Sunday, December 5, 2021

Xeyalên ’Tûrana Mezin’

Kurdistan Lezgiyeva

Tirk li Kazakistanê bi rengekî çalak tevdigere; personelên fermandariya herî jor a artêşa Kazakistanê perwerde dikin û têkiliyên aborî bi pêş dixin. Kazakistan neft û berhemên neftê, metal, genim û madeyên din ên xav difroşe Tirkiyeyê. Tirkiye jî qumaş, kinc, pêlav, alavên pîşesaziyê, kelûpelên malê û alavên avahiyê ji Kazakistanê re peyda dike. Tirkiye di afirandina pargîdanî û pargîdaniyên hevpar ên bi beşdariya biyaniyan de li Kazakistanê piştî Rûsyayê di rêza duyemîn de ye.

Enqere di warê aborî de, di pêşbaziya Moskov û Pekînê de hîn pir bibandor nîne lê di warê siyasî de, hevkariya wê ya bi Nur-Sultan re her diçe geş dibe.

Wek tê zanîn Tirkiye yekemîn welat bû ku serxwebûna Kazakistanê nas kir û pê re têkiliyên dîplomatîk saz kirin.

Ji 2009’an vir ve, di navbera Kazakistan û Tirkiyeyê de peymana hevkariyek stratejîk hateye îmzekirin. Ji bo hevkariya siyasî, komeke xebatê ya plansaziya stratejîk a hevpar hîn heye û bi salan e dicive. Kazakistan û Tirkiye di çarçoveya rêxistinên dewletên tirkî dikin yek de têkiliyên wan hene: Civata Hevkariyê ya Dewletên Tirkîaxêv an Civata Tirkî (Azerbaycan, Kazakistan, Qirgizistan, Ozbekistan û Tirkiye tê de, Tirkmenistan difikire ku tev li rêxistinê bibe); Rêxistina Navneteweyî ya Çanda Tirkî (navenda rêxistinê li Enqerê ye, lê serokê giştî yê rêxistinê wezîrê berê yê çandê yê Kazakistanê Dusen Kaseinov e); Meclisa Parlamentoyê ya Dewletên Tirkîaxêv (di 2008’an de bi pêşengiya Serokê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev ve hate avakirin).

Wekî din, elîta Kazakistanê bi xurtî helwestên pan-tirkî dihewîne. Ji bo xweşkirina Bakûyê, Kazakistan di sala 2014’an de bi behaneya neçareserkirina (ji perspektîfa Azerbaycanê) pevçûna Qerebaxê hewl da ku têkeve Ermenistanê di Civata Aborî ya Avrasyayê de asteng bike. Ji ber vê yekê, Enqere ‘hêza xwe ya nerm’ baş bikar tîne û ji ber ragihandina ‘biratiya tirkî’ û projeyên perwerdeyê li Kazakistanê xwediyê pozîsyoneke baş e. Îro Tirkiye di Transkafkasyayê de asê maye û di bin ala ramana Pan-Tirkîzmê ‘yek gel – şeş dewlet’ de li Asyaya Navîn bandora xwe bi pêş dixe.

Rûsya nikare Kazakistanê ji dest bide: bi kontrolkirina axa wê, ew dikare bandorê li pêvajoyên li welatên din ên herêmê bike. Pêdivî ye ku li vî welatî hêzên mezin ên Pro-Rûsî werin damezrandin nemaze, ji ber ku nifûsa rûsan a li Kazakistanê, ji ya hemû welatên Asyaya Navîn pirtir e.

Di heman demê de, elîta Rûsyayê divê bizanibe ku bêyî îdeolojiya neteweyî wekî îdeolojiya neteweya siyasî ya sivîl a rûsî, Rûsya wê bi têkçûnek dîrokî ya bêserûber re rû bi rû bimîne. Heger tenê xwe bispêrin vê îdeolojiyê, dibe ku mirov wê ‘hêza nerm’ biafirîne ku bihêle Rûsya li hember dijwariya Pan-Tirkîzmê bisekine.

Niha baweriyek  heye ku hêza têkiliyên navbera Rusya û Kazakistanê nikarin bibin qurbanê hestên neteweperestî yên ku ji bo mebestên heyî tên afirandin. Kazakistan bêguman ne Ukrayna ye ku rûsofobî 150 sal in ji hundur û ji derve wekî ramana sereke ya neteweyî hatiye afirandin.

Lêbelê, di sedsala 21’ê de, hemû pêvajo ji berê pir zûtir pêş ve diçin û kaosa di kar û barên navneteweyî de çalakiya bilez û diyarker dike. Dîroka sedsala 20’î fêr dike ku neteweperestî, her çend ew ji sifirê were dahênandin jî, pir zû dikare bibe sedema trajediyê. Rûsya hêza super a nukleerî ye. Ji ber vê jî qabîliyeta wê heye ku bi yek derbeyê hemû cîhanê tune bike.

Erdoganê ku neo-osmanîbûn an jî pan-tirkîzmê dixwaze, gav bi gav bi hemû hêza xwe hewl dide bibe ‘bavê nû yê neteweya tirk’ û hem jî bi îdeal, celebek hakem û ‘bavê’ giştî yê hemû gelên tirkîaxêv.

Rêya pan-tirkîzmê her tim rêya leşkerî, rêya derxistina gel û neteweyên din e. Ev ramanek prîmîtîf e, lê pêkanîn pir dijwar e. Bêguman, avakirina ‘Tûrana Mezin’ ne pêkan e, lê diyar e dê di hewldanên afirandina wê de gelek xwîn bê rijandin.

Naveroka berêMase
Naveroka ya piştî vêAnnus Horribilis