Rojnameya Heftane

Xerîbiya awêneyê

Bi çavên xerîban li te dimêzîne yan jî bi çavên xerîb, ecêb, kor, nîvkor, şaşwaz… Kî ye ya ku bi çavên ecêb û elewat, ji nav xerîbî û nenasiya bêdawî li te dimêzîne, di tevî awêneyan de? Ev demek dirêj e, tu bi xerîba di awêneyan de hesiyayî. Tu tam dema wê nizanibî jî rojek te hew dît ku wa ya di awêneyan de li te dimêzîne xerîb e… Paşê tu hinek veciniqî, paşê te got “Na lê! Tiştek wiha nabe. Way wêya ez im û li xwe dimêzînim û ew li min dimêzîne.” Tu zêde li ser nesekinî jî. Lê her cara te li awêneyan mêze kir; tu rastî wê xerîba ecêb hatî. Westiyayî bû, bêdeng bû, bênavnîşan bû li te dinêrî. An jî bê nasname… Te nizanibû ew kî ye, wê nizanibû tu kî yî? Te nizanibû hûn ji kengê ve bûne xerîbên hev û çima? Çima hevnasîn qediyaye?

Wisa xerîb neyê ji min re ey xerîbî

di awêneyan de melûl melûl

Bêje kî me kir xerîbên hev

li gorî ku çavên min li serê te

yên te jî li serê min in em ji derek digihîjin hev

lê çima tu wisa xerîb î û ken bi rûyê te nakeve

wekî ku tu qet nekeniyabî ey xerîbî!

Tim wiha westandî û matmayî bî li awêneyan

wekî ku tu û rûyê xwe

rûyê min

zanîngeha xerîbiyê bin

xerîbiyek bêken

Qey xerîbî timî nikare bikene wiha

di awêneyan de…

14.01. 2020

Tu pênc roj û şevên dirêj kuştî mayî lê ji bo nekevî bin axê, du heval ji ber serê te ranebûn. Dema tu dihatî ser hemdê xwe, awêne dihat bîra te, te dixwest rûyê xwe bibînî. Wê xerîbê, wê nasê! Lê tu wisa bêmecal bûy ku te nekarî bêjî ka awêneyek bidin ber rûyê min lê tu karibûyayî jî te yê ji şerman negota, tu wek miriyan bûy û te awêne dixwest, meraqa çav û birûyan, lêv û pozî dikir.

Dê wiha bigotana. Loma jî te di çend kêliyên bêmecal lê şiyar de ev daxwaza xwe, wek qaşilê gûzê daqurtand. Çi bû, çima te dixwest di wê rewşê de jî xwe bibînî? Qey xwenedîtin, xerîbî û tenêtî bû li çolan? Paşê jî kêfa te hat. Ji dêvla kêfa awêneyê, kêfa te hat ku way tu dixwazî wê bibînî? Wê bibînî yan jî rûyê xwe? ‘Her duyan jî’ ne? Lê dîsa jî lêgerîna li awêneyê jî û mayîna bê wê jî xweş bû di wan rojên nexweş ên li nav zivistanek zor û pêxas de.

Zivistana pêxas nexweş bû di canê te de

Ne li ser hemdê xwe ne bê hemdê xwe

Xwe digevizand di nav toz û tubarê de

Her tişt diperpitî dema ew diperpitî

Ji wan rojên zer û zemherî û bêhêvî

Ka tu li ku yî ka?

Wekî pepûkek wiha dixwend te

Li ser kavilên her tiştî

Te ji kê re digot, ji kê dipirsî

Tu li ser kê dinaliyayî kesê nedizanî

Ka tu li ku yî ka? Kî bû ew kî bû?

Pepûktî çima evqas bi van gotinan li bejna te hatibû?

Bi çavên bêkêf li kê digeriyayî

Min li bin çavên xerîbiyê bi tenê nehêle

Wiha bi ser min de neyê ey xerîbî

zivistan pêxas ez nexweş im.