24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xeybê jinikê

Min ji îro pêde sond xwariye ku ez careke din tu kesekê/î di mala xwe de xwedî nakim, bi salan an jî bi mehan, qet xema min nîne. Hûnê bibêjin çima gelo?… Hema wilo. Ji ber êşa xeyban ez hetikîm, êş kete serê min, hişê min tevlîhev bû, hestiyên laşê min lerizîn.
Çend meh berê, dostekî min, hevalekî min ji min re xeberek rêkir û got; Jinek heye li van deran, ev nêzî sê-çar sal in nas dikim, lê tu kesekî wê û cihê ku lê bimîne û bi sitire tun ye, ez dixwazim bila bê çendekî li cem te bimîne. Dibe ku heta wê demê jî ji xwe re rêyekê bibîne û jiyana xwe sererast bike. Min got; Li ser serê min û herdu çavan.
Ji xwe ez jî bi tena serê xwe dijîm, dibe ku ji min re bibe heval an jî heta ku wê xwest bila li cem min bisitire. Piştî çend rojan ez çûm bajêr, min ew hilda û em hatin malê. Jinik yeke tîto vîto, wisa zirav e, tu dibê meriv destê xwe bide ser milê wê, hema ew ê di cî de bişkê. Wisa zirav û tenik e. Ez zêde dirêj nekim, em hatin malê, xwarin û vexwarin, vir de û wê de, min hemû bajar, heval û hogirên xwe pê dan nasîn. hemûyan jî dixwest alîkariya wê bikin da ku ji xwe re jiyanekê ava bike.

Bi roj ez diçûm li derekê dixebitîm, me êvaran hevûdu didît, bi hev re xwarin dixwar û her wekî din. Piştî ku dem derbas dibû, guherandin çêdibû, ez xwe bi xwe difikirîm dibe ku ber bi başiyê ve biçe. piştre heçî gava ku min ew didît li cem cînaran rûniştî ye, ji xwe re ketine nava kêf û henekan, dema tê malê cem min, lêvên wê daketî ne, mirûzê xwe dike, dikeve nava rewşeke nebaş de.
Çend caran min pirsî gelo ji min û van deran aciz bûye? Gelo di nava rewşeke nebaş de ye? Ez nizanim, hezar pirs di nava serê min de diçin û tên. Cînaran jî hêdî hêdî têkiliyên xwe bi min re birîn. Dibe ku ez hertim ne li malê me, kesek rûyê min nabîne ji ber wê ye ev xeyida cînaran. Zêde li ser nesekinîm. Rojekê ez hatim malê, min dît jinik ne li malê ye, ne li cem cînarana ne jî. Paşê cînareke min hat ba min, bi xemgînî got; Qet li der û dora xwe negere, mêvana te tûrikê xwe da destê xwe, mêrikekî zik tilêr re çû, ji me xatir jî nexwest, lê em hemû jî pir êşiyan, jinikê digot; Tu her tim xeybê me dikî, tu naxwazî me bibînî lewma te ji xwe re karek dîtiye û ji me dûr dikevî, em ji te xeyidîne. Dema cînara min qala wan gotina dikir, nîvê cendekê min bi erdê de diçû xwarê.

Piştî demeke dirêj, min di nava nivînan de nameyek dît, jinikê hemû derew û xeybên xwe nivîsandibûn, min ew name da cînaran, wan jî dît ku min tu carê ew neêşandine, lê jinika mêvana min ji ber destê min filitî, min sond xwarî ye, dema min ew dît, ez tayek mû bi serê wê ve nahêlim. Lê heyfa min tê, ku ez nizanim niha li ku derê ye û mala kê xera dike. Ez di jiyana xwe de herî zêde ji derewan û xeyban pir ditirsim….
Xwedê me ji derewan û mirovên dilreş û xeybbêj biparêze. De bimînin di xweşiyê de, çîrok pir dirêje, min kurtasî behs kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê