Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

Xeletiya li ziman tê spartin

Gelek kesan bi gencîneyeke peyvan a teng paşgira ‘van’ê weke şûrekî ko dane destên xwe, li her navekî kurdî dizeliqînin, haya wan ne ji ziman heye, ne jî ji mantiq û ruhê kurdî

Yaşar Eroglu

Min gelek caran bi riya weşanê li ser paşgira ‘van’ û bikaranîna wê ya şaş dîtinên xwe anîn ziman. Lê bikaranîna şaş hê jî berdewam e û ez ê careke din li ser mijarê û bi hin aliyên wê yên nîqaşê rawestim.

Paşgira ‘van’ weke paşgirên din peyvçêker e. Bi serê xwe wateya wê nîn e lê dema li paş navdêrekê tê danîn navdêreke nû pêk tîne û wateyeke din li heyîna gotinên kurdî zêde dike û gencîneya kurdî berfireh dike.

- Advertisement -

Ziman hêmayeke zindî ye. Lê zêde dibe, tê dizê, diguhere, vediguhere, hin hêma jê tên jibîrkirin, wate diguherînin, transforme dibin û hwd. Bingeha van yekan serdem, hewceyî, zemîna bikaranînê û pêciriya (qabiliyet) ziman e. Guherîn û veguherîna ziman li ser vê zemînê pêk tê. Yên di qada ziman de serê xwe diêşînin vê rastiyê baş dizanin. Divê her guherîn û hewceyiyên nû li mantiq û xwezaya ziman re lihevkirî bin. Jixwe lihevkirî nebin weke organên bedenê yên protez, li bedenê weke organên resen rûnanên. Xav in, weke reş û spî lihevnekirî dimînin.

Asîmîlasyon û niştecihbûna li bajaran ku bi tirkî re rû bir û mane, di vî warî de jî gelek bandor li ser mantiq û têgihîştina kurdî kiriye. Vê bazara şêlî rê daye ku gelek kes li ser zimanê kurdî şiyar bibin, berê xwe bidin zimanê xwe. Heta vê derê kêfxweşî ye. Lê bûye sedem ku ew ne bi zanetî be jî araste bibin ser mantiqê li bajaran û bandora asîmîlasyona heyî û xeletiyên xwe weke rastî bispêrine zimanê kurdî-kurmancî.

Pirî caran bikaranîna paşgira ‘van’ bi mantiqa kurdî-kurmancî re nelihevkirî ye, xelet e. Paşgira ‘van’ diçe paş kîjan peyvê wateya berevanî, payîn û lêxwedî derketinê pêk tîne. Rewşên wê yên awarte jî hene lê giranî mantiqa sazkirina peyva ku nû hatiye dariştin wiha ye. Weke mînak; şivan, gavan, berxvan, golikvan, dergevan, baxçevan, bêrîvan, nêçîrvan û hwd. Hin peyvên awarteyên vê wateyê jî hene, weke; bilûrvan, şervan, dilovan. Ev peyvên li dawiyê, ji wateya berevanî, payîn û lêxwedîderketinê zêdetir pêkanîna nasnameya resen a peyvê (bilûr, şer, dil) tîne ziman. Çi awarte, çi ne awarte peyvên me li jor amaje kirin reseniya bikaranîna paşgira ‘van’ê didin xuyakirin. Yanî eger em bikevin şik û gumana bikaranîna paşgira ‘van’ê em dikarin wateya lê barbûyî ya di van peyvan de çareseriyê derxin. Şaneya rehik (kök hücre) a di vê mijarê de em serî lê bidin, ev peyv in.

Salên ku zimanê tirkî kete jiyana kurdan û kurd bi hebûn û zimanê xwe hesiyan vir ve, di qada bikaranîna zimanê me de xeletî û tewşî jî zêde bûn. Em dibînin ku her diçe peyvên wiha zêde dibin; guhdarvan, sitiranvan, kameravan, siyasetvan, berxwedanvan, rojnamevan, xwendevan, helbestvan û hwd. Bi rastî mantiqa van peyvên dariştî tewş in, eleqeya wan bi mantiqa kurmancî re nîn e. Ev yek bi dîtina me li jor diyar kir ku ziman zindî ye û diguhere re eleqeya wê nîn e, çûna ber bi xirabûnê nîşanî me dide.

Gelo ji ber çi? Em yek bi yek amaje bikin, ji ber çi ye:

Peyva guhdar jixwe heye û mebesta ku peyva ‘guhdarvan’ dihebîne lê bar e. Guh+dar= guhdar yanî kesê guh didê, bala xwe dide ser gotinê, bi gotina tirkî ‘dinleyici’. Ji bo ku peyveke sosyetîk bi kar bînin ‘van’ekî pê ve dikin. Jixwe navê guhdar hem têrê dike hem bi ruhê kurdî re ye. Em navlêkirinên weke sitiranvan, kameravan, siyasetvan, berxwedanvan, rojnamevan, xwendevan, helbestvan bidine aliyekî navên wan ên bimantiq û ruhê kurdî re lihevhatî hene: sitiranbêj, kamerakêş, siyasetmedar, berxwedêr, rojnameger, xwende-xwîner, helbestkar. Navê ‘xwendevan’ weke ‘guhdarvan’ pir ecêb e. Wateya xwende ev e; kesê ku xwendin û nivîsandinê dizane, tiştekî dixwîne. Yên navê xwendevan bi kar tînin ‘van’ekî pê ve dikin di rastiya xwe de dibe kesê ku berevaniya yên xwendinê pêk tînîn. Bi gotina tirkî dibe ‘okurcu-yazarcı’. Heman rastî ji bo ‘guhdarvan’ jî derbas dibe; yê bervaniya yên guhdariyê dikin. Bi gotina tirkî ‘dinleyicilik işi yapan, dinleyenci’. Gelo hewce ye ku ew qas êş û janê bi ziman bidine kişandan. Yanî ecêbiyeke ji ecêbiyan re bêjê rê bide min, dora min e. Haya bikarhênerên van navan nîn e ku kuştina zimanê xwe bi destên xwe dikin. Tu gotineke din hewce nîn e.

Gelek kesan bi gencîneyeke peyvan a teng paşgira ‘van’ weke şûrekî ko dane destên xwe li her navekî kurdî dizeliqînin, haya wan ne ji ziman heye, ne jî ji mantiq û ruhê kurdî.

Hûn bi baldarî lê mêze bikin hûn ê bibînin ku sitiranbêjî, kamerakêşî, siyasetmedarî, rojnamegerî, helbestkarî û gelek navên ku paşê paşgira ‘van’ lê hatiye zêdekirin karên weke gavan, şivan, dergevan û hwd bi berevanî û lêxwedîderketinê ve bên pênasekirin nîn in. Pîşe ne, pêciriyeke (qabiliyet) taybet dixwazin, ne ji rêzê ne, paşgira ‘van’ lê nayê û li ruh û mantiqa kurdî rûnanê.

Dema em lêhûrbûyî li ser van têgehan bisekinin, em dibînin ku piraniya wan pîşeyên ji bo erdnîgariya kurdan an nû ne yan jî daboriya wan ne pir kevn e. Jixwe ev xeletî, bi piranî çavkaniya xwe ji vê yekê digire. Gava hewceyiyên nû derdikevin pêş, bikarhênerên wan têgehan li ser mantiq û ruhê kurdiya wan ranawestin, berê xwe didine hêsaniyê. Hêsanî jî dibe xeletî.

Rewş dilê mirov disotîne. Kurdî bi destên kurdan tê xirakirin. Ên ku xira dikin giraniya wan, hay ji xirakirinê nîn in. Lê yên ji xwe re dibêjin zimanzan û xwedî xebat in serê xwe ji rastnivîs û rêzimanê ranakin, xwedî li pirsgirêkên zimanê xwe dernakevin, ji dûr ve lê temaşe dikin. Yek jî ji peywira wan ew e ku bi her amûrên pêkan, van pirsgirêkan rave bikin û bi metodên zimannasiyê hişmendiya zimanê rasttir ê ku dikare bê bikaranîn bixin rojeva kurdan.

Aqubet li serê kurdî be ku ew roj bên.