spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe di çand û hunerê de nas dike

Dema mirov dibêje çand û huner, di despêkê de civak tê bîra mirovan. Civak dikare bi parastina çandê hebûna xwe mayinde bike. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelek jin û ciwan tev li xebatên çand û hunerê dibin û bi amûrên cuda çanda xwe nûjen dikin. Yek ji wan jina ciwan Zelal Musa (17) ye ku ji bajarê Qamişloyê ye. Zelal ev 6 sal in cihê xwe di navenda Tevgera Hîlala Zêrîn de digire û bi çîrok, şano û muzîkê xwedî li çanda xwe derdikeve.
Zelal, diyar kir ku ew di 11 saliya xwe de tev li xebatên çand û hunerê bûye û xwe ji her alî ve pêş xistiye.

Jina ciwan da zanîn ku ew hunerê ji dayika xwe fêr bûye û ev tişt anî ziman: “Ji zaroktiya min de dayika min cihê xwe di nava çand û hunerê de digre û dengbêj e, xaltika min cihê xwe di nava beşê govendê de digirt, em malbatek ji çand û hunerê ne dûr bûn. Ji ber wê min tu zehmetiyên mezin û giran li pêşiya xwe nedît û malbatê her dixwest ez di nava hunerê de mezin bibim. Dema ez ketim nav xebatên çand û hunerê, malbata min dixwest ez fêrî amûra tembûrê bibim, lê min bêtir gitar nêzî xwe dît, loma min xwe fêrî amûra gîtarê kir. Çand û huner hebûna min e, ez xwe di nava çand û hunerê de ava dikim û sekneke min di nava civakê de çêdibe. Dîroka me di çanda me de ye, dema ku em vedigerin dîroka xwe em xwe û çanda xwe nas dikin, êdî em bi berhemên xwe çanda xwe nûjen dikin, her ku ez çîrokekê dibêjim, muzîkekê lê didim û şanoyekê pêşkêş dikim ez xwe di van berheman de nas dikim û ava dikim, ev jî dibe parastina çanda dayik û dapîrên me û avakirina pêşerojek baş.”

Her wiha Zelalê bang li civakê bi taybetî li jinan kir ku bila vegerin ser çanda xwe û xwe bi çanda xwe nas bikin.

QAMIŞLO