25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê mezûn bûn

Bi minasebeta mezûniyeta beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê, şahiya mezûniyeta hat lidarxistin. Şahî li Hola Firatê ya li Kobanê bi amadebûna malbatên xwendekaran hate lidarxistin. Şahiye bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim got: “Vekirina Zanîngeha Kobanê piştî şerê li bajar gaveke pîroz û dîrokî ye. Bi nêzîkbûna Roja Kobanê ya Cîhanê re, em berxwedana ku li vî bajarî hatiye nîşandan, bi bîr tînin. Em hêvîdar in ku di nava vê şoreşê de ji bo herêm û civaka xwe xebateke xurt bikin û bi pênûs û ramana xwe tê bikoşin.”

Piştre stranbêj Hisên Xanî stran pêşkêş kirin. Helbestvan Hemî Kobanê helbestek li ser têkoşîn, berxwedan û parastina zimanê dayikê pêşkêş kir û Dijwar Kobanê helbestek diyarî şehîdan kir, stranbêj Xelîl Can jî stranek pêşkêş kir. Di dawiya şahiyê de rêveberên zanîngehê bawernameyên xwendekaran dan. Piştre xwendekaran serdana Goristana Şehîd Dîcle kir. Li Zanîngeha Kobanê 640 xwendekar hene û 30 xwendekar derçûn.