spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Batîfa û Kêşanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê daketin qadan

Êrîş û operasyonên artêşa tirk ku di 23’yê nîsanê de li Herêma Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin  41 rojan li dû xwe hişt û heta niha jî şer û pevçûnên li herêmê bi dijwarî didome. Li dijî van êrîşên dewleta Tirkiyeyê bertek û nerazîbûnên gel, sazî, partî û rêxistinên kurd her ku diçe zêde dibin û ev bertek veguherîn meş û çalakiyên li qadan.

Li dijî van êrîşên dewleta Tirkiyeyê xelkê Batîfa û Kêşanê derketin qadan  meş li dar xistin û bertek û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Başûr dan.

Dewleta Tirkiyeyê bê navber êrîş dibe ser Başûrê Kurdistanê, bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Xelkê Kêşanê ku dibe hedefa obûsên artêşa Tirkiyeyê, ji bo şermezarkirina êrîşan li Midûriyeta Navçeya Batîfayê li hev civiyan. Şêniyên herêmê nerazîbûna xwe ji rayedaran re ragihandin û piştre li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan. Xelkê herêmê bi taybetî ji bêdengiya rayedaran nerazî ne.

Dewleta Tirkiyeyê doh jî bombe li gundê Hirûrê barandibû. Ji ber bombardûmanê sivîlê bi navê Ramazan Elî birîndar bûbû. Birîndar rakirin nexweşxaneya li Zaxoyê.