Monday, September 27, 2021

XELEK: Deqek wêrek e!

Romana Xelek (2021) a Şems Qemer romana nivîskar a duyem e. Hunera di edebîyatê de tîrbûn û lêhûrbûna di deqê de ye. Di romana Xelekê de, di her rûpel û her hevokê de Şems Qemer vê yekê bi xwendevanan dide jiyîn. Bikaranîna qitûtî ya vebêjeriyê di qeqên edebî de her dem xwendevanan ber bi hiş û jêrhişîya wan ve dibe. Xelek wek romanekê anku bi hecma xwe ya fizîkî, kurteromaneke ji gotin û vegotineke zêde û ne hewce dûr e. Bi gotineke dîtir di her hevokekê de çîrokeke dîtir heye… Her hevok xelekekê li yên beriya xwe zêde dike û xwendevên ber bi romaneke mînîmal ve dibe. Digel hemû nakokî û neliheviyan kodên lihevkirin û lihevbanînê di xwe de dihewîne.

Çîrokên ku carinan bi çend hevokan têne vegotin di nava romanê de wekî morîkên tizbiyekê dikevin ser hev û XELEKa mezin pêk tînin.

Di romanê de her tişt wisa bi lez û bez diqewimin, divê xwendevan bi jîrîtiya nivîsîna romannûs xwe bigihînin serê her sikak û kolanê… Ji ber vê yekê jî her çîrokek hebîna çîrokan ên bi hev re û seramonîyeke hebîna di romanê de dibin bersivên gelekî kurt ên pirsên heta tu bibêjî dirêj. Bersivên nivîskî ên kurt her daîm sînoran didirînin, diçirînin û dibezînin…Şems Qemer gelekî hayjêheyî sînoran dixe ‘wî halî’.

Nivîskar her çiqas di serî de hevdîtina lehengên xwe bi zimanekî û şewazeke jirêzê nivîsîbe jî di her hevoka li pey hevokê de bi xumamiya wê jiyana rojane dinixume. Her çîrokek bi ronahiyekê di romanê de hatiye meyandin. Derbasoka di nava wan de sînorê tarîtî û ronahiyê tevlihev dike û bêdengiya şevê ber bi xirecira rojane ve diherike…

Nivîskar di vegotina her çîrokekê de esil derê çîrokeke dîtir vedike ew xak û xala bi me tarî xuya dike wekî devê sindoqa zarokekî ‘boyaxçî’ vedibe û her tişt di rastiyê de ronî ye. Loma jî xeleka efsûnî û rastiyê di metnê de dikeve tev.

Di nava ronahiya metnê de ya ku di hin kêlîkan de rê û sikakan li ber çavên mirov reş dike, îroniyeke gelekî estetîk a “abê”yekî mirov sist dike û pencereyeke dîtir êdî dibe qiblegeha xwendevan.

Di îroniya metnê de tu êdî li dîwarekî asê hewl didî xwe bigihînî bizmarekî di bedenê de badayî lê di wê bêhnê de tu wekî xwendevanekî/ê vedigerî serî… Kîjan sikak û kolan bû ya ku nivîskar di ser re qevz kiribû? Kolanên ku qal dikir rastî bûn yan xeyalî? Kîjan zarokî kar kir di karê boyaxê de? Polêsan çi dixwestin? Yan jî û ya rast wê qelebalixiyê çi ji wan dixwest? Û bi van pirsan re xelek li ku û di kîjan kod û şîfreyan de ji me dûr diket û li ku wê xelekê em jî dixistin nava xwe? Di romaneke mînîmal de bêguman ev serkeftinek e heger nivîskar van pirsan û gelekên din bi xwendevanan bide pirsîn.

Bi van pirsan, di XELEKê de, Şems Qemer  rêya “Li ser xalîçeya dîwêr, xezalek li ber avê; çavek li avê dinêre, ê din li ber revê” dide ber xwendevanan jî…

Xelek, metneke gelekî wêrek a vê serdemê ye ku em newêrin peyvên xwe bi qitûtî bi kar bînin û em serî li vegotin û vebêjeriya “qirase” didin…

XELEK, romaneke mînîmal a wêrekiyê(!) ye..

*XELEK- Qemer, Şems, roman, 57 rp, Weşanên Avesta, 2021