Monday, September 27, 2021

Xetereya niha ji ya 12’ê Îlonê girantir e

Yek ji mexdûrê Darbeya 12’ê Îlonê Hevserokê Komeleya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş e. Bariş têkildarî darbeyê û rewşa îro ji bernameya Podcesta Xwebûnê re axivî. Bariş destnîşan kir ku xeteriya niha ji ya 12’ê Îlonê girantir e.

Di 12’ê Îlona sala 1980’yî de li Tirkiyeyê ji aliyê Serfermandarê Giştî yê Leşkerî Kenan Evren û hin fermandarên din ên payebilind darbeyeke leşkerî pêş ket. Di heman rojê de Parlamento hat girtin, destûra bingehîn ji meriyetê derket û deriyên partiyên siyasî kîlît kirin. Li Tirkiyeyê cûnta leşkerî hat îktîdarê. Di encama cûntaya leşkerî de, hovîtiyek mezin çêbû. Bi sedhezaran mirov hatin girtin û îşkenceyên giran li wan hatin kirin. Bi qasî 650 hezar kes hatin binçavkirin, milyonek û 683 hezar kes jî weke kesên xeter hatin deqkirin ango qeyitkirin. Ji bo 7 hezar kesan cezayê dardakirinê hat xwestin. 50 kes hatin dardakirin. 14 hezar kes ji welatiyê Tirkiyeyê hatin derxistin û 30 hezar kes jî derketin derveyî welat û bûn penaber. 856 kes bi îşkenceyan û di şer de hatin kuştin. Tirkiye û Kurdistan bûn girtîgehên servekirî. Girtîgehên heyî jî veguherîn îşkencexaneyan. Yek ji van girtîgehan jî Zindana Amedê bû.

Di vê demê de li Kurdistanê kiryar û pêkanînên pir dijwar û veşartî pêk hatin. Zihniyeta qedexeker a 12 Îlonê pirsgirêka kurd înkar kir. Zimanê kurdî qedexe kir û pêvajoya ku bû sedema kuştina bi deh hezaran kesan da destpêkirin. Zirara herî mezin a darbeya 12 Îlonê kir bela serê Tirkiyeyê, destûra bingehîn a leşkerî bû. Piştî darbeyê, li gel hiqûq û kiryarên 12 Îlonê pir tên rexnekirin jî hemû hikumetên ku hatin ser desthilatdariyê, destûra bingehîn a leşkerî neguhertin. Yek ji mexdûrê Darbeya 12’ê Îlonê, Hevserokê Komeleya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş e. Bariş têkildarî darbeyê û roja îro ji bernameya Podcesta Xwebûnê re axivî. Bariş destnîşan kir ku xeteriya niha ji ya 12’ê Îlonê girantir e.

Darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê çawa pêş ket? Beriya wê rewşeke çawa hebû û bi xwe re çi anî?

Lîstik, dek û dolabên di 12’ê Îlonê de pêş ketin di esasê xwe de ji Osmaniyan bigire heta îro jî hene. Piştî endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê ya di sala 1952’yan de rewş guherî. NATO’yê wan (Dewleta tirk) her tim ji bo xwe bi kar anî. Di nav vê pergalê de hêzekî tarî her tim hebû. Ji osmaniyan bigire heta Komara Tirkiyeyê gelek komkujî pêk hatin. Heke hişmendiyeke wiha hebe bêguman dê bi xwe re darbeyeke 12’ê Îlonê jî bîne. Dîsa tevgerên ciwanan li Ewropa, Spanya, Portekîz  û welatên din her wiha li Rûsya û hwd. deverên din pêş ket. Bandora xwe li Tirkiye û Kurdistanê jî kir. Wê demê bi van tevgerên ciwanan re li Tirkiyeyê lebitandinek çêbû. Di salên 70’yî de tevgerên çepgir ciwanên tirk gelekî bi hêz bûn. Fedayiyane tevdigeriyan. Mînaka vê yekê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û hwd bûn. Lê pêşiya wan birîn. Di vir de nasîna xwendekarên kurd ên bi van kesayet û koman re jî çêbûn. Ew jî tev li wan bûn û hin ji xwendevanên kurd bi serê xwe kom û rêxistinên xwe ava kirin. Dest bi têkoşînê kirin. Wê demê pir kom derketin. Mîna; DDKO, KAWA, KUK, Rêya Azadiyê, Rizgarî û hwd. herî dawî PKK derket holê. Ji ber vê yekê van tevgeran di nava civakê de kelecanek jî dan avakirin. Li gel vê jî dewlet û hêzên bi NATO û Giladyoyê ve girêdayî hebûn û pêşketina tevgerên ciwanan nexwestin. Di tasfiyekirinê de heke dewletê bi xwe pêk bianiya dikir. Lê nikarîbûya jî bi alîkariya NATO û Giladyoyê van tevgeran tasfiye dikir. Di heman demê de hêzên emperyal li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriyan. Salek beriya darbeyê lazim bû Kenan Everen teqawîd kiribûna, lê ev yek nekirin. Bingeha 12’ê Îlonê amade kirin û pişt re darbe kirin.

Mirov dikare bibêje Darbeya 12’ê Îlonê di heman demê de mudaxaleyek li dewlet û gelê Tirkiyeyê bi xwe bû?

Bêguman erê. Di nava civakê de dînamîkên herî tûj kîjan bûn ew kirin hedef. Kî ne ev? Çepgirên tirk û tevgerên kurd ên ku têdikoşiyan bûn. Lê ev rewş ji bo hêzên desthilat û emperyal xetereyek bû. Dîsa ji dewleta osmanî heta roja îro civaka kurd nehatiye qebûlkirin. Ji derveyî vê bi darbeya leşkerî kirin ku pelên daran nelibitin. Civak xistin bin kontrola xwe. Parlamento, burokrasiya dewletê, saziyên dewletê xistin bin kontrola xwe. Li milê din ên demokrat, sosyalîst, sosyal demokrat, rewşenbîr, nivîskar, hunermend ew kesên ku hinekî bala wî li ser ronakbîriyê hebû tev kirin hedef. Ev darbe li dijî desthilatiyê û muxalefetê hat kirin.

Ji Darbeya 12’ê Îlonê û heta niha xeteke îslamîparêst pêş ket û îro jî li ser desthilatiyê ye. Mirov dikare bibêje bingeha desthilatiya îro ji wê demê ve hatiye avêtin?

Bingeha wê ji salên 66-67’an û pê ve hat avêtin. Lewra ev qedroyên ku îro dewletê bi rê ve dibin hemû jî yên wê demê dixwendin û xwe gihandin bi xwe ne.

12’ê Îlonê herî zêde li ser kîjan beşa civakê bandor kir?   

Darbeya 12’ê Îlonê destpêkê bandor li ser çepgiran kir. Li derve û li zindanan bandor kir. Zindana Amedê ji bo tunekirina kurdan ji xwe re kirin labaratûvarek. Ekîba Esat Oktay ji bo bi tundiyê her kesî teslîm bigire. Ji bo vê jî hemû rê û rêbaz ceribandin. Siyaseta kurd bedelên mezin dan. Lê li dijî darbeye û bergala ku dixwestin bidin avakirin. Şoreşgerên kurd li ber xwe dan û serhî hildan. Ev berxwedan moral û motîvasyoneke mezin da civaka kurd û da tevgera xwe.

Heke Tevgera kurd, PKK derneketa derveyî sînor, xwe xurt nekiraya, hem li zindanê hem jî li derve berxwedanek pêş nexista ya dê bandorek çawa bikiraya. Ev darbe dê bigihiştana armanca xwe?

Niha bi derneketinê îhtimal e ku xwe parastibana. Di hundir de jî ev parastin bihata kirin dîsa jî ev zaîyat dê heba. Lê dibe ku zêdetir bûya. Lê him bi derketinê û him ji bi berxwedana qadroyên pêşeng ên li zindanê, hem çalakiyên ku hatin kirin, hem jî rojiya mirinê îradeyeke xurt ava kir. Xwe hêj zêde bi rêxistin kir. Hêj zêde zane kir. Ev îradeya ku derket pêş ancama ku îro bi sedhezaran û milyonan li dora vê tevgerê kom bibe, bicive bi xwe re anî. Ew kesên li ser birdoziyeke din jî, vegeriyan ser vê xetê.

Tu bi xwe jî mexdûrê Darbeya 12’ê Îlonê yî. Tu vê berxwedana ku li dijî darbe û hişmendiya 12’ê Îlonê pêş ket, çawa dinirxînî?

Ez deh salan girtî mam. Bêguman pergal bi her awayî bi ser girtiyan de hat. Her rêbaz bi kar anîn. Li dijî wê jî berxwedaneke bêhempa pêş ket. Hin kesên ku ji zindanê derketin jî ev berxwedan û têkoşîna xwe li derve jî meşandin. Hin kes jî li gorî derfetên xwe tev li têkoşînê bûn. Lê pergalê jî bi her awayî xwest kesên li ber xwe dide, bixe. Hin ji wan kesên ku ji zindanê derketin dûr ketin û hin ji wan zivirîn dijberî xwe. Lê ew kesên ku bi bawerî, çand, ziman û nasnameya xwe ve girêdayî hêj li ber xwe didin û têdikoşin. Dîsa ev tevger tenê bakurê Kurdistanê eleqedar nake. Li parçayên din û tevahiya cîhanê belav bûye. Têkoşîneke demokratîk dimeşîne. Ev pergal her çiqas bi vê hişmendiya 12’ê Îlonê bi ser vê tevgerê were jî dê di encamê de ev tevger bi ser bikeve. Lewre xwediyê vê axê, vê çandê ev gel e. Gel û zarokên vî gelî li nirxên xwe xwedî derdikeve. Ji ber vê sedemê ez bawer im dê pêşketinên mezin pêk bên û bandora xwe jî li ser Rojhilata Navîn bike.

Di ser darbeyê re 41 sal derbas bûn. Rewşa wê demê ya pergala Kenan Evren û ya îro Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan tu bîne ber hev û binirxînê tu dê çi bibêjî?

Dema Kenan Everen darbeya leşkerî kir, pelê daran nedilebitîn. Her tişt di destê leşkeriyê de bû. Ev rastiyek e. Wê demê tevî meclisê hemû saziyên dewletê xistin bin kontrola xwe. Lê her çiqas ev kirin jî heta guherîna zagonê li gorî zagona heyî ya bingehîn tevdigeriyan. Her tişt leşkerî bû lê darizandinek hebû. Dibe ku hin dadger û dozgerên leşkerî li gorî xwe darizandinek dikirin lê bi giştî darizandinek hebû. Lê îro serokkomar bi devê xwe dibêje, “Çi makezagon” ango makezagon tune ye. Ji roja ku ev gotin heta niha 6 sal in makezagon tune ye. Yasa tune, qeyde û qûral tune, tenê kêfiyetek heye. Ev kêfiyet li ser biryar û darazê pêk tê. Gotineke serokkomar ji bo her tiştî bes e. Bila kes xwe nexapîne, rewş ev e. Ewqas siyasetmedarên îradeya vê civakê di zindanê de ne, ma qey qanûnê gotiye ev sûcdar in? Na. Ne di dîroka komara tirk de, ne jî di serdema osmaniyan de tiştekî wiha tune bû. Niha bi sedhezaran hêzên xwe yên taybet ên leşkerî yê girêdayî xwe ava kiriye. Ev xeteriyeke mezin e li pêşiya vê civakê.

Xeteriya niha ji ya 12’ê Îlonê zêdetir e?

Belê xeteriya niha ji ya 12’ê Îlonê qat bi qat zêdetir û girantir e. Ez vêya ne ji bo çavtirsandinekê dibêjim. Tecrubeyên me yên jiyanê vê dide xuyakirin. Ji roja ku min xwe naskiriye heta niha, min tiştekî wiha nedîtiye. Bi her awayî, her tiştî qedexe dikin.

Li hemberî vê pergalê, ji bo derbaskirina vê rewşê wekî civak, siyaset, saziyên civakî û hwd. Lazim e çi bikin û çi bê kirin?

Niha li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke demokratîk heye.  Lê kesên ku dibêjin em muxalîf in hişmendiyeke wan hebe û di têkoşîna xwe de durust bin, bi hêzên demokratîk re tifaqek bê kirin, hêzeke xurt derkeve holê dê ev xeteriya ku min qal dikir kêm bibe. Li kolanan be jî ev civak wê li ber xwe bide. Bêguman hewcehî bi têkoşîneke mezin û demokratîk heye. Ev ne tenê bi civaka kurd, bi hemû civakên li Tirkiye û Kurdistanê pêkan e. Li ser vê bingehê rêxistin, xebat û têkoşînek bê meşandin teqez wê serkeftinek çê bibe.

Li Zindana Amedê li ser şoreşgeran îşkenceyek zêde pêk hat. Girtiyan berxwedaneke bêhampa pêş xistin. Niha mexdûrên zindanê dixwazin zindanê bikin muzeyek hafizayê. Xebatên Komeleya 78’an di vî warî de çi ne?

Serokkomar got ‘Divê ew der bibe navendeke çandê. Lê beriya niha me gelek caran serlêdan kirin û me xwest ev yek bibe Muzeya Hafizaya Zindana Amedê. Di her buhosta zindanê de serpêhatî û dîrokek  heye. Ji bo ku bibe muze xebatên me hene. Xebat didomin. Lê niha li pêş me astengiyên gelek mezin hene. Dewlet û desthilat jî dixwazin vir bikin navendeke çandê. Armanc dikin ku wê hilweşînin û wê hafizaya Zindana Amedê ji hişê civakê bibin. Lê em ê jî heta dawiyê destûr nedin vê yekê û xebatên ji bo bibe muze pêş bixin.