25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên girtiyan dê bi ÎHD, OHD û baroyan re hevdîtinan bikin

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan (MED TUHAD-FED), Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Partiya Heremên Demokratik (DBP) û malbatên girtiyan, li eywana civînê ya Şerzan Kurt a Rêxistina DBP’ê ya navçeya Rezan a Amedê bi armanca balê bikişînin ser girtiyên nexweş û yên ku înfaza ceza, civîn li dar xistin. Di civîna ku malbatên girtiyan tev li bûn de pirsgirêkên girtiyan û çareseriya wan hatin niqaşkirin.

Hevserokê rêxistina HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, di civînê de anî ziman ku hewceye her kes dengê xwe li dijî van kiryarên bê huquq û bêsinc bilind bikin û wiha got: “Em berê xwe bidin tecrîda li Îmraliyê. Em çikas dengê xwe li dijî tecrîta li Îmraliyê bilind bikin dê dengê girtiyan jî bilind bibe. Em ê vê bêdengiyê bi hev re bişkînin.”

Zeyyat Ceylan bal kişand ser tekoşina dayika Emine Şenyaşar a 250 rojin li ber Edliyeya Rihayê nobeda “Edaletê” digire û wiha got: “Bila ev berxwedana Dayik Emîne ji me re jî bibe mînak. Berxwedana ku di nava civakê de pêk bê tu carî têk naçe.”

Piştî axaftina Ceylan malbatên girtiyan li ser rewşa zarokên xwe nikaş kirin û qala rê û rêbazên çareseriya pirsigirêkan kirin. Malbat li ser mijara rêxistinbûyîna di navbera malbatan de jî niqaş kirin û xwestin êdî malbat bêtir yekgirti û bi tifaq tev bigerin.

Têkildarî mijarê Hevserokê MED TUHAD-FED Ahmet Dogan û xizma girtiyan Hulya Yildirim jî têkildarî rewşa girtiyan axivîn. Hevserokê MED TUHAD- FED’ê Ahmet Dogan qala plansaziya komeleya  xwe kir û wiha got: “Em ê li Enqereyê panelekê li darbixin. Mijara panelê dê li ser girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin, girtiyên nexweş û yên ku ji zarokên xwe dûr bê li dar xistin.

Em ê li dijî zextên derûnî û polîtîk bi saziyên ÎHD, OHD, TÎHV û saziyên li ser mafên mirovan dixebitin re hevdîtinan bikin û çalakiyan li darbixin. Me bi OHD’ê re li ser 57 zindanan der barê bûyeran de rapor parve kir.

Hulya Yildirim a xwişka girtî Mehmet Yildirim e jî der barê rewşa birayê xwe de axivî û wiha got: “Birayê min  16 sal in di girtigehê de ye. Ji derketina wî re 5 sal maye.  Hevdîtina vekirî bi hinceta şewba Covîd-19’an qedexe kirin û axaftina bi telefonê ji 30 deqeyi daxistin 10 deqeyan. “