19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandanên li başûrê Kurdistanê

Meha mijdara borî hikûmeta Iraqê mûçeyên başûrê Kurdistanê bi sedema, Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê neft û dahatê radestî Iraqê nake, qut kirin. Bi qutkirina mûçeyan li başûrê Kurdistanê rewşa aborî her çû xerabtir bû. Ji ber vê yekê jî karmend û mûçexwir daxwaza helwesteke giştî ji gelê Başûr dikin.

Xwepêşnadanên protestoyî yên li Başûrê Kurdistanê di 2’yê kanûnê li Silêmaniyê de dest pê kir. Karmendên ku bi mehan e nikarin mûçeyên xwe bistînin, Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê, nelirêtî û gendeliyan protesto dike.

Xwepêşandanên ku gel bi girseyî tev lê bûye, tevî êrîş û mudexeleya hezên ewlekariyê, bi hezaran xwepêşander li ber deriyê Sarayê yê Silêmaniyê çalakiyên xwe domandin û dirûşma ‘hilweşandina desthilatê’ berz kirin.

Parlamenter  jî derb kirin

Destpêka xwepêşandanên li Silêmaniyê yên ji welatiyan heta mamoste û karmendan ên li dijî nedayîna mûçe û rewşa aborî ya herêmê hatin lidarxistin, parlamentera Goran Şîrîn Emîn û parlamenterên serbixwe Sîrwan Babîn jî tev li xwepêşandanan bûn.  Dema xwepêşander ber bi deriyê Serayê ve çûn, polîsan bi gaza îsotê û darên elektronîk êrîşî xwepêşanderan kir. Di êrîşên polîsan de rojnameger, parlamentera Goran Şîrîn Emîn û parlamenterê serbixwe Sîrwan Babin jî hatin derbkirin.

Komîteya xwepêşandanan li ber avahiya walîtiya Silêmaniyê têkildarî aloziyan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Komîteyê da zanîn ku hêzên ewlehiya Silêmaniyê tundî li xwepêşanderan kiriye û gelek kes birîndar bûne û hatine binçavkirin.

Herî kêm 7 kesan ji yana xw ji dest da

Di nav hefteyê de xwepêşandanên li Silêmaniyê dest pê kirin, li gelek navçeyên mîna Kelar, Germiyan,  Seyîdsadiq, Tekye, Qeladiz, Çemçemal, Xurmal, Kifrî, Zerayen, Pîremegrûn, Şarezû û Ranyayê jî hatin lidarxistin. Xwepêşandêran li van navendan gelek avahiyên PDK û YNK’ê şewitandin.

Li gorî aghiyên ji herêm tên parvekirin, hêzên ewlekariyê gule li welatiyên xwepêşander reşandine û encamê de yek ji wan zarokekî 12 salî, heta niha herî kêm 6 welatî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiya prostoyî de tê gotin ku pêşmergeyek jî jiyana xwe ji dest daye.

Her çiqas serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civîna Desteya Wezîran a Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de ragihandibû ku dê dest bi dayîna mûçeyên karmendan bikin jî çalakî nesikinîn. Li ser vê yekê PDK, Goran û YNK li hev civiyan û li gorî agahiyên dawî şandeyek ji başûrê Kurdistanê wê biçe Iraqê hevdîtin bike.

UNMI’yê şermezar kir  

UNMI (Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî) tundiya li xwepêşandanan û qetilkirina welatiyan şermezar kir. UNMI’yê xwest lêpirsîn der barê kuştina welatiyan de bê destpêkirin û ji Hikûmeta Hêrêmî ya Kurdistanê xwest bêhile çapemenî bi awayekî serbest karê xwe yê çapameniyê bike. Herî dawî komîsyonê ji bo malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dan sersaxî û ji bo birîndaran şîfa xwest. SILÊMANÎ