Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Xewn

Mem Farqînî

Amed, gava amedekariya xewê dikir û ewil çû diranê xwe şûşt saet dozdeh û nîvê şevê bû. Beriya ku were têkeve nav livînan wek her carê çû ber paceyê. Pace vekir û li wir çend deqe sekinî. Piştre serê xwe rakir û li asîmanan mêze kir. Di vê navberê de bayekî hênik wek kûçikekî kedîkirî rûyê wî alast. Wek keçikek têgihîştî ramûsanek danî ser lêvan û derbasî hundir bû.

Stêrkên li asîmanê şîn ji alîkî ve dibiriqîn û ji alîkî ve jî bi nazdarî ji Amed re çav dişikandin. Wek pêtên di nav agir de bin disincirîn. Di her kêliya derbasbûyî de çavên wî hînî tariya şevê dibûn. Her ku çavên wî hîn dibûn deryaya stêrkan li ber çavan firehtir dibû.

Ji mehan çile bû. Bi gotina pîrika wî kanûna paşîn. Wisa bû ku hindik mabû çile jî xilas bibe. Lê belê heta aniha carekî jî li gor çileyên salên berê ne berf ne jî baran bariyabû. Û Amed ji ber vê bi têra dilê xwe di bin baranê de negeriyabû. Şilo û pilo nehatibû malê. Wan kuliyên berfê li ber deriyê malê ji ser xwe paqij nekiribû, xemgîn bû. Pîra wî û ew gotinên li ser meha kanûna paşîn an jî çileyê hatin bîra wî. Wek ku di guhên wî de dilorand çavên xwe girt. Ji wana yek dido wisa bûn;

 “Kanûn e, ew kanûn e

 Berf tê ji asîman e

 Qira edeb û însan e”

“Kanûnê ji xwe xeber da

 Ez im seqa erdan

 Ez maf im li ser çiqas daran”

Çav lê tije bûbûn. Xweziya xwe bi wan rojan anî. Di rastiya xwe de zêdetir di bin barana biharê de digeriya. Ji barana biharê hez dikir. Dibe ku, bi van baranan ax, xweza,, carek din, zindî bibe. Dibe ku sedem tiştek din be. Baş nizanibû. Lê sedem çi dibû bila bibûya cihê biharê li ba wî cuda bû.

Ev nîvê şevê jî gava li asîman mezê dikir bi hêviya dê baran bibare mêze dikir. Lê asîman sayî bû. Çend deqe bi vî awayî sekinî. Di navberê de çiqas dem derbas bûbû nizanibû. Lê gava ferq kir ku ev bayê hênik di nav de derbas dibû û ew ê serma bigire hêdîka paceyên vekirî girt û bi xemgînî ket nav livînên xwe.

Ketibû nav livînan lê xewa wî nedihat. Xwe geh bi vî alî geh jî bi aliyê din ve dizivirand. Dem hat wisa bû ku dil hebû lihêfa li ser xwe biavêje rabe cilên xwe li xwe bike û xwe li kolanan bixe. Lê çawa bû ew bi xwe jî nizanibû. Ji nişka ve zarokatiya wî hatibû bîra wî. Gava demsal bihar bû û baran dibariya gîzmeyên xwe ji piyên xwe derdixistin û pêxwas di nav rezên li jora mala wan de bû, bi vî alî û wî alî de bazdida. Di nav çamûrê de xwe digevizand. Dest ji lotikên xwe bernedida. Lota ku bêhn li xwe diçikand.

Helbet piştî vê dilşadiya xwe ya di bin baranê û di nav çamûrê de derbas kiribû, ji bo viya çi qas lêdan xwaribû ji rehmetiya diya xwe tenê ew û xwedê dizanin. Di vê nîva şevê de dema ev hatin bîra wî bê hemdî çav lê tije bûn. Ev çend sal bûn diya wî rehmet kiribû hê jî dema dihat bîra wî çav lê tije dibûn. Îşev bi taybetî te digot qey ji bo bigirî li hincetan digeriya. Ji dêvla baranê dixwest rondikên çavan birijîne. Lê di dawiya dawîn de ev jî pêk hat; negiriya. Hest di qirika wî de bûbûn girêk û wisa mabûn.

Carna bi xwişkên xwe yên mezin re diçûn nav van rez û zeviyan; xerdel, nanê çûçê, pirpar, tirşok, sîrim, binerdik, tolik, dojnik û gelek cureyên pincarên din kom dikirin. Piştre pincarên kom dikirin dianîn malê. Diya wan jî bi van pel û pincaran gelek xwarinên xweş çêdikirin. Carna di nav rûn de diqeland carna jî dikeland. Dikir nav savar an jî rasterast li ber xwarinek wek şînahî datanî ser sifreya xwarinê. Lê her car ji van pincaran xwarineke cuda û tehmeke niwaze derdixist. Ev cureyên xwarinê pir li xweşa wan bi taybetî jî ya Amed diçû. Dayika xwezayê dida wan û ew jî li ber vê camêriya xwezayê hurmetdar bûn. Te digot qey di navbera wan de peyamek veşarî heye.

Di biharê de dema di bin baranê de digeriya, her dilopek baranê te digot qey giyanê wî dişûşt, wî ji nû ve diafirand. A niha êdî ew xemgîniya wî çûbû, kêfxweşiyek dewsa vê xemgîniyê girtibû. Bi vî awayî, kengî û çawa di xew re çûbû nizanibû.

Lê belê gava bi dengekî xurt û bi gurmegurma birûskan ji xewê şiyar bû, heyirî. Di serî de got qey xewnê dibîne. Lê na ne xewn bû. Deng hê jî dewam dikir. Guhên xwe bel kirin. Deng dengê peşkên baranê bûn. Li paceya girtî dixist. Serê xwe ji ser balgî rakir. Li wî alî mêze kir. Xwest derve bibîne. Lê na, ev ne hêsan bû. Ji bo derve bibîne ji nav livînan derket. Bi çavên nîvxewî ber bi paceyê ve çû û paceya girtî vekir. Ev ne xewn bû. Baran dibariya. Bi vekirina paceyê re peşkên baranê li ser çavan xist, ew şil kir. Lê şilbûn ne xema wî bû, di vê nîvê şevê de.

Bi kêfxweşiyeke bêhempa ji bo qederek li ba paceya vekirî sekinî. Li gengê baranê guhdarî kir. Destê xwe ber bi derva ve dirêj kir. Pêre peşkên baranê ketibûn kefa destên wî. Çend peşkên baranê di nav destan de gihîştibûn hev jî. Piştre vegeriya ket nav livînên xwe. Û bi vê dilaramiyê di xew re çû.

Gava serê sibê ji xew şiyar bû hê jî baran dibariya. Qederek ji nav cihê xwe yê germ derneket. Çavên xwe jî venekir. Tenê dixwest dengê vê barana pîroz guhdarî bike. Li gor berê demeke dirêj di nav cihên xwe de ma û li senfoniya baranê guhdarî kir.

Dawiyê rabû ser xwe. Ji nav livînên germ derket. Çû dest û ser çavên xwe şûştin. Cilê xwe yê rojane li xwe kir. Derî vekir û derket derve kuçeya bi baranê şil bûbû li pêşiya wî dirêj dibû. Di bin vê barana pîroz de ji bo xwe ji nû ve biafirîne, bi her dilopek baranê ji bo giyanê xwe bişo dest bi meşê kir.

Dema dimeşiya destê xwe kir bêrîkên saqoyê xwe. Bi fîqê strana kolanên vî bajarî lê da û meşiya çû…

*Ji girtîgeha Rihayê