19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendinek li ser romana Jana Gel

Romana Jana Gel a nivîskar Îbrahîm Ehmed romana yekemîn a bi zimanê soranî hatiye nivîsandin û ji hêla wergêr Elî Şêr ve li tîpên kurmancî hatiye veguhastin e. Ji hûrgiliyên bi dehan xwîneran îşaret pê kirine, zêdetir min xwest ez kêmekî behsa hunera romannivîs bikim, nexasim roman di demekê de hatiye nivîsandin ku hejmara romanên kurdî-kurmancî li ser tiliyan tên jimartin.

Navê Romanê

Ger em ji navê romanê dest pê bikin (Jana Gel) navekî têrker û watedar e, ji romaneke aktûel zêdetir, romaneke siyasî ye û rê li vekirina bi dehan deriyan vedike, hele hele bo xwînerên êş û azara bindestiyê kişandine. Sedemeke wergerandina romanê jî ev yek bi xwe ye. Bi gotineke din romannivîs di wê serdemê de bi armanca parastina gelê ji heq û hiqûqên xwe bê par mane du roman nivîsandine.

 Hûnandina Romanê

Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar Îbrahîm Ehmed pêşengekî hunera romana soranî ye û ev yek qet û qet nayê jibîrkirin. Romanivîs di wesifdayînê de heta tu bibêjî sade ye, lê nayê wê manê ku bê xewn û xeyal e.

“Bi rûyê xwe yê lawaz û qirmicî, di beşa pêşî ya otombîlekê de, di navbera şofêr û cendermeyekî zebelleh de ew dabûn rûniştandin. Destê wî yê rastê li gel destê çepê yê cendermê kelebçekiribûn.” (r.13)

Xaleke din a hostetiya nivîskar ew e ku li ser zimanên kesayetên romanê diaxive, di vir de rast e şêwazê derbirînê yekrîtim derdikeve pêş xwîneran, lê di aliyekî din de dihêle her kes bi serbestî hest û nestên xwe derbirîne; bi vê yekê jî atmosfêra demokratîk bi dagerandina xwe re xirab nake. Di encamê de ev e romannivîsê zane ku bi çarenûsa hemû kesayetên xwe dilîze û pirdengiyê (polyphony) dimeşîne.

Der barê ristina cih û mekanê romanê de, nivîskar kevneşopî, feodalîzm û çewisandina gelekî dideribîne, lê dîsa jî ji xof û tirsa sîtemkar û sîstema serwer re, cihê romanê wekî tîpên ewil ji nav dide nîşandan: (Ç) navê bajêr e, navê taxê jî bi tîpa (S) û navê zindanê jî bi tîpa (N).

“Otombîla wan jî hej û bi leq riya gelek hevraz û nişov a bajarê (Ç…) girtibû ber xwe.” (r.13)

“Berî ku xelk ji xew hîşyar bin, bêdeng û hîs dişînin zîndana (N…)” (r.33)

“Di meha borî de ku di taxa (S…) de lêgerîn çêbû, bêtalîh û bêşandî di mala Marifê Reşê xezûrê Afrasya yê xalê min de kevne tabanceyek qerbîna ya riziyêjengarî ya ji dewra Teqyanûs (Deqlanûs) de mayî, dîtin.” (38)

Welhasil ev şarezatî bi xwe, ji ber ku ger nav bi temamî hatibana destnîşankirin dê asta rêk û pêkiya romanê daketiba û hinartina ramanê jî wenda kiriba.

Di dawiyê de her çiqasî kêm û kurtiyên huner, ristin û danîna berhemê li ser malê hebin jî, mirov nikare li gorî pîvanên îronî hesab ji nivîskar bixwaze û romanê bixwîne, ji wê zêdetir di her serdemeke wiha germ de lehengên mîna Îbrahîm Ehmed bifirin, dê xewn û hêviyên pêşerojê tu car û tu car hilneyên.