spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên girtiyên nexweş û windayan li qadan bûn

Xizmên windayan û girtiyan ji bo winda bên dîtin û girtiyên nexweş serbest bêne berdan li Îzmîr, Amed, Enqere û Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê.  

Amed 

Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 658’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Malbatên beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiyê de, wêneyê Dayika Şamiyê Hayriye Dogan a di 16’ê îlonê de koç kir û hilgirtin. Komîsyonê çîroka Cavît Ozalp ê di 24’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Bîsmilê ya Amedê hat binçavkirin û cenazeyê wî teslîmî malbata wî hatibû kirin vegot.

Serokê  Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun, Dayika Şemiyê Hayriye Dogan bi bîr anî û got: “Dayika Hayriye nêzî 30 salên xwe ji bo li aqûbeta zarokên xwe bipirse û ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn da.”

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ferhat Berkpinar çîroka Cahît vegot û diyar kir ku Cahît ji aliyên du kesên sîvîl hatiye binçavkirin û di wê rojê de îşkence lê hatiye kir.

Îzmîr

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê li ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê girtî ye li ber Sumerbanka Berê ya Konakê daxuyanî da. Rêveberê İHD’ê yê Îzmîrê Ahmek Çîçek diyar kir ku Devrîm Ayik ji ber nexweşiyên xwe di navbera salên 2017-2021’an de 4 caran hatiye berdan û hatiye girtin.

Enqere

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 367’emîn de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Parêzer Omer Farûk Yazmaci bal kişand ser tenduristiya girtiyê nexweş Îslam Îverendî (25) yê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê girtî ye.

Yazmaci, anî ziman ku Îverendi beriya 5 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê kirin û wiha got: “Di sala 2010’an de bi nexweşiya Hepatît-B’yê ket. Ji ber neqla kezebê ji sedî 70 astengdar e û rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne heye, lê vê raporê li ber çavan nagirin.”

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya “Rûniştina F” a 495’emîn bi awayekî online li dar xist. Komîsyonê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Bulent Mengeş ê li Girtîgeha Tîpa E ya Kirklareliyê. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî xwend.