25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe nekuje birêxistin bike!

Ji Kurdistanê û Rojhilata Navîn heta li tevahiya cîhanê, li her derê jin ji aliyê pergala mêr ve, yan tên qetilkirin an jî wisa dibe ku jin bi destê xwe dawî li jiyana xwe bînin.

Sedemên xwekuştina jinan li her derê cîhanê cuda ye. Li hin cihan jin ji ber tundiya mêr û malbatê yan tên kuştin an jî ew xwe dikujin; li hin cihan jin ji ber sedemên aboriyê dawî li jiyana xwe tînin; li hin cihan jin ji ber destdirêjiya li wan xwe dikujin û hwd. Mirov dikare mînakên bi vî rengî zêde bike lê di bin sedema hemû kuştin û xwekuştinan de zihniyeta desthilatdar a mêr heye.

Pergala heyî bi hemû hêza xwe piştgirî dide mêran ku li her qada jiyanê; ji malê heta cihên kar û kolanan li derê zextê li jinan dikin. Gelemperiya jinan jî rêya xelasiya ji pergala mêr di xwekuştinê de dibîne.

Salane nêzî 80 hezar kes…

Der barê bûyerên xwekuştinê de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) salek berê raporek parve kiribû û ragihandibû ku li cîhanê di her 40 saniyeyan de kesek xwe dikuje û salane nêzî 80 hezar kes xwe dikujin. Li gorî rapora WHO’yê hejmarên kesên xwe dikujin ji hejmara qurbaniyên şer û bûyerên kuştinê zêdetir e.

Her çiqas rapora WHO’yê raporeke giştî be jî li cîhanê herî zêde jin dawî li jiyana xwe tînin. Çimkî herî zêde jin ji pergala desthilatdar zirarê dibînin û jixwe pergala heyî hebûna xwe li ser tunebûna jinê û civakê avakiriye.

Hemleya li dijî xwekuştinê!

Têkildarî mijara xwekuştina jinan û bi boneya 10’ê Îlonê Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya Cîhanê ku di sala 2003’yan de WHO’yê tevî Komeleya Navneteweyî ragihandibû, Rêxistina Sara û Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxuyaneke nivîskî dabûn. Heta Rêxistina Sara li dijî tundî, kuştin û xwekuştina jinan hemleyek dabû destpêkirin.

Çareserî çi ye?

Çareseriya xwekuştina jinan dîsa jin bixwe ne. Divê hemû saziyên jinan ên cîhanê li dijî bûyerên bi vî rengî hêza xwe bikin yek; derbarê mijara xwekuştinê û armanca pergala mêr a kuştina jinan de semîneran bidin, atolyeyan vekin, mal bi mal, tax bi tax, bajar bi bajar heta welat bi welat bigerin, xwe bigihînin her jinê û wan perwerde û bi rêxistin bikin. Ne tenê jinan pê re girêdayî civakê jî perwerde û bi rêxistin bikin.

Divê neyê jibîrkirin, çawa ev pergala heyî bi gelemperî hebûna xwe di bêdengkirina jinan de dibîne, divê jin û civak jî hebûna xwe û têkbirina pergalê di perwerde û xwebirêxistinkirinê bibînin.