20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xweparastin pêwîstiyeke lezgîn e

Serdem Silo

Ji destpêka Buhara Erebî ve li Rojhilata Navîn û heta niha, rojane bûyerên tundî, kuştin û şer li hemû bajar û herêmên Rojhilata Navîn û bi taybet li dewletên Mezopotamiyayê rû didin. Ji ber ku ev dewlet xwedî girîngî ne û Rojhilata Navîn û Ewropa û heta Yekitiya Sovyetê bi hev girê didin, nemaze ew riya Hevrişîmê di navbera van dewletan de ye. Bûyerên li herêmê rû didin ji bilî ku berjewendiyên navneteweyî ne û bi riya çeteyan wekaleta wan tê kirin. Lê şoreşa kurdî ku ji 40 salî ve bi rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) didome û şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin, gelek ajandayên navneteweyî li derdora cîhanê tevlihev kirin û êdî ne pêkan e berjewendî û stratejî bêyî beşdarkirina siyaseta kurdî di nava siyaseta cîhanê de pêk werin.

Niha û ji çend salan ve gelek dewletên rojavayî û dewletên Rojhilata Navîn şerê serwerî û berjewendiyên xwe li herêmê didin meşandin û di encamê de hewl didin civakên ku bi hezaran salan bi hev re dijîn li ser rûyê erdê bi riya projeyên xwe yên taybet bidin tunekirin. Ev siyaset bi taybet li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê aşkera dibin. Ji ber ku ev dewlet li ser gelên resen dagirker in. Ev dewlet hewl didin cihê xwe di Rojhilata Navîn de biparêzin, lê têgeha xweparastinê ku bi herikîna berxwedan û têkoşîna gelan pêş ve diçe. Li hemberî planên van dewletan û dewletên sermayadar, berxwedana heyî bûye kelem.

Eger em kapîtalîzmê bi awayekî rast di vê qonaxê de bidin nasandin, di dema ku êdî gelên herêmê têgeha kapîtalîzmê ya kedîkirin û tunekirina civakan de baş nas kiriye, kapîtalîzm bi xwe di nava şerê derketina ji vê rewşê derdibirre. Gelek mînak ji destpêka kampîtalîzmê heta niha hene. Ji ber vê yekê kapîtalîzm ji bo civakan dîzayn bike, li stratejiyên nû digere da ku serweriya xwe li ser cîhanê ferz bike. Ne dûr e ku derketina Vîrosa Korona planeke cîhanê ber bi vê têgehê ve be. Rewşa niha ku em tê re derbas dibin, ji ber nêzîkbûna hevpeymana Lozan 2023’an, em bi hevpeymanên nû yên li Rojhilata Navîn re rû bi rû ne. Dewletên kapîtalîst bi hevkariya dewletên Rojhilata Navîn ku bi riya sîstema kapîtalîst hewl didin û bi riya hevpeymanên nû û komployan li ser hesabê civakên resen û kevnar li herêmê desthilatdariya xwe bidin domandin.

Têkoşîna çekdarî (xweparastin) ku di sala 1984’an de li bakurê Kurdistanê bi rêveberiya Egîdê leheng û komeke hevalên wî hatiye destpêkirin, hevsengiya hêzan li Tirkiyê û giştî Rojhilata Navîn û heta giştî cîhanê da guhertin. Her wiha rê li pêşiya avakirina hêza civakî vekir. Xweparastin ku têgeha wê di civaka kurdî de hatiye çespandin di nava gelên din ên Rojhilata Navîn û heta di nava gelên cîhanê de belav bûye. Dîsa jî biratiya gelan di nava gelên herêmê de da çespandin.

Xweparastin êdî bûye hêza cewherî ku gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz di parastina mafên xwe yên hatine desteserkirin de ji xwe re bingeh digirin. Serkeftina xweparastinê di tecrûbeya Tirkiyeyê ya li hemberî berxwedana gerîla de tê dîtin. Dewleta Tirk ku duyemîn hêza NATO’yê ye ev 40 sal in hewl dide Tevgera Azadiyê tune bike, lê nikare Tevgera Azadiyê tune bike. Her wiha ev 10 sal in bi hemû rêbazan hewl dide şoreşa 19’ê Tîrmehê li rojavayê Kurdistanê têk bibe. Di bingeha xwe de têgeha xweparastinê li hemberî êrîş û komployên dewleta tirk bi rola xwe rabûye.

Weke mînak kantona Efrînê ya biçûk li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe da û niha di qonaxa duyemîn a “berxwedana serdemê” de berxwedana xwe didomîne. Li hemberî NATO’yê 58 rojan destaneke lehengî û dîrokî da meşandin, tevî bêhevsengiya çekan, lê dema ku em dibînin