25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûnê bal kişand ser vîrusa koronayê

Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike di vê hejmara nû de vîrusa koronayê û betalkirina pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê derxist pêş û bi manşeta; ‘Vîrusê Newroz betal kir’ digihêje xwendevanên xwe.

Rojnameyê di vê hejmarê de jî cih da nivîskarên nû. Samî Hêzil, Mem Avba û Harûn Evîndar cara ewil ji bo rojnameyê nivîsandin. Her wiha di vê hejmarê de nivîskarên din ev kes in; Zehra Mohammedzadeh, Mizgîn Ronak, Aysel Tabak, M. Alî Ertaş, Yildiz Çakar, Samî Tan, Felemez Ulug, Ramazan Tûnç, Yaşar Eroglu, Pêşar Bextewer, Berfîn Dijle, Şener Ozmen û Agît Yazar.

Sozek daye xwe û guhdaran

Vê hefteyê hunermend Mem Ararat têkildarî hunera muzîkê û girîngiya zimanê kurdî pirsên rojnameger Rizoyê Xerzî bersivandiye û hunermend wiha dibêje: “Min sozek daye xwe û guhdarên xwe; strana bi dil û giyan hîs nekim ez ê nebêjim. Muzîk bexçeyê giyanê min e û dixwazim wî bexçeyî her paqij bihêlim. Lewma bi hezkirinek mezin bi muzîkê re mijûl dibim. Kevirê heps û tirba xwe wisa dixemilînim.”

Komkujiya Helebçeyê

Rojname di vê hejmarê de bi naverokeke dewlemend balê dikişîne ser Komkujiya Helebçeyê. Yaşar Eroglu bi sernavê ‘Birîna xedar Helebçe’ û Harûn Evîndar jî bi sernavê ‘Hê xwîn ji vê birînê tê’ der heqê komkujiya Helebçeyê de nivîsandine.  Mizgîn Ronak jî vê hefteyê di nivîsa xwe ya quncik de cih daye Helebçeyê.

Newroz û jin

Aysel Tabak bi nivîsa sernavê ‘Sembol û sergovendên Newrozê’ balê dikişîne ser dîroka Newrozê û rola jinan. Zehra Mohammedzadeh jî çîroka jina bi navê Fîrozeyê Tûfegul a kurdên Xorasanê nivîsandiye.

Wuhan kuxiya, hemû cîhan bi zekemê ket

Nûçegihanê rojnameyê Aryan Med der barê vîrusa koronayê de nûçeyeke taybet amade kiriye û ji bijîşk Veysî Ulgen nerîn wergirtiye. Ulgen balê dikişîne ser polîtîkayên şaş ên tenduristiyê û ji bo parastina ji vîrusê hişyariyan dike. Ramazan Tunç jî bi sernavê ‘Wuhan kuxiya, hemû cîhan bi zekemê ket’ ve balê dikişîne ser vîrusa koronayê û aboriyê.

Keçelê guriyê gemarî

Berfîn Dijle jî bi sernavê ‘Keçelê guriyê gemarî’ ve der heqê navendên çandina por û keçeliyê nivîseke mîzahî nivîsandiye.  AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê