18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên girtiyên nexweş dest bi ‘Nobeda Edaletê’ kirin

Komek xizmên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin serbest bêne berdan, li Baroya Amedê dest bi “Nobeda Edaletê kirin.

Xizm û malbatên girtiyên nexweş, ji bo balê bikişînin serşertên giran ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û zextên li ser girtiyan, her wiha ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan şewitiye serbest bêne berdan li Baroya Amedê dest bi “Nobeda Edaletê” kirin. Di çalakiyê de bavê Ciwan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê, Hakki Boltan; Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Încî Guler; Hevjîna Siddik Guler ê li Girtîgeha Îskenderûnê, Hasîme Guler; Dayika Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Hejmar 2 a Bandirmayê, Fevziye Kolakan û keça Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Selma Ozkan amade bûn.

Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û rêveberiya baroyê li daxwazên malbatên girtiyan guhdar kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren anî ziman ku wekî baroyê ji nêzîk ve rewşa girtiyan dişopînin û wiha got: “Ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin û daxwaza edaletê bigînin cemaweriyê em ê di nava têkoşînê de bin. Em wekî baroyê ji bo em daxwazên malbatan pêk bînin em ê di nava hewldanan de bin.”

Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler Hasîme Guler jî ani ziman ku hevjînê wê girtiyê nexweş e û ji ber tansiyonê zêde 2 caran anju bûye. Hasîme Guler, da zanîn ku Siddik ji ber nexweşiya giran bi sandalyeya bi teker diçe û tê û wiha got: “Em dixwazin baro bi pirsgirêka girtiyên nexweş eleqeder bibe.”

Dayika girtî Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan  jî anî ziman ku kurê wê nexweşê dil e û wiha got: Em dixwazin kurê me li cem malbatê tedawî bibe. Ji bo vê yekê jî em dixwazin kurê me bê berdan.”

Keça girtiyê 83 salî Mehmet Emin Ozkan Selma Ozkan jî anî ziman ku hemû gelê Tirkiyeyê rewşa bavê wê zane û wiha got: “Lê li gel rewşa giran a bavê min rayedar erka xwe pêk nînin. Bavê min êdî nikare dereve û nikare êdî bi telefonê bi axive. Niha em rewşa wî nizanin. Divê demildest bê berdan.”

Bavê girtî Civan Boltan Hakki Boltan jî anî ziman ku çavekî kurê wî nabîne û destekî kurê wî tune ye û wiha got: “Kurê min ji ber vê rewşa xwe nikare pêdiviyên xwe temîn bike. Divê kurê min serbest bê berdan. Armanca me em dixwazin hemû cemawerî rewşa girtiyan zanibe û hestiyar tev bigerin. Heta em encam bigirin em ê nobeta xwe berdewam bikin.

Piştî daxuyaniyê Rêveberiya baroyê û malbat civîyan û nirxandin kirin. Piştî nirxandinê Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, anî ziman ku ji bo daxwazên malatan pêk bînin dê bi lez têkevin nava xebatê.

Piştî daxuyaniyê malbatan anîn ziman ku dê çalakiyên xwe berdewam bikin.