20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xeyalên şêwekareke 16 salî

Şêwekara zarok Zeyneb Osman, bi temenê xwe yê ciwan hest û xeyalên xwe bi xêzkirina wêneyan îfade dike. Zeyneb Osman diyar kir ku ew bi xêzkirina wêneyan êş, têkoşîn û dîroka jinan tîne ziman û bi vî rengî derdixe pêş

Li cîhanê her mirov bi rê û rêbazên cuda hestên xwe tînin ziman. Hin kes hene bi muzîkê, hin kes bi strangotinê, hin kes bi helbestan, hin kes bi xêzkirina wêneyan û hwd. xwe digihînin civakê û bi vî rengî dibin hest û hizrên civakê.

Yek ji van kesan jî Zeyneb Osman a 16 salî ye. Zeyneb Osman ku ji navçeya Raco ya Efrînê ye û niha li gundê Xurnada ya Şehbayê bi cih bûye, hestên xwe bi xêzkirina wêneyan parve dike. Di her wêneyên Zeyneb Osman ku tevî ji neçariyê ji cih û warên xwe bûye, neqşeke cuda heye. Wênesaza biçûk tevî koçberiyê jî dev ji xêzkirina wêneyan bernedaye û her kêliya jiyana xwe û hemû hestên xwe li ser pelên spî bi xêzkirina wêneyan tîne ziman. Xêzkirina wêneyan ji bo Zeynebê rê û rêbazeke têkilîdanînê ye. Di her wêneyên wê de hesteke cuda heye. Di wêneyek wê de êş hebe, di wêneyek wê yê din de jî têkoşîn û dîroka jinan û civakê heye.

Mereqa li ser xêzkirinê

Zeyneb têkildarî wêneyên xwe axivî û meraqa xwe ya li ser xêzkirinê wiha anî ziman: “Di temenekî biçûk de meraqa min li ser xêzkirina wêneyan hebû. Bi xwesteka xwe ez fêrî xêzkirina wêneyan bûm. Hezkirina min a neqişandina wêneyan gelek e. Her wêneyekî li gor hest û fikrên xwe xêz dikim. Niha jî malbata min ji bo xêzkirina wêneyan pişgiriyê dide min, ev yek jî min kêfxweş dike.”

Wêneyan diyarî dide

Di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi wêneyên xwe tev li pêşengahê bûye, di pêşengahê de bi ser ketiye û wiha domand: “Ez yekem car tev li pêşengeha xwendekarên Efrînê bûm û bi ser ketim. Piştî ez li pêşengehê bi ser ketim min hêz girt û meraqa min a li ser xêzkirina wêneyan zêdetir bû. Çi çalakiyên wênexêziyê hebin ez beşdar dibim û wêneyên xwe diyarî jî didim.”

Xwe digihîne civakê

Zeyneb diyar kir ku wêneyên wê li ser dîrok, berxwedan û êşa jinên kurd e û wiha pêde çû: “Wêneyên min piranî li ser êş, berxwedan û dîroka jinên kurd in. Ez her tim dixwazim êşa jin û çîrokên wê derxim pêş.”

Her wiha Zeyneb xwest ku her zarokek li gel xwendina xwe ji xeyalên xwe re jî demê veqetîne û bi xeyal û wêneyên xwe bigihînin cîhanê.