25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûn ket 2 saliya xwe

Ji bo em ‘xwebûn’a xwe pêk bînin, salek berê me dest bi rêwitiyê kir. Me gotibû xwezanîn û xwebûn bingeha hemû zanebûnan e. Em hê jî wek roja ewil bi kelecan in.

Ger zimanê te birîndar û qedexe be bêguman wê demê têkoşîna ji bo vî zimanî tê dayîn jiyanê watedartir dike. Em bi zimanekî ku bi hezaran sal in hebûna xwe diparêze weşanê dikin.

Di hejmara yekemîn a rojnameyê de jî me bal kişandibû ser yekitiya neteweyî û zimanê kurdî. Mijara yekitiya neteweyî îro ji her demê girîngtir e û divê em ji neyarên kurdan ku ji bo kurdan parçe bikin bi şev û roj dixebitin, zêdetir bixebitin û rojek beriya rojekê yekitiya xwe pêk bînin. Bi hêviya welatek azad û yekbûna çar parçeyan, salvegera rojnameyê û sala 2021’ê li gelê kurd pîroz be!

‘Asîmîlasyon daxa dil e’

Hejmara 53’yan a ronameya Xwebûnê bi manşeta “Asîmîlasyon daxa dil e” derket û gihîşt xwînerên xwe. Hevpeyvîna vê hefteyê bi mamosteyê zimanê kurdî û zimannas Reşo Zîlan re ye. Zimannas Zîlan dibêje li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kurd bi awayekî sîstematîk tên asîmîlekirin û êdî ziman ji mezinan derbasî biçûkan nabe û ev yekser mirina zimanê kurdî ye. Zîlan dibêje ‘asîmîlasyon daxa dil e’.

Girtî bi grevê dikevin sala nû

Girtiyên PKK û PAJK’ê li 130 girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tercîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, 27’ê Mijdarê greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem dan destpêkirin. Grev di hefteya 4’emîn de ye û girtî bi greva birçîbûnê sala nû pêşwazî dikin. Gelek girtiyan armanca grevê vegot.

‘Ev ne şerê kurdan e’

Hevserokê KNK’ê Ahmed Qeremûs ku ji bo pêşî li şerekî di navbera her du hêzên kurdî yên li başûrê Kurdistanê de bigirin dixebite, diyar kir ku ev şer ne yê kurdan, yê dagirkeran e û banga hişyariyê kir

Nivîskarên vê hejmarê: Eylem Şoreş – Li meydanan bûn dê li meydanan bin, Sarya Denîz – Salvegera xwebûnê li me hemûyan pîroz be, Ayhan Erkmen – Bager, Lokman Polat Evîna Bêcirekî, Sadiye Eser  – Quling û rovî, Felemez Ulug – Armanc têkbirina gelê kurd e, Ehmed Pelda – Qeyrana hevalcêwî: Şer û aborî, Hisên Çatikkaş – Bi me serbilind bin, Meral Ozel – Dêrsim û Asîmîlasyon, Valêre – Wa 2021 ma bimbarek bikero, Şaswar Mame – Şeva Yelda.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê