Rojnameya Heftane

Xweberdan mirin e, berxwedan jiyan e

Dema ez di zindanê de bûm, min biryar da ku heta ez ji nav wan çar dîwarên dojehî dernekevim, heta dernekevim nav serê çiyayan û giyanê min bi per û bask nebe ez tu berhemeke xwe naweşînim û sala 2023’yan dê bibe sala wêjeya kurdî

Rizoyê Xerzî

Wekî dibêjin ‘Çiya li çiyayan rast nayên lê mirov li hev rast tên’, li pey salên dûr û dirêj ku derdora 11 salan di zindanê de ma, em û Hemîd Dilbihar dîsa li hev rast hatin. Ji bo xwînerên Xwebûnê vê carê jî me bi helbestkar û nivîskar Hemîd Dilbihar re hevpeyvîn kir.

Tu bi xêr hatî. Gelek derbasî be. Li gel ew qas salên di girtîgehê de, me tu weke her carê dîsa bi coş û delodîn dît. Tu weke her carê dîsa dilbihar î.

Destpêkê we û hemû xwînerên Xwebûnê bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Gelek spas. Min jî tu wisa dîtî. Têkoşîna di rêya azadî û mirovahiyê de, mirovan her tim, ciwan, têrjîn, delodîn û dilbihar dihêle.

Gelek rojnameger û nivîskar bi hincet û angaştên cuda tên girtin. Gelo tu bi çi angaştê hatibûyî girtin û tawanbarkirin?

Ya rast bersiva vê pirsê, kêm zêde her kurd û mirovek azadîxwaz dizane. Ku tu li dijî serdestî û desthiladariyê, li dijî her cureyê dagirkerî, mêtingerî û koledariyê derkevî, ji dil û can li ber xwe bidî, ji her milî ve têbikoşî, di her şert û mercan de xwe-bûn û nirxên xwe yên kurdewar û gerdûnî biparêzî di encamê de dîlketin, ango girtin jî heye. Ji bo vê jî serdest û desthiltdar dikarin bi sedan sedem û hincetan nîşan bidin. Di şert û mercên dijmirovahiyê de, kurdbûna te ya birûmert û têkoşîna te ya bo azadî û mirovahiyê bi tena serê xwe besî dîlgirtina te ye. Armanca desthilatdaran a dîlgirtinê pêşîlêgirtina berxwedan û têkoşînê ye. Di rastiya xwe de, angaştên wek sedema dîlgirtina min hatibûn nîşandan jî gotin, kiryar û çalakiyên di çarçoveya parastina nirxên kurdewar ên neteweyî, têkoşîna hebûn, xwebûn û azadiya gelê kurd û hemû kom û gelan de bûn û ev ne tawan lê rûmet û serfiraziyeke mezin e. Bêguman, weke her berxwedan û têkoşîneke dîrokî ya mirovahiyê, ev berxwedan û têkoşîn jî dê di rûpelên dîroka mirovahiya azad û serfiraz de cihê xwe bi awayekî herî nirxdar bigire.

Gelo armanca girtîgehê çi ye; desthilatdaran risteke çawa li girtîgehê bar kiriye?

Berî her tiştî zindan alav û amûreke herî bingehîn a desthilatdaran e; li dijî hemû  kes, derdor, kom û gelên azadîxwaz û li derveyî qada desthilatdariyê wek çekeke tepisandin, dîlgirtin, radestgirtin û jiholêrakirina ji gelek milan ve ye.

Em dikarin zindanên niha weke dojeheke modern bi nav bikin. Ev dojeha modern, cihekî herî taybet û xedar e ku azadî û serbestbûna mirovan a fizîkî ji holê radike; wan ji xwezayê, civakê, jiyana civakî û ji hemû nas, heval, hogir û hezkiriyên wan dûr dixe. Ji her tiştê ku ew xwe parçeyek ji wan dibînin an jî wan parçeyek ji xwe dibînin, dûr dixe. Jixwe, armanc û sedema hebûna zindanên em behs dikin ew e ku dîlgirtiyên siyasî/polîtîk, têkoşerên azadî û mirovahiyê ji hest, raman, giyan, armanc û xeyalên wan ên takekesî, civakî û gerdûnî dûr bixe; wan bi rê û rêbazên cur bi cur ji her milî ve dorpêç bike û di wan de kesayeteke li gor pergala desthilatdar saz bike; bîr, bawerî, hêvî û vîna wan bişikîne û wan bikişîne nava tora xiyaneta li hest, raman, armanc, xeyal, giyan û jiyana wan. Ji bo vê jî her cureyê pêkanînên taybet ên li dijî mirovahiyê ji aliyê desthilatdaran ve tê bikaranîn. Bêguman, li gel hemû pêkutî, zext, zordarî û êrîşên fizîkî, herî zêde jî zext, êrîş û pêkanînên li dijî dil, hiş û giyanî rû didin.

Li gel vê yekê, di nav dest û lepên dojeha modern de jî be, hemû dîlgirtiyên polîtîk ên berxwedêr û têkoşer li dijî vê rewşa li derveyî zagonên xweza, jiyan, civak û mirovahiyê ji her milî ve li ber xwe didin û têdikoşin; bi taybetî jî ji milê hest, raman, giyanî û manewî ve. Vê jî di her qad û kêliya jiyanê de, ji her alî ve bi sekna xwe ya xeta berxwedêrî, bi xebat û hilberînên xwe yên nivîskî nîşan didin. Ango, dîlgirtiyên polîtîk di zindanan de di nav şert û mercên dojehî de jî bin, dest ji berxwadana parastina nirxên xwe yên bingehîn bernadin. Baş dizanin ku xweberdan mirin e, berxwedan jiyan e. Li gel wê di heman demê de gelek ji wan, heta dawiyê hewl didin ku binivîsin û berhemên nivîskî hilberînin ku nivîsandin û hilberandina berheman ji bo wan cureyekî berxwedaneke parastina nirxên hebûn û xwebûna wan, parastina hest, raman, armanc, xeyal, manewiyat û jiyana wan e.

Ez dikarim rewşa xwe ya di zindanê de di vê çarçoveyê de bi lêv bikim. Ango, di nav çar dîwarên dojehî de be jî ji bo min di her qad û kêliya jiyanê de berxwedan, têkoşîn û hilberîna esas bû.

Weke em dizanin di zindanê de tu jî çend caran rastî êrîş û îşkenceyên fizîkî hatî. Helwesta te ya li dijî vê çi bû?

Belê, ez jî weke gelek dîlgirtiyên azadiyê, bi caran ji aliyê hêzên serdest û desthilatdar ve rastî êrîş û îşkeceyên fizîkî hatim. Bersiva li dijî vê jî weke her carê xurtkirin û kûrkirina bîr, bawerî, daxwaz, hêvî, hezkirin, vîn, evîn, dildarî û biryardariya têkoşîna azadî û mirovahiyê, berxwedan, têkoşîn û hilberîn bû. Ev yek dê heta hilma dawî jî bidome ku ji bo her mirov û kurdeke/î birûmet û serbilind ji bilî vê rê û vebijêrkeke din nîn e. Ez bawer im ku 2023 dê bibe sala kurdan û wêjeya kurdî.

Tu vê carê nêzî 11 salan di zindanê de mayî. Gelo te dema xwe ya di zindanê de çawa derbas kir, te çi berhemên wêjeyî nivîsandin?

Belê, wek tê zanîn zindan jî qadeke têkoşînê ya bingehîn e. Ji ber wê, di zindanê de jî ji gel hemû şert û mercên dojehî jiyan, têkoşîn û berhemdarî didome. Min jî li ser vê bingehê, li gel kar, bar, xebat û têkoşîna rojane ya gelemperî û hevpar, xebatên xwe yên ziman û wêjeyî bênavber domandin.

Bêguman, te niha gelek berhemên wêjeyî nivîsîne lê bawer im te hîn çap nekirin. Sedemeke vê heye gelo?

Rast e, wek te jî got min gelek berhemên kurdî yên wêjeyî nivîsîn, saz kirin lê nedane weşandin. Lewra dema ez di zinadanê de bûm min biryar da ku heta ez ji nav wan çar dîwarên dojehî dernekevim, heta li ser axê nemeşim û piyên min bi wê şa nebin; heta dernekevim nav serê çiyayan û wek xezalan xwe nehilavêm li ser lat û zinaran, giyanê min bi per û bask nebe û weke balindeyan bi bayê çiyayan re nereqise, xwe bernedim nava dil û cerg û hinavên geliyan û dilê min weke rûbarekî delodîn neherike, li gel avêtina berbangeke nû hişê min li ser bircên Amedê roja sorgevez neke taca serê xwe, bextê min xwe bernede nava deryaya Wanê û bi delodînî şipşîn pêl nede; li tax û qad û kolan û kuçeyên Kurdistana xwe li gel xwişk û bira, heval û hogir, nas û azadîxwazan govenda giyanazad negerînim û piştî wê jî tiştên ku min nivîsîne ji nû ve saz nekim naweşînim. Ev yek jî dê herî kêm du sê salên min bigire. Ango, ez ê berhemên xwe di sala 2023’yan de li ser hev biweşînim.

Dîroka 2023’yan balkêş e. Gelo te ev dîrok bi taybetî diyar kir?

Belê ku roj hat ez ê sedemên wê jî parve bikim. Hêvî û baweriya min ew e, 2023 dê bibe sala kurdan û sala wêjeya kurdî.

Tu demeke dirêj ji civakê dûr mayî. Li gor çavdêriyên te guherîn û veguherîneke çawa di nav civakê de pêk hatiye?

Bêguman di vê gerdûnê de koma heybera herî zindî û pêşketî koma mirovan, ango civak e. Ji ber vê jî çi tişt hindî mirovan naguhere û venaguhere. Di nav van deh salên dawiyê de jî ji ber gelek sedeman di serî de ji aliyê civakî, çandî, hişmendî, sincî û ji gelek aliyan ve gelek guhertinên girîng pêk hatine. Helbet hinek ji wan erênî ne, hinek ji wan neyînî ne. Di serî de qada siyaseta demokratîk divê em hemû kes, qad û derdorên azadîxwaz, têkoşer û civakparêz, bi awayekî herî rast û guncav xwe li gor van guherîn û veguherînan ji nû ve saz bikin; hemû rê, rêbaz, alav, amûr, bername, plansazî, têkilî, biryar û kiryarên xwe yên têkoşînê bi rengekî herî afirîner û dewlemend nû bikin û li gor wê tevbigerin da ku bikaribin bi ser bikevin. Sedemeke bingehîn a hemû kêmasî, nebesî û pirsgirêkên qada siyaseta demokratîk û hemû qadên din ên têkoşînê ev e.

Wek em dizanin, ji destpêkê heta niha tu ji bilî helbestkarî û nivîskariyê di gelek qadên din de cih digirî. Yek ji wan jî qada civakî ya polîtîk e. Bo çi ev qad gelo?

Di serî de bêjim ku di wateya berfireh de hemû qad û kêliyên jiyanê polîtîk in. Li gor vê rastiya bingehîn, li welat û cîhaneke bindest û xwelîser ên ku ji bêriya azadiyê her kêliyê agirekî dojehî xwe berdide cerg û dil û hinavan, têkoşîna polîtîk a şoreşger berî her tiştî maf û berpirsyariyeke mirovî, wijdanî, sincî, civakî, neteweyî, xwezayî, jiyanî û gerdûnî ye. Jiyan û civateke azad bi şoreşa hişmendî û sincî tê sazkirin. Pêkanîna vê jî bi polîtîkayeke şoreşgerî, ango bi şoreşeke hişmendî, sincî û polîtîk pêkan e. Bêguman ev jî bê kiryar û çalakiyên şoreşger nabe. Lewra, zagonên herî dîrokî, civakî, xwezayî û gerdûnî şoreşger in. Nivîskariya min bixwe jî di bingeha xwe de encama têkoşîna şoreşger a civakî û dîrokî ye. Jêderk û çavkaniya xwe jî ji wê derê digire. Em jî bi wê û ji bo wê hene, dê bi wê û ji bo wê hebin. Rêya serkeftinê ev e.

Gelek spas dikin. Hêvîdar im ku ji niha şûn de jî tu di hemû kar û xebatên xwe de serkeftî bî.

Ez jî spas dikim. Baweriya min jî ew e ku hemû kurd-î-parêz û azadîxwaz jî dê bi ser bikevin. Lewra ji bilî serkeftina di rêya azadî û mirovahiyê de her encam mirineke cuda ye. Em jî naxwazin bimirin, dixwazin bijîn. Ji ber wê em dê bi hev re bi ser bikevin, bi hev re bijîn…

Hemîd Dilbihar kî ye?

Li gel helbestkarî, nivîskarî û rewşenbîriya xwe, xwedî nasnameyeke piralî ye. Pêşeng û têkoşerekî zimanê kurdî ye. Di gelek qadên têkoşînê yên wek ziman, çand, civakî û polîtîk de xebat kirine. Bi salan di rojnameya Azadiya Welat de qunciknivîsarî kir û di gelek kovaran de nivîsên wî hatin weşandin. Bernameyên televîzyonê amade kirin. Heta niha 4 pirtûkên wî hatine weşandin; Ji Evîna Te 1-2, Dem Bûye Xencereke Reş – Ezîzam, Piştî Tu Çûyî.