Monday, September 20, 2021

Xwe ji xweliya xwe diafirînin

Rizoyê Xerzî

Wek tê zanîn li Kurdistan û Tirkiyeyê roleke taybet a çapemeniyê û rojnamegeran heye. Hem pêdivî bi ragihandina rastiyan heye, hem jî divê rojnameger û karê ku dikin were parastin. Ji ber vê sedemê di nava ragihandinê de rêxistinbûyîna rojnamegeran girîng e. Dîsa wek tê zanîn çapemeniya azad berê di bin siya Cemiyeta Rojnamegerên Azad de bi rêxistin bûn. Lê belê ev sazî di sala 2016’an de ji hêla hikûmetê ve bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnî (KHK) de hate girtin. Wekî endamên çapemeniya azad çend heval hatin cem hev û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ava kirin. Komeleyê di dawiya 2019’an de serîlêdanên xwe temam kir û di çileya 2020’î de avabûna xwe îlan kir. Ji bo agahiyên berfirehtir me bi Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan re ev hevpeyvîn kir.

Li Tirkiyeyê bi taybet pirsgirêkên rojnamegeran û qada çapemeniyê çi ne?

Li Tirkiyeyê di serî de bi taybet pirsgirêka azadiya çapemeniyê heye. Dema ku çapemenî ne azad be wê demê her tişt diguhere û gelek pirsgirêkên din bi xwe re tîne. Helbet di berdewamê de em ê behsa binpêkirinên mafên rojnamegeran û zextên li ser çapemeniyê bikin. Lê belê ji bilî van zext û zordariyan pirsgirêkên din yên cuda hene. Di serî de rêxistinkirina rojnamegeran ne di astekî baş de ye. Erê hin sendîka, sazî û dezgehên rojnamegeran hene lê belê ne bes in. Çapemenî bi nûçe û nivîsandinên xwe li her kesî xwedî derdikevin lê kesên ku li wan xwedî derkevin tune ne. Her wiha mafên wan yên di der barê kar û pişeyî de pir qels in. Di warê kar de ewlehiyekî wan tune ye. Pir bi hêsanî dikarin ji kar bêne avêtin û mafên wan yê cewherî bêne binpêkirin. Her wiha ji bo ku karibin karê xwe bi rêk û pêk bikin ji sazî û cihê xebatê bêpar in. Bi taybet çapemeniyên herêmî û rojnamegerên ku di van saziyan de dixebitin ne xwedî tu mafan e. Ji bo ev sazî karibin xwe li piya bigrin gelek zehmetiyan dikişînin. Ev yek jî dike ku rojnameger nikaribe peywira xwe bi heq bîne cih û xebateke baş bimeşîne.

Hikûmet polîtîkayeke çawa li hemberî çapemeniya azad dimeşîne?

Ji bo civak bê bandor bê hiştin û ji bo rastî ji civakê bê veşartin desthilatdar her tim gava yekem li ser çapemeniyê diavêjin. Dema te çapemenî kontrol kir, tu dikarî civakê jî bi hêsanî kontrol bikî. Helbet li Tirkiyeyê rewşeke taybet û balkêş heye. Hikûmet bi rê û rêbazên cuda timî dixwaze çapemeniyê bêdeng bike. Hikûmeta AKP-MHP’ê di 20 saliya desthilatdariya xwe de û bi taybetî jî di van salên dawî de ji bo ku çapemeniyê bê bandor bike, ji bo ku nûçe negihêje raya giştî û gel ji rastiyan bêpar bimîne, timî di nava hewldan û tevgerê de bû. Di serî de xwestin çapemeniyeke alîgir ji bo xwe ava bikin. Dema vê yekê pêk anîn çapemeniya din yê ku di destê karsazên mezin de bûn bê bandor kirin û hêdî hêdî wan jî bi xwe ve girêdan. Wek mînak; anîne wê dereceyê ku çapemeniya herî xurt ya Tirkiyeyê, Dogan Medya bi temamî bi dest xistin. Kirin ku ew Aydin Dogan ê ku hikum li tevahiya Tirkiyeyê dikir, bi tevahî xwe ji qada çapemeniyê bikişîne. Ji bilî wê kirin ku ev derdorên cuda ji wan re bîat bikin, an jî bi tevahî ji vê qadê vekişin. Di encamê de çapemenî û medyayeke ku bi tevahî di bin xizmeta wan de ava bû. Bi hezaran rojnameger ji kar hatin avêtin û bi sedan saziyên çapemeniyê hatin girtin. Qartên wan yên çapemeniyê betal kirin. Tevan ji hev tert û belav kirin. Yê ku li dijî wan derket û li ber xwe da dîsa Çapemeniya Azad bû.

Wekî rojnamegerên kurd hûn bi astengiyên çawa re rû bi rû dimînin û para çapemeniya kurd ji van zextên giştî yên li ser çapemeniyê çi ye?

Helbet digel van zext û pêkutiyan jî çapemeniyek ku hikûmet nikare kontrol bike heye ew jî çapemeniya azad e. Zextên li Tirkiyeyê bi giştî ku li ser çapemeniyê heye, dema mijar dibe çapemeniya kurd dibe du qat. Ji ber ku çapemeniya kurd serî li ber wan natewîne. Her wiha ji ber ku çapemeniya azad xwedî kevneşopiyeke dehan salan e. Her tim dijberiya zordestan kiriye, cihê xwe li gel rastiyan girtiye. Ev jî hikûmetê aciz dike û Çapemeniya Azad dibe hedefa dewletê. Wek tê zanîn di salên 90’î de bi dehan hevalên me hatin qetilkirin. Giyana van şehîdan Çapemeniya Azad afirand. Û di nava vî 30 salên dawî de bi ruhekî berxwedêr çapemeniya kurd peywira xwe bi cih anî.
Hê jî gelek hevalên me girtî ne û di zindanan de ne. Der bare dehan rojnamegerên kurd de doz hatine vekirin. Bi dehan hevalên me ji ber zext û pêkutiyan sirgûn in. Di her fersendê de saziyên wan têne girtin. Di 2016’yan de Rewşa Awarte ku dihat gotin li dijî FETO hatiye pêkanîn, di eslê xwe de derbeya herî giran li çapemeniya kurd da. Wê demê hema bêjin tevahiya saziyên çapemeniyê hatin girtin. Lê belê rojnamegerên kurd xwe ji xweliya xwe afirandin û careke din gotin em li vir in. Ji nû ve saziyên xwe avakirin û xebatên xwe berdewam kirin. Ev berxwedêrî helbet desthilatdaran aciz dike.

Weke tê zanîn komeleya we her meh raporan der barê zextên li ser çapemeniyê de amade dike, tu dikarî hinekî behsa raporên van mehên dawî bikî?

Me behsa zext û zoriyên li ser çapemeniyê kir. Di van salên dawî de ev hîn xurtir derket holê û êdî nahêlin ku tu dengek cuda derkeve. Bi taybetî piştî çapemeniya Tirkiyeyê bêdeng kirin û ji holê rakirin, niha jî dest avêtine medyaya dijîtal. Kesên ku dixwazin agahiya di medyaya dijîtal de parve bikin jî rastî zextan tên û tê xwestin ku medyaya dijîtal jî bê bandor bikin. Der barê vê mijarê de qanûnên nû derxistin, ji bo ku vê qadê bi giştî kontrol bikin tiştê çi ji destê wan tê wê dikin.
Li Tirkiyeyê karê rojnamegeriyê weke sûc tê dîtin. Hikûmet dixwaze weke saziyên girêdayî xwe hemû çapemeniyê jî bi xwe ve girê bide. Ji bo ku nikare vê pêk bîne zilm û zextên li ser çapemeniyê zêde dibin. Em di serî de vê li qadê dibînin, dema bûyerek çêdibe û rojnameger dixwazin bûyerê bişopînin rastî tundiya polîsan tên. Rojnameger têne derbkirin, destgîrkirin, kamera û wênekêşên wan tên desteserkirin û bi her awayî têne astengkirin. Ji bo ku rojnameger nikaribin karê xwe bikin, hikûmetê giştînameyek derxistiye û bi giştînameyê jî kesên ku dixwazin li kuçeyan çalakiyan bikin û rojnamegerên bixwazin wan bişopînin pêşiya wan dibe asteng. Ji vê zêdetir jî êrîşan dibin li ser rojnamegeran û îşkenceyê li wan dikin. Di van rojên dawî de vê tundiya dewletê bêhtir xwe da der. Di 20’ê tîrmehê de di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de rojnameger rastî êrîşan hatin. Dîsa di 31’ê tîrmehê de di çalakiyên nerazîbûnên li dijî êrîşên nîjadperestî yên li dijî kurdan de, rojnamegerên ku çalakiyê dişopandin rastî tundiya dewletê û binçavkirinê hatin. Her wiha rojnameger rastî êrîşên nîjadperestan bi xwe jî hatin. Bi awayekî sîstematîk dixwazin rojnamegeran bê bandor bikin.
Weke mînakeke balkêş; dixwazin sîxurtiyê li ser rojnamegeran ferz bikin. Li Enqere û Amedê kesên sivîl û xwe weke polîs didan naskirin, sixûriyê pêşniyazî du hevalên me yên jin kirine. Li kuçeyan rojnamegeran didin rawestandin û wan li wesayîtên xwe siwar dikin û dixwazin bikin sîxûr. Ev destgîrkirineke ne fermî ye û ji xwe ev yek nakeve fermiyetê. Nasnameya van kesan ne diyar in lê em dizanin polîs in û endamên MÎT’ê ne. Ji ber ku ji hiqûqê û darizandinê natirsin vî karî dikin. Ev yek bêehlaqiya wan vekirî dide xuyakirin.

Wekî komele çi xebat û projeyên we hene ji bo ku hûn bikaribin li hemberî van zextan bisekinin û xebatên xwe bi rêk û pêk bimeşînin?

Weke komele ji roja ku me komele damezirand heta vê rojê, em hewl didin ku xebateke baş bimeşînin. Jixwe piştî roja ku me damezirandina xwe îlan kir, ji bo rojnamegerên nû demildest me dewreyeke perwerdehiyê da destpêkirin. Armanca me ew bû ku di nava salê de em çend dewreyên wisa pêk bînin. Lê mixabin ji ber pandemiyê di sala 2020’î de berdewamiya wê nehat. Îsal me dewreyeke din jî pêk anî û careke din vê xebatê me xurt kir. Niha em dixwazin ku bê navber xebatên perwerdehiya rojnamegeran bidomînin û vê xebatê bigihînin asta akademiyê. Dîsa xebata me ya rêxistinkirinê heye; em dixwazin li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê yekê hin hewldanên me hene da ku em li hin herêman nûnertiyê ava bikin. Her wiha ji bo em bi awayekî sîstematik daneyan bigirin projeyên me hene. Yanî di der barê rojnamegerên girtî, yên têne darizandin de, yên ku ji kar hatine avêtin û rastî zext û pêkutiyan tên em ê hinekî din bi rêk û pêk daneyan berhev bikin. Li aliyê din her meh em rapor di der barê binpêkirinên mafên rojnamegeran de amade dikin û bi raya giştî re parve dikin. Ev bi serê xwe xebateke hêja ye. Her wiha hewldanên me ji bo têkiliyên bi saziyên rojnamegeran yên neteweyî û navneteweyî hene.
Helbet xebatên qada çapemeniyê hinek bi kulfet in. Ji bo em karibin xebateke baş bimeşînin pêdiviya me bi piştgiriyê heye. Em dixwazin hin xebatan bi piştgiriya fonên ku ji hin sazî û dezgeyan tên girtin bidomînin. Helbet em bi fonan ve ne girêdayîne, lê ger piştgiriyeke wisa hebe em ê baştir karibin xebatên xwe bi pêş bixin.

Ji bo rojnamegerên nifşên nû û her wiha bi giştî ji bo rojnamegeran çi banga we heye? Rojnameger çawa dikarin hevkariya xwe xurt bikin?

Di gel hemû astengiyan jî em dizanin ku şopdarên heqîqetê hene û dawî lê nayê. Hema bibêjin her roj hevalên nû tev li me dibin. Heta ji dest me tê em dixwazin perwerdeyeke baş bidin wan. Lê belê pêwîst e ev hevalên me bi xwe jî ji bo vî karî dilxwaz bin. Bila ji bîr nekin ku karekî pîroz dikin. Ragihandina heqîqetê ne hêsan e lê em dikarin bi îradeyeke xurt, bi xebateke bêhempa, bi bîr û bawerî vî karî bimeşînin. Helbet divê hevkariya xwe û hêza xwe xurt bikin, rêxistinbûyîna xwe zêde bikin. Dîsa rojnamegerên ku ji vê pergalê aciz in divê bêhtir bixebitin, da ku ev pergal hilweşe û civakeke azad ava bibe. Ger em mil bidin milê hev em ê hê bêhtir mezin bibin û kes nikare çapemeniya azad têk bibe.