24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe ji nexweşiyên zivistanê biparêzin

Li gorî zanyar û bijîjkên pîspor di demsala payîzê de divê mirov bizanibe çi vîtamîn ji laşê mirov kême û mirov li gorî wê laşê xwe ji demsala zivistanê re amade bike. Divê mirov vîtamînên ku hewcedariya laşê wî pê heye peyda bike da ku bikaribe bêtir xwe li hemberî nexweşiyê sermayê biparêze. Bi taybetî jî nehêlin ku vîtamînên D û C ji laşê xwe kêm bibe.

Pêşî divê mirov bi şêwra doktoran tehîlên pêwist çêbike da ku berî her tiştî bizanibe pêwistiya laşê mirov bi çi heye. Piştî wê dîsa bi şêwra doktorê xwe mirov wan hewcedariyên laşê xwe yê vîtamînan pêk bîne.

Taybetî di van herdu salên dawî de metirsî zêdetir bûye ji ber belavbûna zêde ya korona û û mutasyonên wê. Hem nexweşiya korona û hem mutasyonê wê yên ku vê dawiyê belavbûne ji xwe gelekî zehmete mirov nas bike gelo ew şewbeke normale an jî korona ye.

Bi hatina zivistan û sir û seqemê re ji xwe şewba demsalî gelekî di nava xelkê de belav dibe û wekî me got niha mutasyonên koronayê jî gelekî dişibin wan şewbên demsalî. Lewre divê mirov ji her demê bêtir vê demê li xwe miqate be û xwe ji şewb û koronayê biparêze.