25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îlhama min jina serbilind e

Şêwekarê kurd Omer Eken têkildarî hunera xwe pirsên rojnameya me bersivand. Eken behsa serpêhatiyên xwe yên naskirina zimanekî din, dûrketina ji bajarê xwe, veger û mijarên hunera xwe kir.

  1. Te kengî û bi çi awayî dest bi xêzkirina wêneyan kir?

Ez li dibistanê zarokekî şermok bûm. Min piştî TV’an zimanê tirkî cara ewil li dibistanê bihîst. Li dibistanê axaftina bi kurdî qedexe bû. Sîxurên mamosteyan hebûn, îş û karê wan ew bû fesadiya kesên bi kurdî diaxivîn dikirin. Yên biaxiviyana dihatin cezakirin. Ev rewş bi min pir xerîb dihat. Ji tirsa mamosteyan bi kurdî û ji tirsa ez ê şaş bikim jî bi tirkî nedaxivîm û wisa bûm êdî nikaribûm biaxivim. Vê rewşê ez bêziman kirim û min xwe ji derve re digirt. Bi tena serê xwe digeriyam û dilîstim. Paşê bi xêra xalê xwe ez hînî çêkirina wêneyan bûm. Weneyên wî yên bi kaxidên kopiyê pir bala min dikişand. Min jî dest bi xêzkirinê kir. Min dît ku ez dikarim çêbikim. Bi vî awayî çêkirina wêneyan bû zimanê min ê sêyemîn. Min êdî bêhtir xwe bi vî zimanî îfade dikir. Hê jî wisa ye. Bi xêra vî zimanî ez dîsa hînî têkiliya bi mirovan re bûm.

  1. Tu çima û bi çi armancê ji Stenbolê hatî Kurdistanê û wek hunermendekî kurd te çi zor û zehmetî li Stenbolê dîtin?

Ji ber ku zanîngeha herî baş a beşa min li Stenbolê ye, ez çûm wê derê. Heger li Amedê hebûna ez nediçûm Stenbolê. Ez ji Amedê hez dikim. Ez ji têkilî û suhbetên germ hez dikim. Hevîrê vî bajarî bi serpêhatiyên dîrokî, zilm, kuştin û bi serhildanan tirş bûye. Bajarekî zindî ye. Ez dengên qîrînên êşên vî bajarî dibihîzim. Qêrîneke bêrawestan e. Ez nikaribûm xwe li dengê vê qîrînê kerr bikim. Min pir li strana ‘mirin pir xweş e keko hawar li milkê bavê’ guhdarî dikir. Ji bo vegera Amedê dudil bûm. Di wê demê de şerê li Sûrê dest pê kir û ev bû sedem ku ez teqez werim. Dikarim bêjim ruhê min ez anîm Amedê.

Salên ewil ên li zanîngehê jî min xwe xerîb hîs dikir. Paşê hevalên min çêbûn. Min çepgirî û rastgirî nas kirin. Min wexta xwe bêhtir bi xwendinê derbas dikir. Min hevalên jin nas kirin. Ev jinên nû bûn. Ji têkoşînê hez dikirin, serî danetanîn, jinên ji hêza xwe bawer û li ser piyên xwe bûn. Ez li ser dîn sekinîm û min dît ku pêdiviya me ne bi dîn, bi ehlaq heye.

Pirsgirêkên min ên aborî hebûn. Ji bo debara xwe ez li ba wênasazan xebitîm û min karên wan kirin. Wek her kurdî hem madî hem jî maneyî min zehmetî dîtin. Min cihêkarî pir dîtin. Di camîaya me de cihêkarî ne bi tundî lê xwe di binê simêlan de nîşan dide.

  1. Niha li Amedê atolyeya te ya wênesaziyê heye. Dikarî behsa wê bikî û asta xwedekarên te çawa ye?

Navê wê ‘Atolyeya Wêneyan a Nûartê’ ye. Li vê derê hem karê xwe dikim hem jî ders didim xwendevanan. Ev sal û nîvek e bi xwendevanên xwe re em dixebitin. Tev jî pir serkeftî ne. Ji pîşeyên cihê xwendevan hene. Eleqeya wan baş e. Hinekan dest bi xebatên xweser kiriye. Heger berdewam bikin ez bawer im wê berhemên pir baş çêbikin.

  1. Cihêtiyên di nevbera xebatên hunerî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê çi ne?

Li Kurdistanê sazî û kesên destekê didin hunerê û fon ji bo karên hunerî veqetînin hema bêje tune ne. Li bajarên mezin yek galeriyeke serbixwe tune ye. Ji ber derfetên hunermend enerjiya xwe dikaribin veguhezînin hunerê û hilberînin tune ne, ew jî berê xwe didin aliyê Tirkiyeyê. Derfetên li Tirkiyeyê hinekî ji yên li Kurdisatanê çêtir in. Li Tirkiyeyê hunermend bi rêya galerî û saziyan tim bi liv û tevger in. Ev rewş dike ku hunermend hilberînin. Ji aliyê hunerê ve ev atmosfer li Kurdistanê tune ye.

  1. Di berhemên te de bandora kîjan teknîk û fikrên wênesaziyê hene û kîjan wênesaz in yên herî zêde berhemên wan serkeftî ne bo te?

Ji aliyê teknîkî ve min kesê ji xwe re wek referans negirt û ew teqlîd nekir. Lê ji aliyê ramanî ve bandora gelek hunermendan li ser min heye. Teknîka niha ez bi kar tînim jê re ‘Teknîka Serdema Ronesansê’ tê gotin. Ji dema min rakiriye firçeyê, ez vê teknîkê bi kar tînim lê berê min nizanibû ku ev teknîka Ronesansê ye. Berê bi amatorî lê niha bi profesyonelî bi kar tînim. Ez bêhtir berhemên Zdzislaw Beksinski, U. Rembrant û Neşet Gunal diecibînim.

  1. 7. Di gelek wêneyên te de jin û mêr bi hev re ne. Di van wênayan de jin serwer e û mêr di bin serweriya jinê de ye. Der barê vê de dixwazî çi bêjî?

Ez wêneyên xwe li ser pirsgirêk û dubendiyên mirovan çêdikim. Pirsgirêka jinê jî yek ji wan pirsgirêkan e ku li erdnîgariya me û li cîhanê ye. Li gor min ev pirsgirêka herî mezin û bingehîn e. Jin li her devera cîhanê di bin serweriyekê de ne. Ez nikarim çavên xwe li vê bigirim. Jin ji rêvebirinê dûr hatiye hiştin. Di her warî de tê eciqandin. Nikare li gor dilê xwe bijî. Ji ber vê jî, jina serbilind, şanaz û ya dikaribe şer bike dibe îlham ji berhemên min re. Belkî ev hinek utopîk e jî lê ez dixwazim bibe rastiyek.

Cîhana ez xeyal dikim wiha ye. Li dijî cîhana niha ye. Di vê cîhanê de ya serwer jin e. Lê bi piranî bi edalet e û wekheviyê diparêze. Carna jî bi hêza xwe ji hişê xwe ve diçe û dibe wek mêran. Ev dibe sedema wendabûna hêza wê; qels dibe û tenê dimîne, dîsa dibe lîstivanek serweriya mêran. Ez dixwazim cîhaneke jin lê serdest in bibînim. Bi ya min çaviya hemû xirabiyan hişmendiya mêran e. Şer, dîn, siyaset, perwerde hemû mêr in. Hemû tiştan mêr diyar dikin. Hişmendiyeke tuneker e; ev pir xeter e. Jin bi ûjdan e, dikare bibe hêvî.

  1. Çi rol û misyona hunermendan ji bo vegotina rastiya civakê û pêşketina wê heye?

Pênase û peywira hunermendan her tim hatiye nîqaşkirin. Hin kes dibêjim divê hunermend demokrat be hin kes jî dibêjin ne mecbûr e demokrat be. Di dîrokê de jî ev nîqaş her tim hebûye. Hunermedên li dijî faşîzmê şer kirine jî, yên faşîzm destek kirine jî hene. Lê dema em li berhemên hunermend dinihêrin, em nabêjin ew yekî/e çawa bûye. Dibe ku ew kesek xerab be lê berhemên wî bên ecibandin. Lê li gor min hunermend divê mirovên baş bin. Divê sekna hunermendan cuda be û civakê hişyar bikin. Di guhertin û veguhertina civakê de rola hunermendan mezin e. Hunermend dikare berê civakê bide rêya xerab, dikare bide ya baş jî. Me ev mînak li Tirkiyeyê dîtin. Em dizanin ku hunermendên desthilatê jî hene û ji bo polîtîkayên desthilatê tên bikaranîn.

  1. Şert û mercên wênesaziya li Kurdistanê çawa in û peyameke te ji bo wênesaz û hunermendên kurd heye?

Li Kurdistanê gelek hunermendên ciwan ên serkeftî hene. Lê derfet pir kêm in. Nikarin projeyên xwe pêk bînin û dengê xwe ragihînin. Ji ber vê jî nikarin fikrên xwe baş pêşkêş bikin. Di hunerê de pêşkêşî pir girîng e. Pirsgirêkên aborî bandorê li pêşkêşiyê dikin. Li welatên  rojavayî rewşa mirovan baştir e. Bêhtir zarokên dewlemendan bi hunerê re eleqedar in. Ew bêhtir dikarin dengê xwe ragihînin û pêşkêşiya xwe baş bikin. Em amatortir in!

Şert û mercên xebata me û yên wan ne wek hev in. Cudahiyên sosyo-polîtîk hene. Bifikirin hûn wêneyên xwe çêdikin û dengê çekan tê we û ji nişka ve vediciniqin. Her tim mirin, girtin, xespkirina îradeyê… Ev nahêlin mirov bi awayekî tendurist bifikirin û hilberînin.

Divê em pir bixebitin. Em kurd nikarin hemû dema xwe li kafeyan bi virde û wêde xerc bikin û her tim heman tiştan nîqaş bikin. Divê em rabin ser xwe, karê xwe baş bikin û hilberînin. Pêdiviya me ya mezin ev e.

  1. Dikarî hinekî behsa pêşangehên tev lê bûyî û xelatên te wergirtine bikî û çi proje li ber destê hene?

Min pêşangeha xwe ya yekemîn li Enqereyê di 2015’an de li Galeriya Hunerê ya Soyutê vekir. Ya duduyan jî li salona Şanoya Bajêr a Amedê vekir. Gelek kesên cihê hatin pêşangeha li Amedê û vê ez pir kêfxweş kirim. Ji xeynî van ez tev li gelek pêşangeh, çalakî û fuarên hunerî bûm. Min xelata xwe ya yekemîn di dibistana navîn de wergirt. Heta niha min 9 xelatên cihê wergirtine.

Niha ez li ser wêneyekî mezin dixebitim. Di vî wêneyî de, kesayet û pêşengên kurdan ên girîng hene ku di sed salên dawî de derketine pêş û ji bo gelê xwe bûne hêvî. Di meha nîsanê de li Stenbol Yeni Kapiyê fuara me ya hunerê hebû lê ji ber şewbê hat betalkirin. Her wiha di meha nîsan û gulanê de jî projeyên me yên pêşangehan hebûn ew jî hatin taloqkirin. Ji bo pêşerojê jî ez dixwazim li Amedê akademiyeke hunerê ya taybet vebikim.

[accordions]
[accordion title=”Omer Eken kî ye?” load=”show”]Di sala 1988’an de li gundê Salika yê li ser Farqînê hatiye dinyayê. Malbata wî debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse jî li Amedê( Lîseya Hunerên Bedew a Anadoluyê) xwendiye. Di ala 2014’an de Beşa Hunerên Bedew a Zanîngeha Mîmar Sînanê diqedîne. Niha li Amedê li atolyeya xwe wênesaziyê dike.[/accordion]
[/accordions]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê