Rojnameya Heftane

Xwendin nivîsê ji tarîtiyê rizgar dike

Felat Niştiman

Girtin û desteserkirina sazî û şaredariyên kurdan ên li bakurê Kurdistanê, bandoreke pir dijwar a neyînî li kar û barên çand, ziman, wêje û hunera kurdî kir. Tenê ev nehat kirin, her wiha bi awayekî sîstematîk ji 2016’an vir ve bi taybetî li dijî zimanê kurdî polîtîkayeke bizext û zordarî di meriyetê de ye.

Tevî van pêkanînên çilmisandin û bişaftinê, xemxurên zimanê kurdî jî li gorî derfetên xwe alternatîfan diafirînin û li hemberî van polîtîkayan, li ser zimanê xwe dixebitin.Koma Xwendinê ya Amedê jî yek ji wan xebatan e ku sala 2016’an ji aliyê çend kesan ve li Amedê hatiye avakirin.

Kom 15 rojan carekê dicive û li ser roman/çîrokeke kurdî şêwrê dike. Komê heta niha ji 60’î zêdetir şêwr kirine. Li gorî şert û mercan nivîskarên pirtûkên li ser wan şêwr tê kirin jî yan rasterast an jî bi awayê online beşdarî şêwrê dibin.

Yek ji endamên Koma Xwendinê ya Amedê Xecê Daşgin der barê şêwrên wan ên xwendinê de axivî. Daşgin diyar kir ku avakirina komê li Kurdistanê enerjiyeke baş çêkiriye ji hêla xwendina pirtûkên bi kurdî de û bi avakirina koma wan re, li gelek bajarên mîna Mêrdîn, Wan, Cizîr, Êlih, Mêrsîn û Stenbolê jî komên xwendinê hatine avakirin û heta astekê haya koman ji hev heye.

Daşgin da zanîn ku li cîhanê komên xwendinê ji zû ve hene, loma dereng be jî avakirina komên xwendinê ji bo nifşa vê serdemê hewcedariyek bûye û bi saya komê gelek kesên başdarî şêwrên komê bûne, piştre bala xwe bêhtir dane ser xwendina pirtûkên bi kurdî û jixwe yek ji armancên komê jî ev e.

Têkildarî pîvanên şêwrê Daşgin ragihand ku ew pirtûkan ji aliyê ziman, naverok, cure (roman, çîrok), teknîk û şêwaza berheman ve dinirxînin û wiha domand: “Dema em romanekê dinirxînin, pêşî em li rastnivîs û edîtoriya wê dinêrin. Di romanên kurmancî de pirsgirêkeke pir cidî ya edîtoriyê heye. Edîtor bixwe bi baldarî naxwîne. Wisa mezin e pirsgirêk, nivîskar bixwe di nav wê de difetisin. Li wan jî neheqî tê kirin. Mesela karakterê berhemê di serî de mamoste ye, 25 rûpel şûnde dibe endezyar. Divê edîtoriyeke baş bê kirin.”

Daşgin rexne li zimanê pirtûkên wan xwendine kir ku bi taybetî gelek pirtûkên demên dawî bi mentiqa tirkî hatine nivîsîn û wiha pê de çû: “Pirî caran nivîskar jî vî tiştî qebûl dikin. Ev bi rewşa me ya zimên ve eleqedar e. Di dinyayê de nirxandineke wiha tune ye. Tu biçî berhemeke bi îngilîzî binirxînî, tu bi vî şiklî nanirxînî. Heger em tenê di zimên de bimînin, xwendin teknîkî dimîne, nagihîje astekê. Di şêwrên xwe yên dawî de em pir li ser vê nasekinin, çimkî kêm zêde di gelekan de heye. Em bêtir li ser neverok, mijara berhemê û şêwaza nivîskar disekinin.”

Der barê sûda şêwrên komên xwendinê ya ji bo wêyeja kurdî de jî Daşgin da zanîn ku gelek kes di heman demê de berhemekê dixwînin û wê berhemê ji hemû aliyan ve dinirxînin û şîrove dikin. Her wiha Daşgin aşkera kir ku hin berhemên kurmancî qedera wan ew e, ji xeynî nivîskar kesek pir bi baldarî naxwîne û wiha got: “Çi şaşiyên rastnivîsê û yên mentiqî hene; di girêdana romanê de çi pirsgirêk hene, kom li ser hemûyan disekine. Xêra komê ya li wêjeya kurdî, li berheman ev e. Em berheman didin ber hev. Piştî gelek xwendin û nirxandinan hin pîvan di serê mirov de çêdibin.”

Daşgin di berdawama axaftina xwe de desnîşan kir ku ji bo pêşketina wêjeyê xwendin bi qasî nivîsê girîng e û heger nivîs neyê xwendin ew nagihîje armanca xwe û hiwa domand: “Di kurmancan de xwendin carna di quncikê xwe de dimîne. Lê heger hatibe xwendin tu bizanibe nivîs ji tarîtiyê rizgar dibe. Heger neyê xwendin bi serê xwe tu hêza nivîsê tune ye. Bo vê jî xwendina kurdî pir biqîmet e. Xwendina her berhemê, dibe sedema çapeke nû. Di hemû civakan de wêje bi vî awayî geş bûye. Berhem gihîştiye ber destê mirovan, hatiye xwendin, şîrovekirin û careke din derketiye.”

Herî dawî Daşgin da zanîn ku rizgariya wêjeyê bicihbûna çanda xwendinê ve girêdayî ye û bang li xwînerên kurdî kir ku werin beşdarî Koma Xwendinê ya Amedê bibin; pirtûkên bi kurdî bixwînin û şêwra xwe li ser wan bikin.