24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xerîb Hiso: PDK’ê sûcekî neteweyî dike

Hêzên PDK’ê di 24’ê Tîrmehê de bi çekên giran êrişî herêma Çarçêla ya Metîna ya herêmên HPG’ê yên li Başûrê Kurdistanê kir. Êrişên hêzên PDK’ê piştî 3 mehan ji êrişên bênavber ên TSK’ê li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê pêk hat. Li gorî HPG’ê artêşa Tirk derbeyên giran li Avaşîn, Zap û Metînayê xwarin.  HPG’ê eşkere kir ku di encama şerê 3 mehên borî li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de 494 leşkerên TSK’ê hatin kuştin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî êrişên PDK’ê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.  Hiso diyar kir ku TSK’ê ji 3 mehan zêdetir e êrişî Başûrê Kurdistanê dike û wiha got: “PDK’ê sînorê têkiliyan derbas kir û bû şirîkê Tirkiyeyê. Ev hevkarî li ser gel û civaka Kurdistanê xeteriyeke mezin e. Civaka Kurdistanê ji zêdetirî 3 mehan ve hişyariyê li ser siyaseta şaş  û xeteriya hevkariya PDK’ê bi Tirkiyeyê re dide ku nakevin xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê.”

Hiso bibîr xist ku PDK’ê siyaseta yekalî dimeşîne û bû şirîkê fermî yê dagirkeriya Tirk û wiha axivî: “Siyaseta ku PDK’ê dimeşîne nakeve xizmeta berjewendî û hêviyên gelê Kurd. Lê belê dikeve xizmet û ajandeyên dewleta Tirk a dagirker. Gelê Kurd û Kurdistanê û tevahî hêzên Kurd gelek caran bang li PDK’ê kir ku hêzên xwe neşîne herêmên HPG’ê û herêmên ku şer têde rû dide. PDK’ê tu girîngî neda van bangan û hêzên xwe yên taybet sewqî wan herêman kirin. Tişta ku em dibînin, Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê derbeyên giran dixwin û nikare li hember HPG’ê li ber xwe bide. PDK’ê hewl dide binketina xwe ya siyasî li Başûrê Kurdistanê bi êrişên li dijî PKK’ê binixumîne. Tirkiye êrişî Başûrê Kurdistanê dike û li ser destên HPG’ê derbeyên giran dixwe û PDK’ê hewl dide şerê navxweyî çêke. Ev hemû di demekê de ku gelê Kurd hewl dide yekitiya xwe li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kurd û Kurdistanê de pêk tên, çêbike.”

Xerîb Hiso li dawiyê bang li tevahî hêz, partî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ciwan û çandî yên li başûrê Kurdistanê bi taybet û Kurdistanê bi giştî kir ku helwestên xwe ji siyasetên PDK’ê eşkere bikin.

Navenda Nûçeyan