “Wêneyê Tirkiyê” yê rojnamevan Fatoş Erdogan ku merasîma cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk girtibû hêjayî xelatê hat dîtin.

Wêneyê “Heskîf” ê rojnamevan Seda Taşkin jî ji bo beşa “Xelata Jûriya Taybet” hêjayî xelatê hat dîtin.

Beşa karîkaturê

Di beşa “Karîkatur”ê de jî karîkaturê Beşîr Geroglû hêjayî xelatê hat dîtin. Karîkaturê Kiymet Guven jî hêjayî “Xelata Jûriya Taybet” hat dîtin. STENBOL

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê