23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendinek li ser romana Eva

Romana Eva ya nivîskar Varoj Têlo ji 96 rûpelan pêk tê. Romana Eva ji aliyê Weşanxaneya Şemalê ve hatiye çapkirin. Roman bi şêwazeke flash back hatiye nivîsandin. Nivîskar ji destpêkê de ji xwîner re nîşan dide ku şer welatan tar û mar dike. Êdî dema mirov di rûpelên destpêkê de veçirixandineke wiha dibîne, mirov yekser tê digihêje ku dê serpêhateyên şerekî raxîne ber çavan.

“Şer…şer…şer, nalet li şer be. Şer, welatan ji hevdu dixe. Şer, malwêranî ye, Şer! Nalet li te be ku tu civakan ji hev dixî. Mirovan penaber dikî û dilan kul û xemgîn dikî û rê didî muheremat û gunehkariyan.” (r,5)

Lê ji nişka ve berê mirov bi çîroka du evîndaran ve vedibe. Ku ew jî Ronî û Eva ne. Wekî ku me li jor got, nivîskar ji paşî ve keziya romana xwe hûnandiye. Li ser vê yekê heta rûpela 9`an mirov li ber nakeve bê ka nivîskar bi ristina benên Ronî, Eva û her du hevalên wan Annt û Per Olof dixwaze çi bêje? Li vir rola van her sê kesayetan bi dawî dibe. Nivîskêr ku bi xwe jî kesê sêyem e; çîrokê dibêje û me bi kalkê Ronî Memo dinase. Memo di sala 1933`an de ji ber kuştina li gundê wan Golê yê nêzî Mehsertê ya Mêrdînê; ew û bira û mirovên xwe direvin. Memo bi rêya pismamekî xwe dadikeve bin xetê û bazirganiya topên malan (Qumaş) dike. Dema şerê Koreya dest pê dike, qutbûna sînoran dide ber çavên xwe û bi 100 hezar lîrayî mal dikire. Lê ji ber ku demsal nebaş e, mal di situyê wî de dimîne. Ji ber vê yekê hişê xwe winda dike.

Hêmin biraziyê Memo ku bi xwe li ser xetê ye leşkeriya xwe li Koreya dike. Li wir jina kor Jiho nas dike û pê re dizewice. Piştî vedigere mala xwe ya li Amedê biryarê dide ku dakeve bin xetê. Bi dotmama xwe Gulîzar keça Memo û Xensê re ya ku ji zaroktiyê ve nîşankiriya wî ye re dizewice. Du zarokên wan çêdibin. Navê wan dike Ronî û Leyla. Ronî ji ber ku ne hemwelatiyê Sûriyeyê ye, biryara derketina ji welêt dide û berê xwe dide Swêdê. Li wir Eva keça Jiho ya korî ku bi Hêmin re dizewice, nas dike û piştî dibe hemwelatiyê wir biryara zewaca ji Eva dide. Eva û Ronî wekî her kesî piştî zewacê biryarê didin ku hefteyê dakevin Sûriyeyê da malbata xwe bibîne. Bi kêliya destpêkê re kela bavê Ronî difûre û her li çavên Eva dinêre, lê beriya ku xatir bixwazin Eva û Ronî û malbatê diçin serdana kalkê xwe Memo. Eva dibîne ku zarok li hewşê li Memoyê kalkê Ronî kom bûne. Ew jî berê xw dide wan. Xezûrê wê jî tê û jê re dibêje: “Koreayê hişê wî biriye. Dawiyê destê xwe danî ser dilê xwe û got; Korea dilê min biriya..Ax ax Korea!”  (r,92) Eva jî bi germî navê Koreya dibêje. Beriya ku Hêmin ji Koreya derkeve wêneyekî bi Jiho re dikişîne û her yek ji wan kopyekê bi xwe re radike, Hêmin wê kopya xwe dide Eva û jê re dibêje li Stokholê nîşanî Ronî bike. Evayê beriya bihêje wêne vedike ku çi bibîne! Dêya wê û bavê Ronî ne, li malê jî dide ber wêneyê dêya wê û bavê wê di sersaliya wê ya 18`an de dabûnê (Eeeezzz…çimmmmaa hatim vê dunyayê..Ez nikarim li xwe binêrimmm…ez hhheeerrraaammm iiimmm) (r,96)

Li ser vê yekê dilê bav dişikê û Eva hêdî hêdî destên xwe hilgaftin bi aliyê teyrên newras ên ku baskên xwe vekiribû û bi quweta bayê dihatin hilgaftin, gave Eva jî jî her du vekirin, wek wan newresan, mixabin ew li jor nema. Bayê nikaribû hilgive û wekî wan newresan hildigaftin, Ronî jî destên xwe avêtê ku nehêle delala wî biçe xwarê. Lê mixabin zora ketinê bêhtir bû ji ya hilgavtinê. (r,9)

Zimanê romanê

Romana Eva her çiqasî ji ber rêzimaniya wê mirov diterpile, lê dîsa jî heta astekê zelal û devoka bin xetê parastiye, ev jî dibe sedem ku ger xwînerek ji parçeyên din ên Kurdistanê bixwîne, di wateya hin peyvan de negihêje. Roman ji kesayetên bin xetê zêdetir; li ser kesayetên ji ser xetê hatiye hûnandin. Lê nivîskar ew ferq û cudahiya axaftin û devokê bi xwîner neda hîskirin. Li ser vê yekê nivîskarê kîjan zayendên wêjeyî dibe bila bibe, divê di warê ziman de pirrengiyê bide ber çavan. Li aliyekî din jî hin peyv û gotinên ku bikaranîna wan di civakê de rûniştîye hene. Lê nivîskar wan ne li gorî watebariyê nivîsiye. Ji wan (Gulma çayê=Gulpa çayê, çeqeçeqa nava wê= Qiçqiça navê wê, kirîner=bikir, bi xurînî çû= li xurînî çû.)

Li ser romanê çend rexne

-Roman ji 96 rûpelên ne tenê dagirtî, lê bi nivîseke hûr hatiye çapkirin. Ev jî dibe sedem ku xwîner nema yeqîn bike dê kengî romana di nav destên xwe de bi dawî bike. Bandorê li çav û nefesê dike.

-Roman li ser zimanê kesê sêyem hatiye hûnandin. Ew jî nivîskar e. Li vir dagerandina ji şêwaz û rola kesayetê ber bi kesayeteke din ve derneket pêş. Tenê li ser ritmekê ma.

-A din her ji çend rûpelan nivîskar berê mirov bi kesayetekê vedike û pişta xwe bi rol û kesayeta berî wê vedike. Ev jî dibe sedem ku xwîner nema bizanibe ka ji ku derê ta bi derziyê veke. Ji ber ku rolan bi mirov dide jibîrkirin.

-Rast e, bûyerên romanê li Kurdistan, Swêd û Koreaya rû dane. Lê ji Kurdistanê zêdetir her du welatên navborî mohra xwe avêtiye û kevirên wan bi serê Kurdistanê de baryane. Nivîskar di şexsên Ronî û bavê wî Hêmin de taybetmendiya Hêminê ku li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û Roniyê ku li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye bi hemwelatiyên wan welatan nade naskirin. Ji wê zêdetir ev kes dikevin bin bandora çanda wan.

-Li şûna ku nivîskar Ronî wekî kesekî ji ber zehmetiya bênasnamebûnê dersan derdixe bide pêş, di serê rûpelê û binê rûpelê de meynoş û razana bi Eva re dihûne.

-Nivîskar, Eva weke lehengeke romanê destnîşan kiriye. Lê zêde rola Eva dernakeve pêş.

-Navê Romanê Eva ye. Lê dema mirov pirtûkê hildide dest, mirov dikeve nav gumanan gelo ev nav “Êva” ye? Wateya nav ne zelal e. Ger mirov xwe bi Êva îqna bike jî, Eva ne Kurd e û ne jî ji Rojhilata Navîn e; wê demê çima dê Êva be yan jî çima nivîskar wekî Eva nivîsandiye?

Çend xalên serkeftî

-Roman di 2015`an de hatiye çapkirin. Her çi qasî nivîskar beriya vê salê romana xwe nivîsandibe jî dê ferqa çend salan be, behsa van salan nayê kirin. Bûyerên salên 1933`yan û şûn ve radixe ber çavan. Ev yek jî ne şaş e û dibe curyek ji cureyên romanê ku ew jî romana dîrokî ye.

-Ji çend rûpelên destpêkê ve nivîskar mozaika gelan a li bin xetê bi mirov dide hîskirin. Ji têkiliyên Kurdan bi Suryaniyan re bigire û heta bi Cihuyan re derkeve. Heta ne tenê Memo kalkê Ronî ev yek ji xwe re kiriye çand. Lê bi neviyê wî Ronî re jî hatiye rûniştandin.

-Her ji çend rûpelan mirov pêrgî bibîrxistina serpêhateyekê tê. Ji wan komkujiya Ermenan 1915`an, Enfal ku ji malbatekê tenê Behzatê li Beyrûtê xwedî li Ronî derdikeve, dibîne. Hikumdariya Fransiyan a li Sûriyeyê û nêzîkatiyên li dijî kurdan tê dîtin.

Siyaseta Sûriyeyê ya li hemberî kesên biyanî yên di encamê de nabin hemwelatiyên vî welatî tê dîtin. Mînaka wê jî Ronî ye ku ji ber vê yekê berê xwe dide Swêdê.

-Roman bi şêwazê flash back hatiye nivîsandin. Destpêkê mirov tê nagihêje. Lê dema mirov romanê bi dawî dike, hunera teknîka hunandinê zelal dibe.

-Nivîskar di hilbijartina navên kesayetan de serkeftî bû. Xwîner rehet dikare ji navlêkirinan neteweya kesayetan binase. Ji wan Eylo û Abdul Mesîh, Xensê û Memo û hwd.

-Şerê Koreya û bandora wê ya li ser malbata Ronî baş şîrove kiriye, nexasim bandora şer li Memo ku ji ber hişê xwe wenda kir.

-Dab û edatên kurdan nîşan dide. Ji wan hîn Hêmin kurê Bişarê pismamê Memo 6 salî ye. Bav dixwaze dotmama wî Gulîzar keça Memo û Xensê jê re nîşan bike. Ew jî li ser soza xwe dimînin û dema mezin dibin dizewicin.

Çend gotinên ji bo dawî

Her çiqasî kêm û kurtasiyên hûrgiliyên romanê hebin jî, roman bi ruhekî kurdîparêz hatiye nivîsandin. Şerê Koreya nimûneya bandora şeran a li rih, giyan û malwêraniya malbatan hatiye destnîşankirin. A din roman derî li pêşiya nivîsandina gelek mijarên din vedike. Ji wan têkiliyên kurdan û neteweyên din, bi taybet lêkolînên li ser şeran û siyaseta welatan a li hemberî kurdan hatiye kirin.