Sêşem, Adar 9, 2021
Zêdetir

    Xwendekar li hebûna xwe xwedî derdikevin

    Felemez Ulug
    Felemez Ulug
    Xweşkanî

    Li dijî polîtîkaya qeyûm û faşîzmê berxwedana xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê ya Stenbolê yek ji rojevên sereke ye. Tevî dorpêça polîsan jî xwendekar xwedî li îradeya xwe derketin û di çalakiyên xwe yên mafdar de biisrar in.

    Ev berxwedana xwendekarên Bogazîçiyê, ji bo ciwanên ku pêşeroja wan ji destê wan tê girtin bûye hêviyek. Lewma li gelek bajarên cuda di serî de xwendekar, rexistinên mafên mirovan û saziyên civakî dengê xwe tev li dengê berxwedekarên zanîngeha Bogazîçiyê dikin.

    Piştî ku Tayîp Erdogan Melih Bulu weke qeyûm li ser zanîngeha Bogazîçiyê peywirdar kir, xwendekarên zanîngehê ev wek mudaxeleyekê bi nav kirin û xwendekaran li dijî vê dest bi çalakiyan kir. Bi çalakiyên xwendekaran re hat dîtin ku rektorê qeyûm ji ber dorpêça ciwanan nikare erka ku jê tê xwestin pêk bîne.

    Ji bo vê çalakiyê ango berxwedana ciwanên zanîngehê lawaz bike ji hêla aliyên desthilata Erdogan ve ciwanên çalakger wek terorîstan tên pênasekirin û tê xwestin ku wan ji armanca çalakiya wan dûr bixin. Di van çend rojên derbasbûyî de wisa diyar e ku ev hewildanên ezbere yên desthilata AKP-MHP’ê li ser ciwanan bandoreke neyînî nedaye avakirin ku ciwan di vê astê de xwedî li îradeya xwe derdikevin.

    Her ku çalakiyên berxwedana ciwanan mezin dibe, desthilatdariya AKP’ê ji bo naverok û wateya van çalakiyan vala bike serî li rê û rêbazên cuda dide. Ji bo valaderxistina van çalakiyan wezîrê hundir Suleyman Soylu ev demek e dengê xwe bilind dike. Ev kesê ku di warê şerê psîkolojîk û şerê taybet de xwedî ezmûnek mezin e bi fermana Erdogan bi vê erkê radibe.

    Ev demek e Soylu li ser ekranên televîzyonan dest bi kampanyaya reşkirina xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê kiriye. Wisa diyar e, ji bo mudaxeleyek hişk dixwazin ji xwe re aliyan çêbikin. Lewma çi dibe bila bibe li hemberî van polîtîkayên binpêkirina îradeyê û nenaskirina hebûna fikrê, divê hemû aliyên alîgirên mafên mirovane xwedî li çalakiya ciwanan derbikevin.

    Li welat êdî bi tu awayî baweriya ciwanan bi rejîma AKP-MHP’ê nayê. Li hember vê tifaqa li ser hîmê binpêkirina mafan hatiye avakirin, ciwan bi bawerî tevdigerin. Ev dengê ciwanên ji çar hawirdorê welat li zanîngaha Bogazîçiyê kom bûne bi xwe re nêrîneke nû derdixe holê.

    Aliyên siyasî yên li pey berjewendiyên xwe ne, ji bo di vê pêvajoyê de xwe wek alîgirên ciwanan bidin pênasekirin di nav pêşbaziyeke mezin de ne. Di serî de CHP’a ku di van demên dawî de bûye dûvikê rejîmê dixwaze li hemberî tifaqa Erdogan û Bahçelî destê xwe xurt bike. Ji bo vê jî xwe wek alîgirê ciwanan dide nîşandan û li hemberî biryara Erdogan dengê xwe bilind dike, lê em ji bîr nekin ku yasayên ku ev maf da Erdogan bi destê CHP’ê li meclisê hat qebûlkirin.

    Ev çalakiyên ciwanan ji gelek aliyan ve dişibin pêvajoya destpêkirina çalakiyên Geziyê. Di wê demê de jî aliyên xwe li dengê gel girtin û bi hemû hêza xwe ve tev li berxwedana gel bûn, hêzên demokratîk bûn. Ev hêzên ku hewil didin di nav gelan de bibin pira aştiyê dikarin di vê pêvajoyê de jî bibin xwedî roleke diyarker. Di serî de HDP û saziyên mafên mirovan ên ku di bin her şert û mercî de di eniya mazlûm û bindestan de têdikoşin dikarin bibin hevalbendên çalakgerên zanîngeha Bogazîçiyê.

    Ger ev çalakiyên ku li hember bê edaletiyê û înkarkirina îradeyê hatine destpêkirin nebin xwedî nasname wê bi demê re ji wateye xwe ya esasî dûr bikeve. Lewma ji bo di her qadê de, ev çalakî deng vedin û bibin xwedî heza veguherînê divê ev enî bê xurtkirin da ku li ser aliyên tunebûnê li ser civakê ferz dike, bibe xwedî hêz.

    Ji niha ve ev berxwedan û çalakiyan deng vedaye. Lewma Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Komîsyonê di daxuyaniyê de bang li dewleta tirk kir ku dawî li êrîşên li dijî xwendekaran bîne.

    Dengê heqiyê û berxwedanê êdî hêdî hêdî bilind dibe. Ger ev deng bikaribe di xwe de hêza yakitiyê û tifaqa gelan bide avakirin, wê bibe xwenên reş ên rejîma Erdogan.