20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwedîderketina ziman û Xwebûnê

Şerîf Yilmaz

Rojên we her dem geş û xweş bin xwendevanên hêja! Mijara nivîsa min vê carê ji nêrînên ziman û rojnameya Xwebûnê ye. Ez li tax, kolan û kuçeyan Xwebûnê belav dikim. Di belavkariyê de wiha dibêjim: “Hûn jî, li zimanê xwe û xwebûna xwe xwedî derkevin.”  Hinek kes jî dibêjin em nikarin bixwînin, hin ji wan jî  dibêjin “Va zimana ne yê Semsûrê ye, yê Amedê ye.” Ez ji wan re dibêjim; “Zimanê Semsûrê yan jî yê Amedê tune ye, zimanê kurdî heye û zaravayên wî hene. Her zimanekî jî devokên xwe hene. Wekî Cegerxwîn jî gotiye, ‘Nezanîn şerm e lê fêrnebûn dubarekirina şermê ye.’ Hevalên hêja hewce ye her kurdek fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bibe. Hevalino ya yekemîn ew e ku; hewce ye ev rojname were firotin. Ger neyê firotin dê cardin dernekeve. Ya duyemîn jî dema hûn vê rojnameyê bixwînin wê demê hûn ê hest û ramanên nivîskaran fêr bibin û armanca vê rojnameyê jî fam bikin.”

Hin kes ji van xwendevanan jî hezkiriyên zimanê kurdî ne û tim bi zimanê kurdî ve eleqedar in. Ez ji van kesan jî dipirsim û dibêjim, “Hûn bi zaravayên kurdî dizanin?”  Dibêjin, “Erê ma em ji kurd in, çawa nizanin.” Ez kaxiz û pênûsa xwe derdixînim û ji wan re tîpên kurdî û yên di tirkî de tune ne dinivîsim. Mînak: Cudahiya di navbera tîpên w û v’yê,  e û ê’yê,  î û i’yê, x û q’yê ji wan re dibêjim. Wê çaxê jî gelek kêfxweş dibin. Dibêjin mamoste di dibistanan de perwerdeya zimanê kurdî tune ye ku perwerdeya zimanê kurdî hebûya em ê jî fêrî zimanê dayikê bûbûna. Dibêjin ku kê zimanê kurdî qedexe kiriye bila ew şerm û fedî bikin. Belê ku ar bi wan kesên ziman qedexekirî re hebûya… Hûn rast dibêjin. Hin kes jî di serhişkiyeke ku dibêjin “va ziman ne zimanê me ye” de israr dikin.

Ez jî ji wan re qala devoka zimanê tirkî dikim. Dibêjim hevalino! Yekî biyan hatiye Tirkiyeyê ku fêrî zimanê tirkî bibe. Lê li vir hînî hemû zimanan dibe. Diçe balafirgehê ku biçe welatê xwe. Ji peywirdarê balefirgehê re dibêje: “Ev balafir dê çi wextê rabe?” Peywirdar dibêje “heta nîv saetê”. Mêrikê xerîb jî dibêje dibe ku ez careke din jî nikaribim werim Tirkiyeyê. Ez dê careke din jî di hundirê balafirgehê de bigerim û werim. Diçe digere û tê. Lê mêze dike ku balafir tune ye. Ji peywirdarê wê derê re dibêje “Ka ev balefir çi wextê rabû?” Peywirdar ji destê xwe li ba dike û dibêje haho haho haho!!! Mirovê biyan matmayî dimîne û dibêje “wele hema bêje vî zimanî (zimanê tirkî) ez fêrî her zimanî kirim lê welehî û bilehî ev ‘haho haho haho’ nizanim çi ye, vî zimanî ez fêrî vê nekirim.

Her zimanek xwedî devokan e. Lê her devok û zaravayên  zimanekî jî dewlemendiya wî zimanî ye. Ya herî xweş û şîrîn her gel bi zimanê neteweya xwe bixwîne, binivîse û biaxive.

Jiyan bi zimanê dayikê xweş e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê