16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûn: Xwenasîn û vegera cewherê

Di hemû serdemên dîrokê de kesayet û pergalên desthilatdar hatine dîtin. Bêguman şêwaz û asta erîşên pergala heyî li gor demê hatine guherandin. Lê bi mîsogerî dikarim bibejim ku di her serdeman de êrîşên herî dijwar li ser nirx û cewherê mirovan hatiye kirin.

Bêguman xalên ku weke nirx em pênase dikin pîvan, wijdan-exlaq, çand, cewherê mirovan û hwd. di nav van xalan de cih digirin. Dema ku em qala êrîşên pergalê dikin ji dema sumeran bigire heya pêvajoya feodalîteyê -ku weke dema axa û began tê nasîn- heya sala 2021’ê -ku pergala kapîtalîst herî zêde xwedî bandor e- di bîr û baweriya civakan de xitimandin her wiha di rizandinê de roleke sereke dilîze.

Dema ku em van nirxandinan dikin pêwîst e mijara ‘xwebûn’ çi ye ango şîroveyeke çawa mirov dikare mijara xwebûnê şênber fam bike-bide fam kirin girîngiyeke xwe ya jêneveger heye. Xwebûn çi ye? Gelo em xwe nas dikin? Gelo em li gor xwezaya xwe tevdigerin an jî em çiqas bi vîna xwe tevdigerin? Destpêkê pirsên wiha ji xwe pirs bikin û yek bi yek bêyî ku hûn xwe bixapînin bersiva van pirsan bidin? Ez bawer im em bihevre bersiv bidin wê hîn zêdetir bi encam be.

Xwebûn: Bûyîna xwe, ango ayîdêxwebûyîn e. Xwe naskirin xwe zanîn ango ji kesayet û fikra teqlîdê vegera cewhera xwe ye. Di jiyana mirovan de ya ku wan her tim li ser pêyan bigire, bike xwedî hêz, xwedî biryar, piştî mirina xwe jî berhemekî mayinde bihêle zanîna mirov e.

Zanayê mezin di nirxandinekî de wiha tine ziman: “Zarok heya 12- 13 saliya xwe fîlozofên deme ne.” Ji vê nirxandinê mirov fam dike ku di van temenan de ji ber ku bi temamî ketina nava pergalê  pêş neketiye ji xwebûna xwe dûrketin derneketiye holê, di heman demê de ji zanistên nû re vekirî ne. Tevahiya heyber û heyînên di xwezayê de ji wê/wî re nû tên û hewldanê fêrbûyînê di asteke jor de ye. Fêrbûyîna axaftinê ji bo zarokan keşfeke nû ye û di buhayê parçekirina atomê de ye.

Zanebûn an jî fêrbûyîn pêwîst e ji bo hemû mirovên di buhaya azwerî û eşqekê de bin û mîna tî-birçiyê av û xwarinê bin, birçiyê zanistê bin. Yan em ê xwe nas bikin û zana bin an jî em ê bi rizîn-tunebûnê re rû bi rû bimînin.

Mixabin di roja îro de, bi taybetî li ser ciwanên kurd û jinan, êrîşên pergala kapîtalîst li ser hemû civakê tê meşandin. Ji ziman, nasname, netewe, raman, welat, vîn û girêdayînê ev ji xwebûna xwe dûrdikevin û di nava pergalê de tên bişaftin. Xeyal, lêgerîn û daxwazên ciwanan tên asta tunebûnê.

Dema ev hatin tunekirin di heman demê de mirov bi xwe tune dibe. Êdî tenê dibe miriyek li ser lingan. Xala herî girîng di vir de nifşên pêşerojê zarok û ciwan in.  Weke dayik û bav, xwişk û bira ango civak çiqas nirx bidin perwerdeya wan wê pêşeroja me hin bi îstîqrar û misogertir be. Ji bo vê xala sereke were pêkanîn, xwe ji nav pençên pergalê rizgar kirin, kesayet, civak, dîrok û çanda xwe naskirin e.

Yê ku xwe ava neke nikare kesên din jî ava bike. Hevrêya/ê destpêkê hûn bi xwe ne. Bibin yê xwe,  bibin yê gelê xwe û welatê xwe. Welat bi ruh û mejiyê azad re ava dibe.