Friday, September 17, 2021

Xewnereşka desthilatdariyê

Dûrket Suren

‘Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya!’ Şev nîvê şevê ajansên nûçeyan bi sernaveke wisa nûçeya ‘darbeya şevê’ radigihandin. Nîvê şevê ya 20’ê Adarê… 3 roj beriya wê parlamenteriya parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû betalkirin, der barê HDP’ê de doza girtinê hatibû vekirin, rojeva siyaseta Tirkiyeyê di nav kelekelê de bû. Ev krîz têrê desthilatdariya Tirkiyeyê nekiribû û careke din bi biryanameyeke serokkomariyê ya nîvê şevê li dijî jiyana jinan darbeyek kirin!

Ji dema ku Tirkiye Peymana Stenbolê îmze kiriye heta niha ev peyman ji rojevê neketiye. Peymana Stenbolê heta sala borî ji ber ku nedihat bicihanîn û tundî û kuştinên jinan di rojevê de bûn, lê di nav salekê de hem ji ber tundî û qetlîamên jinan ên hatine asta qirkirina zayendî, hem jî ji ber ku ji hêla zilamên AKP-MHP’ê ve dihat xwestin were betalkirin di rojev û çalakiyên jinan de bû. Peymana Stenbolê çi bû? Çi heye tê de? Çima dema hat îmzekirin rayedarên AKP’î bi şanazî peymanê dan nasîn û niha li şûna peymanê bidin sepandin xwe ji peymanê vekişandin?

Taybetmendiya sereke ya peymanê

Piştî têkoşîna salan a jinan Peymana Stenbolê yanî “Peymana Konseya Ewropayê Ya Pêşîlêgirtin û Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinan û Tundiya Di Nav Malê De” di 11’ê Gulana 2011’an de li Tirkiyeyê ji îmzeyê re hat vekirin. Meclisa Tirkiyeyê peyman di 14’ê Adarê ya 2012’an de qebûl kir û di 1’ê Tebaxa 2014’an de jî xist meriyetê. Ji ber ku destpêkê Tirkiye peyman îmze kiriye, navê wê Peymana Stenbolê ma. Heta tîrmeha 2020’î di nav 46 welat û ji hêla Yekitiya Ewropayê ve peyman hatiye qebûlkirin û li 34 welatan jî hatiye erêkirin.

Taybetmendiya peymanê ya sereke ew e ku di qada navneteweyî de yekem car peymaneke girêdayî dijderketina li ser tundiya jinan e. Bi peymanê re tundiya li ser jinan cara yekemîn bi zelalî weke binpêkirina mafên mirovan û cudakiriyê tê pênasekirin. Ji bo jinan li dijî tundî, cudakarî û li dijî binpêkirina mafên mirovan mîna makeqanûnekê ye Peymana Stenbolê. Li dijî tundiya derûnî, aborî, şopandina bi israr, tundiya fizîkî, tecawiz, zewaca bi zorê, suneta jinan, ferzkirina kurtajê, xesandina bi zorê, zayendparêzî… yanî bi kurtasî li dijî her cure tundiyê ye û ji bo bergiriyê li dewletan avakirina mekanîzmayan û polîtîkayan dide ferzkirin. Li derve, di jiyana taybet de, li ku be ferq nake gefa tundiyê di pênaseya binpêkirina mafên mirovan û cudakariyê de tê fêmkirin û li dijî wê disekine. Mesela, di çarçoveya peymanê de tundiya di nav malê de weke xalên din yek bi yek hatiye vekirin û têkoşîna li dijî tundiyê bi zelalî dide nasîn. Jin bi wî zilamî re di heman malê de bijî yan nejî (zewicandî be, veqetandî be, destgirtî be, hwd.) li ser bingeha parastina jinan radiweste û li gorî mafên mirovan dixwaze cezayên bi bandor li kiryaran were birîn. Yek bi yek hemû cureyên tundiya li ser jinan û di heman demê de tundiya ji ber zayendparêziyê pêk tê rave dike û ji bo bidawîkirinê jî hûkmên sepandinê destnîşan dike.

Peyman dibêje ku çavkaniya tundiya li ser jinan ji ber newekheviya zayendiyê pêk tê. Ev jî dide nîşandan ku heta niha ji bo wekheviya zayendan peymaneke wisa xurt nehatiye avakirin. Di her xalên hatine ravekirin de hêza pêşiya tundiyê bigire heye. Ji ber vê yekê Peymana Stenbolê ji bo jinan ne tenê peymaneke ku di nav dewletan de ji îmzekirina kaxizekê derbasdar e. Destkeftiya têkoşîna jinan a ku bi salan di qada navneteweyî de dane ye. Di îmzekirina wê peymanê de giyana sedan jinên hatine qetilkirin û rastî tundiyê hatine hene. Qêrîna jinên ku dewletê guhên xwe jê re girtibû hene.

Di peymanê de xala “çand, adet, kevneşopî, namûs” dê nebe hinceta tundiya li ser jinan yek ji xala peymanê ye ku zilamên kevneperest ên AKP’ê û berdewamên wê aciz kirin. Xwe spartin hincetên olî û gotin peyman civakê ji “nirxên wê” dûr dixîne. Her çend navê LGBTÎ+’yan derbas nabe jî (di vir de dixwazim destnîşan bikim ku mafê tu kesî nîn e, zayendan hedef nîşan bide û cudakariyê li dijî wan bike) îdia kir ku peyman ji bo rewakirina hevzayendiyê ye û ji ber wê jî divê were betalkirin. Di vir de ger em behsa rewakirinekê bikin, ew jî parastina van zilaman e ku kuştinên jinan ên bi hinceta “çand, adet, kevneşopî, namûsê” pêk hatine diparêzin. Piştî ku gotin Peymana Stenbolê “pergala malbatê xera dike” rêjeya cînayet û tundiyê saet bi saet zêde bû. Qereqol û dadgeh hê bêtir bûn navenda ewlehiya kiryarên jinan. Zilaman jinan kuşt, dewletê zilaman parast. Lê dema jinên ji ber tundiya zilaman mafê xweparastinê bi kar anîn hatin girtin, cezakirin û teşhîrkirin. Li gorî wan bila jin di malan de, di kolanan de rastî tundiyê bên, bila werin kuştin, bila rastî cudakariyê bên, lê bila xaniyên wan, bila pergala malbata wan a jinan weke koleya zilam û dewletê dibîne xera nebe. Ev tê wê wateyê ku dewlet bi vî awayî vê yekê dibêje: ez ê weke dewlet jinan mehkûmî tundiya ku weke xwezayî bê dîtin bikim û mecbûrî zilaman bikim. Dema jin rastî tundiyê bê û bixwaze ji zilamî veqete ez ê pêşiya wê bigirim û pergala malbata xwe ya pîroz biparêzim!

Piştî xwevekişandina ji peymanê

Ew xaniyên ku tê de ewlehiya jin û zarokan tune ye, ew xaniyên ku xwîna jinan dirije, ew pergala ku lê xwedî derdikevin û diparêzin bila ji kokê ve xera bibe! Piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê, tenê di nav 24 saetan de 6 jinên din hatin qetilkirin! Fedî nakin, xeman nakin, lê bila baş bizanin ku di her kuştina jinekê de êdî destên wan ên qirêj hene û jin dê vê yekê tu carî ji bîr nekin!

Di makeqanûna Tirkiyeyê de hukmê betalkirina peymaneke navneteweyî ya serokkomar heye yan nîn e, serokkomar vîna meclisê binpê kiriye yan nekiriye pir tê nîqaşkirin, pir tê rexnekirin. A rastî jixwe bo rejîmê ne qanûn, ne peyman, ne jî rêgezên mafên mirovan ên navneteweyî ne derbasdar in. Bi taybetî jî di van çend salên dawî de ka kîjan qanûn, kîjan makeqanûn, kîjan biryarên di qada navneteweyî de yên hatine girtin tên sepandin îja rejîma yekperest niha guh bide qanûn û peymanan. Ha ez bêjim ev kirinên wî ne ku ji ber hêz û qeweta wî ne, hemû ji ber lawazbûna rejîma wî ya mêrperest e ku têkçûna xwe dibîne.

Jin xewnereşka desthilatdariyê ne. Ew çi bike jî jin dev ji maf, têkoşîn û azadiya xwe bernadin. Bi salan in saziyên wan hatin girtin, mafên wan ên esasî ji wan hatin dizîn, berê wan dan zindanan, lê tu carî serî li hemberî vê desthilatdariya mêran netewandin. Ji ber vê jî heta dawiyê bawer dikim ku dawiya vê rejîmê dê bi saya têkoşîna jinan were. Di her çalakî û daxuyaniyên jinan de dihat destnîşankirin ku Peymana Stenbolê dide jiyandin, ji niha û şûn de jî ji bo careke din destkeftiya xwe ya bi salan bi dest bixin dê bibêjin “Em ê Peymana Stenbolê Bidin Jiyandin!”