Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Xemgîniya salan nayê veşartin

Li Kurdistanê têkiliyên rojane, bi gemahiya civakê re dibûn sedem ku ez bêtirîn berheman biafirînim. Dem li Ewropayê pir teng e û têrê nake ku mirov hestên xwe berhev bike

Rizoyê Xerzî

Hunermend Ebas Ehmed di muzîka kurdî de xwedî cihekî taybet e. Hunermend bi qasî berhemên xwe, bi jiyana xwe jî balê dikişîne.  Di deng û awazên wî de xemgîniya salan xwe dide der.

Hunermend di navbera salên 1989 û 1996’an de 5 albûm derxist û piştî ku çû Ewropayê êdî nema albûman derxe. Ehmed niha li Almanyayê dijî û têkildarî hunera xwe û serpêhatiyên xwe ji rojnameya me re axivî.

Ebas Ehmed wiha behsa serpêhatiyên xwe yên muzîkê kir: “Du hevalên min yê zaroktiyê hebûn û ta roja îro jî hene; Bedirxan û Izedîn Temo. Me rojên xwe yên welat bi hev re derbas kirin, me li hemû hunermendan guhdar dikir û berhemên wan rexne û şîrove dikir. Me bi hev re jî stran digotin, lê min hêdî-hêdî dinivîsand û muzîk ji xwe re çêdikir. Di destpêkê de min newêrîbû ku wan stranan bikim berhem. Ji ber ku min digot ku ev barek û berpirsiyarìyeke mezin e, lê bi alîkarî û piştgiriya gelek hevalan ku rê û rêçik dane ber min û min dest bi gava yekem kir di sala 1989’an de. Ji xwe bavê min  ta 15 saliya min nerazîbûna xwe diyar dikir, lê paşê ji stranên min hezkir û li wan guhdar dikir. Dayika min ji destpêkê ve ji stranên min hez dikir û piştgiriya min dikir.”

 Her tişt li biyaniyê ciyawaz e

Ebas Ehmed têkildarî rêwîtiya xwe ya Ewropayê û muzîkjeniya xwe wiha got: “Welatên biyan her çiqas xweş bin jî ji welatê mirov xweştir nîn in. Piştî evqas salên dirêj min jinûve, hêdî hêdî xwe hînî tiştên xweş û nexweş kir. Her tişt li biyaniyê ciyawaz e û ji bo ku mirov xwe wek ku kes û wek hunermend biparêze berxwedan divê. Rojane ez vê xewnê dijîm ku rojekê li welatê xwe razêm û li wir jî şiyar bibim. Û nema bi yekcarê re hestên biyan nêzî dilê min bibin. Welat di her kêliyê de ji bîra mirov naçe. Zaroktî, gund, hemû bîranîn nayên jibîrkirin.”

 Civak dibe sedema afirîneriyê

Hunermend piştî salan di sala 2017’an de bi daxwaznameyekê li başûrê Kurdistanê konserekê li dar dixe. Ehmed têkildarî jidûrketina welat û afirandina berheman ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê têkiliyên rojane, bi gemahiya civakê re dibûn sedem ku ez bêtirîn berheman biafirînim. Lê jiyana Ewropayê ya rojane û şêweyê têkiliyan rê nade ku mirov salane yan jî her du salan berhemekê biafirîne. Li milekî din û ya herî girîng dem e. Dem li Ewropayê pir teng e û têrê nake ku mirov hestên xwe berhev bike.”

 Gotin û awazên ji dilê xwe

Hunermend destnîşan kir ku bê dibistan û mamoste hînî muzîkjeniyê bûye û wiha axivî: “Di destpêkê de biryara min bû ku ez weke ciwanekî kurd jiyanê rexne bikim. Di rûyê wê de biqîrim ku ez dest bi strangotinê bikim. Her wiha gotin û awazên wan ji dilê xwe çêkim. Jixwe ez bê dibistan û mamoste fêrî muzîkê bûm. Min li hemû hunermendê devera me guhdar dikir û yên biyan jî. Û nerîna min ew bû ku hunera kurdî pêdiviya wê bi nûjeniyê heye û hewldana min jî ew bû ku li gorî derfet û karînên xwe gavekê di hunera kurdî de bidim û rengê xwe bidim avakirin.”

 Bandora helbestan a li jiyanê

Ebas Ehmed got ku têkildarî stranên ku di albûmên xwe de gotiye û berhemên xwe wiha got: “Jixwe bêtirên gotinên stranên xwe ez bi xwe dinivîsim. Her wiha min ji helbestvanên wek; Ahmet Arif, Osman Hemo û Tengezar Marînî jî gotine. Helbestên ku ez dinivîsim bi xwe kêlîkên min in û bandora jiyanê ne li min. Û eger ez helbesteke ku yekî din nivîsandibe bêjim; divê ku ew helbest min bi ber xwe ve bikşîne.”

 Hest û nûnertiya deng

Dema mirov stranên hunermend guhdar dike xemginiyeke mezin hîs dike û Ehmed têkildarî mijarê wiha axivî: “Min her hewlda ye ku hestên min nûnertiya dengê min bikin û ji xwe ya girîng jî jiyan û xemgîniya salan di kesayeta min de nayê veşartin.”

Taybetiyeke din a muzîka hunermend jî ew e ku di stranên xwe de gelek amûrên rojavayî bikar aniye û got ku armanca wî ew e ku ji çêja stranên kurdî bihêle ku hestên vebêje.

Hunermend da zanîn ku di demên dawîn de bi amadekirina du videoklîba re mijûl e û amadekariyan dike ku di demeke kurt de bi stranên xwe bigihêje hezkiriyên muzikê.