Duşem, Çile 25, 2022

Xeyala Min

Sayime Xakpûr

Wê çaxê xeyalên min ji temenê min mezintir bûn. Min dixwast ez zû mezin bim û bibim endazyar û dibistanekê ji zarokên keç ên kurd re ku derfeta xwendinê ji wan re çênedibû ava bikim ku bikaribin hînî xwendinê û nivîsandinê bibin. Ez tekane keça kurd li bajorokê Nûşînşehrê yê bi ser bajarê Ûrmiyeyê bûm ku malbata min rê dida zarokên xwe yên keç ku biçin dibistanê û tevî zarokên fars, ecem, ermenî û asûrî xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Ez ji hêla xwendinê ji hemû hevdibistaniyên xwe jîrtir bûm. Wan jî dexesiya min dikirin û digotin:

“Ha îro sibe wê malbata te jî rê li ber xwendina te bigire, tu jî mîna hemû keçên kurd ên li bajarokê me di malê de bi kar û barê malê re mijûl bibî. Vêca çima ewqas serê xwe bi xwendinê ve diêşînî?!. Lê min gotinên wan nedidanîn ser bendik û ez bi xeyala xwe re mijûl bûm. Ji ber ku xeyala min daxwaza min a herî mezin bû. Bi wê xeyalê re ez mezin bûm û xeyala min jî li gel min mezintir bû.

Sala dawî ya qedandina dibistana bilind bû û ez di beşa endazyariyê de bi ser ketim û derbasî zanîngehê bûm. Bi dilekî germ û tijî hêvî min dest bi xwendina zanîngehê kir ta ku min xwendina xwe di beşa endazyariyê de qedand û ez bûm endazyareke naskirî û serkeftî. Êdî dema pêkanîna xeyala min bû. Xeyala ku hemû xewnên min dagir kiribû û rê nedida ji bilî wê tiştekî din bifikirim. Di wê navberê de ez bi hevzanîngehiyê xwe, Harûn re bûme hevnas û hevaltiyeke me ya pir xweş û şêrîn hebû. Tişta zêde em bi hev re nêzîk dikirin ramanên me yên hevbeş bûn. Ew jî kurd bû û ji bo ku bikaribe xizmetekê ji gelê xwe re bike, beşa xwendina xwe endazyarî hilbijartibû û pir jî dilsojê gelê xwe bû. Harûn her tim ji min re digot: “Zozan em ê bi hev re bikaribin karên mezin ji bo gelê xwe bikin, em her du jî endazyar in û derfeteke baş e û divê em baş bi cih bînin.”

Me bi hev re biryar da em projeyekê ji Saziya Avakirina Dibistanan daxwaz bikin. Me daxwaza xwe radestî Saziya Avakirina Dibistanan kir û wan jî piştî demekê daxwaza projeya me pejirandin û me li bajarokê Nûşînşehrê li erdekî vala û şînkatî de dest bi avakirina dibistana xeyala xwe kir. Her roj em diçûn serdana projeya xwe û bi coşeke mezin me karê avakirina dibistanê bi rê ve dibir. Dem û dewran wekî ava çeman diherikî û diçû, roj bi roj projeya me avatir dibû û em jî geştir û dilxweştir dibûn. Lê tişta ku me her duyan ji bîr kiribû, germahî û heza ku ketibû dilên me her duyan bû. Lê me derfet nedidît ji hev re aşkera bikin. Sedema wê yekê jî mijûliya me ya bêsînor ji bo daxwaza me bû. Her ku projeya me diçû serî, em zêdetir nêzî hev dibûn û evîna veşartî ya ku me di hundirê xwe de bi salan bêdeng kiribû û nedihişt serî hilde, gurtir û geştir dibû. Harûn mirovekî hêmin û bisebir bû û di karên xwe de tu carî lez û ecele nedikir. Hema hema ew rewişt û xûyê me her duyan jî mîna hev bû. Ez jî miroveke ser hemdê xwe û aram im. Jixwe her tim Harûn ji min re digot:
“Zozan ez wê sebr û tehemula xwe deyndarê te me, ez li cem te ji bilî gelek tiştan, sebirkirinê û bihêvîmanê zêdetir hîn bûm.”
Êdî hevaltî û dostanî û hevkariya me cihê xwe dabû evînek bêsînor. Ez li bendê bûm Harûn gilî û gazinên dilê xwe veke ta ku agir û şewata dilê me hênik bike, lê nizanim çima bêdengî li cem wî hakim bû. Wê bêdengiyê rê nedida ez jî kela dilê xwe ji wî re bibêjim û aram bibim. Piştî du salan projeya me qediya me rojek ji bo vekirina dibistanê diyar kir û gişt dost û hevalên xwe vexwendin cihê dibistanê. Şeva ku biryar bû sibeha wê xewn û xeyala min ya zarokatî pêk bê, Harûn ji min re telefon kir û got, ez ê serê sibehê berî te biçim dibistanê tu dikarî hinekî derengtir werî. Û got: “Zozan, sibê xeberek min ê pir xweş ji te re heye. Demeke dirêj e hewl didim ji te re bibêjim lê derfet çênedibû, ma ji sibê çêtir û minasibtir gelo rojek heye ku nebêjim?! Piştî wê gotina Harûn per û baskên min hebûna ez ê heta serê çiyayê Dalamper û Kotolê bifiriyama û min ê kêfxweşiya xwe li ser bilindahiya wan çiyayan bi dengekî bilind bikira qêrîn da ku dengê min li deşta Somabiradostê û Silîvanayê olan bida her derê.

Tevî ku Harûn ji min re gotibû hinekî dereng were, lê ez berî her kesî li cihê dibistanê amade bûm. Demjimêr 8:30’ê serê sibehê bû min dît Harûn bi dengekî geş û xweş got:
“Roj baş Zozan!”
Ez zivirîm bersiva wî bidim, waa çi dibînim! Belê wê rojê Harûn bi hevala xwe re ku hevala me ya hevbeş jî bû, soz û peymana zewacê dabûn hev û dixwastin wê xeberê ango kêfxweşiya xwe li gel min û dost û hevalan dabeş bikin.
Erêê, wê rojê xeyala min a zarokatî pêk hatibû lê xewn û xeyalên gencaniya min hilweşiya û binax bû. Piştî wê têkçûna bêdeng û sêwî, min soz da hetahetayê wê evîna bêxwedî di dilê xwe yê lerzok de veşartî bihêlim.