Pêncşem, December 2, 2021

Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket

Rojnameya Xwebûnê ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heftane weşanê dike bi manşeta; ‘Em ê tune nebin’ gihîşt xwendevanên xwe.

Rojnameya Xwebûnê bi hejmara 80’emîn vê hefteyê jî bi naverok û nivîsên balkêş derçû. Rojnameyê vê hefteyê di manşeta xwe de cih da êrîşa li hemberî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, têkoşîna dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û jinên kurd. Rojnameger Dûrket Suren li Îzmîrê çavdêriyên xwe ji bo xwendevanên rojnameyê nivîsand.

Don Kîşotên me kurdan

Hevpeyvîna vê hefteyê de derhênerê şanoyê Ferhadê Feqî têkildarî şanoyê û lîstika Don Kîşot pirsên rojnameger Bêrîvan Kayi bersivand. Promiyera lîstikê  dê 29’ê hezîranê de li Amedê pêk bê û derhêner di hevpeyvînê de balkişandiye Don Kîşotên me kurdan.

Nivîskarên vê hefteyê ev kes in; Munewer Azîzoglu Bazan, Reyhan Îke, Dûrket Suren, Feratê Dengîz, H. Halît Alaçati, Kakşar Oremar, War Botan, Mehmet Devîren, Hogir Ar û Agît Yazar.

Nivîskar Munewer Azîzoglu Bazan bi mijara ‘Utopyaya berbiçav: Li vir û niha’ beşa duyemîn nivîsandiye. Bazan balê dikişîne ser utopyayê û sosyalîzmê û wiha dibêje: “Çalakiya rasterast pêkanîna rasterast a nêrîneke rasterast divê. Ango bi rêya vê awayê çalakiyê ‘utopyayeke‐mîkro’ ava dibe, armanc û encam bi yekdengî û bi hemdemî bi hev re tên xuyakirin.”

Reyhan Îke jî vê hefteyê bi sernavê ‘Bigirî Asê’ têkildarî êrîşa dewleta tirk a li ser Mexmûrê û çîroka zaroka penaber ango çîroka Asmînê nivîsandiye. Naveroka nivîsê gotinên dayika Asmîn e û Îke bi zimanekî wêjeyî nivîsandiye.

Feratê Dengizî bi sernavê ‘Reh û rê’ têkiliya navbera reh û rê nivîsandiye. Nivîskar di nivîsa de çarînên hinek helbestvanan daye û şîrove kiriye.

H. Halît Alaçati der heqê operasyona dewleta tirk a derveyî sînor û helwesta PDK’ê nivîsandiye. Alaçati bi sernavê ‘Helwesta PDK dibe sedema yekitiya kurdan!’ ve dibêje ku hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re dibe sedem ku kurd yekitiya xwe pêk bînin.

Kakşar Oremar bi sernavê; ‘Rojeke dîrokî û peyamên du hilbijartinan’ têkildarî hilbijartinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê û her wiha roja şehadeta Simkoyê Şikak nivîsandiye. Oremar dibêje ku di vê hilbijartinê de jî bi giştî civaka Kurdistanê careke din li pênc wilayetên mezin peyamên siyasî‐civakî dane desthilata li Îranê.

War Botan û Mehmet Devîren cara ewil e ji bo rojnameya Xwebûnê dinivîsînin. Devîren bi sernavê ‘Dem dema gere ye’ nivîseke mîzahî nivîsandiye û War Botan jî bi sernavê ‘Pênaseya çandê û teknolojiyê’ ve nivîseke ramanî nivîsandiye.

Hogir Ar der barê ‘Dîroka peykeran’ de nivîsandiye. Ar dîroka peykera ji serdemên ewil digire dest û heta roja me ya îro tîne û dibêje; “Lê di kifşên arkeolojik de, di dema şikeftan de rastî şopên hunera peykeran tên.”

Agît Yazar di vê hejmarê de têkildarî çiyayên Zagrosê nivîsandiye. Yazar wiha dibêje; “Ev çiya, seraping ango seranser, bi razên xwedayî nuxumandî ye. Gelek lehengên cîhana dêrîn yên efsanewî, navên xwe li ser lat û zinarên Zagrosan kolandine, her wiha rolyefên xwe lê qewartine.”